Profesoro!,Profesoro!

Profesoro!

A+ A-

Profesoro!Çend roj berê min di rojnameyê de xwend ku te daxuyaniyeke zanistî (!) daye û te ji bo zimanê min gotiye: “Kurdî ji zimanên Farisî, Erebî û Tirkî pêk hatiye û ji bo ku kesek karibe Kurdî hîn bibe divê pêşî van her sê zimanan baş hîn bibe.”Profesoro!Min zanîngehek li Tirkiyeyê, ku tu a niha di ser wan hemûyan re yî û têra xwe zal î, kuta kir. Û min perwerde û xwendina xwe ya bilind di warê matematîkê de, ku yek ji kan û maka sereke ya zanistê ye, kir.

Profesoro!

Li gorî ku em hatin hêwisandin û hînkirin û li gorî zagon û etîka zanistê ya gerdûnî û navneteweyî; zanîn, zanist û helwesta zanistî xwediyê ‘etîkeke rûrast e’ û tu car li gorî rewş û mercên polîtîk û korfersendiyê naguhere.

Profesoro!

Rind tê zanîn û gelek baş xuya ye; ka te ji bo çi careke dî wekî gelek caran û wekî gelek kes û kûsên dî, zimanê xwe li zimanê min dirêj kiriye, tevî ku zimanê te ji bilî zimanê min, li hember hemû zimanên dî yên heyî kin û kurt e jî.

Profesoro!

Min got zimanê dî, ne wisan?

Gava ez bala xwe didim ser zimanên dî yên gel û neteweyên dîtir, dibînim ku ji zimanê te gelek peyv girtine (!...!?); helbet wekî deyn loooo!

Ma ne wisan e? Ma dibe ku te ji bo zimanê xwe peyv û qalib û biwêj ji zimanên dî girtibe?..? Ma ev yek bi te dikeve?..?

Na na, ez baş dizanim ku zimanê te pir xurt e (!..!?) Loma jî, ne pêwist e tu peyvin ji zimanên dîtir werbigirî; û ka tu yê çima pêwistî pê bibînî û ji bo dewlemendiya zimanê xwe rabî peyvên di zimanên dî de werbigirî…(!...!?) De ka bêje, a min jî gotin e(!..!)

Profesoro!

Ma ne, pir ji berê de, ji berî afirîna mirovayetiyê dihat zanîn ku hemû zimanên cîhanê ji zimanê te zane (!..!); loma jî ez baş dizanim ku makezimanê zimanên hemû gel û neteweyan, zimanê te ye; rêzeke min a taybet jê re heye û ger tu nexeyidî, ez jê hez jî dikim!..!

Lê profesoro!

Her wekî min li jorê jî got; profesorî û zanist û zanyarî tiştekî dî ye. Kar û koşan û mijûlayiyeke gelek micid û bêhenek e û awir û mêjiyekî zelal û objektîv jê re divê.

Profesoro!

Tu ji min çêtir û baştir dizanî ku; wekî çawan Moxolî, Tunguzî, Azerîkî, Tirkmenî, Macarî û Fînî ji malbata zimanên Ural Altayî ne û pismamê hev in û peyv dane hev û wergirtine; her wekî wan zimanê Kurdî, Farisî, Tacikî, Osetî û Peştûkî jî ji malbata zimanên Hind-Ewrûpî ne, di beş û şaxa Îranî de cî girtine û pismamê hev in û wekî çawan di bavik û malbatekê de pismam bi hev didin û distînin, ziman jî her wisan; û gelek normal û asayî ye ku peyvek hem a Farisî be hem a Kurdî û hem jî ya Peştûkî.*

Profesoro!

Her wekî tu jî baş dizanî, gava zimanê ol û dînê neteweyekê cuda be, gelek peyv bi riya ol û oldariyê dikeve wî zimanî. Û gelek asayî ye ku di zimanê Kurdî de peyvên Erebî hebin, her wekî ku zimanê te Tirkî bi peyvên erebî mişt û repisandî ye.

Û profesoro!

Her çi qasî dahk û hişkayî ciyê wê di zanistê de tunebe jî, ez dahkekê li te û li xwe dikim û dibêjim: Çar pirtûkên min ên bi Kurdî hene. Ger tu bi awayekî zanistî û bi rê û rêbazên etîmolojîk û fîlolojîk karibî bipeyitînî ku Kurdî ji zimanên Farisî, Erebî û Tirkî pêk hatiye; tu çi bixwazî ez ê wê li pirtûkên xwe biqewimînim: te bivê ez ê wan bişewitînim (her wekî di kevneşopa we de jî heye), te bivê ez ê bazarê ji wan xalî bikim.

Lê Profesoro!

Tu bawer bikî ez ê bi vê nezanîna xwe karibim ji nivîs û gotin û tez û antîtezên te hinek û gelek peyvên, Frensî, Îngilîzî, Îtalyanî, Elmanî, Yewnanî, Farisî, Erebî derxînim û; herim li hember mirêkê rawestim û ji xwe re bêjim: “Qula çavên te!!!”
Profesoro!
De fermo! 

Dilawer Zeraq

*  http://tr.wikipedia.org/wiki/Ural_Altay_dil_ailesi
http://tr.wikipedia.org/wiki/Hint- Avrupa_dil ailesi#.C4.Îrani diller.


Gotinên miftehî :