Pira Cinvatê,Pira,Cinvatê

Pira Cinvatê

A+ A-

Di nêzikbûna dawiya demê de, dê Saosyant (Mesih) were, alîkariya Ahura Mazda bike û dê Ahriman ji holê rakin. Dema ku Masya û Masyana (Adem û Hewa) ji aliyê Ahura Mazda ve ji gora Gayomard (Merivê herî pê?î) hatibûn afirandin, pê?î av vexwaribûn, dûre nebat, dûre ?îr û di dawî de jî go?t xwaribûn. Dema ku Saosyant were, dê mirov nema ti?tek vexwin û bixwin. Pê?î dê dev ji xwarina go?t, dûre ?îr, dûre nebatan berdin û herî pa?în jî, dê avê venexwin û dê xerabî ji holê rabe. Az (Efrut) êdî hew dikare fesadî, gelacî û xerabiyê bi xelkê bide kirin. Dê Az hewl bide ku afirînerê xwe Ahrîman daqurtîne. Dê Ahrîman ji bo parastin û bex?andina xwe ji Ahura Mazda tika bike. Dê Ahura Mazda, Ahrîman red bike û wî ji dergahê xwe bavêje cîhe tarî û miskîn ku Ahriman jê hatiye û êdî nema ku Ahriman karibe were cîhana ku Ahura Mazda afirandiye. Dê pa?ê dem bi dawî bibe û demek nû û bê dawî, dest pê bike.Saosyant hemû miriyan sax dike û Ahura Mazda giyan û bedena wan pak dike. Ji nav miriyan ê ku pê?î radibe Gayomard e, dûre Masya û Masyane ne û di dawî de jî hemû miriyên din sax dibin û êdî dema hesabê pakî û xerabiyê ye. Hemû mirov divê di ser pira Cinvatê re derbas bibin. Pira Cinvatê ji ?ûr tûjtir û ji mû jî ziravtir e û di bin pirê de jî metalên helandî wek çem diherikin. Cinvat ji yê ku xerabî kirine re weke ?ûr tûj dibe û weke mû jî, zirav dibe. Yên xerab ji ser pirê dikevin nav pêlên çemê ji metalên sor ên helandî û heta ku ji gunehên xwe pak bibin, di ezîyeteke mezin re derbas dibin. Yên ku pakî kiribin, Cinvat ji wan re fireh dibe û di ser de bi xwe?î derbas dibin.Dema nû, dê bê dawî û bê xerabî be. Yên ku ji kalîtî mirine, dê bibin çil salî. Yên ku bi zarokatî mirine, dê bibin panzdeh salî û dê mirov di nav xêr û xwe?iyê de bi heval û malbatên xwe re bi dil?adî û ?anazî, bê mirin bijîn.Cevkanî: Myter, Neil Philip Wergera ji swêdî: Can Seker

Can Şeker 16 hezîran 2006


Gotinên miftehî :