1. Tekst

  2. Pêkenî

  3. Amîda Kurd
  4. Pir Derewan Dike !
Pir Derewan Dike !,Pir,Derewan,Dike,!

Pir Derewan Dike !

A+ A-

Li Amerîka yekî çermsor bizinên xwe biriye çêrê. Ji wê de yekî Cowboy (gavan) tê. Yê Cowboy dipirse:
- Ev kûçik (se) ê te ye?
- Ew min kûçik e!
- Ez dikarim pê re biaxivim?
- Kûçik nizane axaftin!

Dîsa jî Cowboy nêzîkî kûçik dibe.
- Tu çawa yî?
- Ne xerab im. (Çermsor matmayî dimîne, şaş dibe...)
- Ev çermsor xwediyê te ye?
- Erê.
- Tehdeyê li te dike, an na?
- Pir baş e. Rojê du caran ji bo birrîm min derdixe seyranê. Xwarinê dide min, bi min re dilîze. (Çermsor dike dîn bibe) Cowboy ji çermsor dipirse:
- Ev hespa te ye?
- Ew min hesp e!
- Gelo ez dikarim pê re biaxivim?
- Hesp nizane axaftin! (Cowboy nêzîkî hespê dibe.)
- Tu çawa yî?
- Ne xerab im! (Çermsor bêhtir matmayî dimîne, şaş dibe...)
- Ev çermsor xwediyê te ye?
- Erê.
- Ji te re çawa ye?
- Baş e. Her roj min derdixe gerê, barekî giran li min nake, rojê 2 caran û her ku ez xwêdan bidin wwêdana min paqij dike û niha ji min re axurekî xweşik çêdike ku tê de êmdan û razangeha min heye.

Çermsor ne ji çavên xwe ne ji guhên xwe bawer dike, matmayî rawestyaye. Cowboy dîsa ji çermsor dipirse.
- Ev ker jî yê te ye?
- Ew min ker e, axaftin zane lê pir dike derew .....

Wergera Kurdî Rêzan Tovjîn


Gotinên miftehî :