1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mahabad Felat
  4. Projeya Sîstemê: AKP û Kurdên Spî
Projeya Sîstemê: AKP û Kurdên Spî,projeya,sîstemê,akp,û,kurdên,spî

Projeya Sîstemê: AKP û Kurdên Spî

A+ A-

Li ser vê mijarê di malpera me Amîda Kurdê de me car caran nivîsî. Derbarê AKPê de, derbarê Cemaeta Gulen û rola Hukûmeta Başûr de, derbarê hin sazî û dezgehên kurd ên bi desteka vê sîstemê hatine avakirin de û derbarê hin kesan de ku çewa hatine û têne bikaranîn de me ya rastî gelek tişt nivîsîn. Bê guman ku ev nivîsên me bê bersiv jî neman û me bi awayekî berdêla van nivîsan jî da. Ji van ez ê di nav herikîna gotarê de yek-du mînak bidim. 

 Tiştek ku li ser koka xwe şîn dibe û rastî, tu carî nikarin bêne tunekirin, her ew bi ser dikevin. Lê ev her du jî ji aliyê şaşî û derewan ve di serdema me de bêtir û profesyoneltir dikarin bêne sernuxumandin û manîpulekirin. Ev jî dibin sedema dirêjkirina temenê şaşî û nerastiyan ku ev jî îroj sîstema heyî ya li ser hemû cîhanê desthilatdar e, bi xwe ye. Dema ev sîstema ji ya her dem û serdemê hovtir nikare tiştekî bi darê zorê tune bike, manîpule dike û hewl dide ku bike bin kontrola xwe. Vê yekê, li gor rewşa wî tiştê ku divê bê kontrolkirin, bi rê û rêbazên cuda dike. Lê bi her halî, ji bo manîpulekirin û kontrolkirina tişt û pêşkeftinên ji dervayê xwe, pêdiviya sîstemê bi hin kes û hêzên hundirîn heye. Eger hêz tunebin jî, ew ji hin kesan bi rêya sazî, dezgeh, partî û rêxistinan, van hêzên ku pêdivî pê dibîne, bi xwe diafirîne. Rewşa ku îroj bi taybet li serê me kurdên li Bakurê Kurdistanê ye jî, ev e. Lewra Kurd û Kurdistan rastiyeke dîroka kevnar in ku bi tu rengî nikarin bêne tunekirin. Tenê dem bi dem xwestin ser binuxumînin, lê ev ne li gor rastiya jiyanê bixwe bû, ji lewre jî her carê serî da. 

Ji roja ku cara dawî serî daye û heya niha jî, sîstem hewl dide ku tune bike; eger na, qet nebe manîpule bike û bike binê kontrolekê, li deverek bihêle û nehêle bi pêş bikeve ku di nav demê de bi xwe birize û biçe. Ha eger ew jî nebe, ”çareseriyek” di bin kontrola xwe de bi pêş bixe ku bi ziyana herî kêm xwe ji vê ”pirsgirêk”ê rizgar bike. Ji derketina holê ya tevgera 49’an ve sîstemê dizanî ku divê tevgera kurd bê pasîvîzekirin, li ciyek bê hiştin û di nav xwe de bê rizandin, lewra bi komkujiyan nekarî kurdan tune bike, derketina tevgera 49’an nîşana vê yekê bû. Piştre DDKO û tevgerên din, lê hîn di wê demê de sîstemê kesên mîna Kemal Burkay ji bo pasîvîzekirin û qibleşaşkirina tevgerên kurd, bi projeyeke demdirêj û berfireh derxist pêş. Ya rastî projeyek serkeftî jî bû, lê Tevgera Azadiyê bi rêça Serokayetiya xwe ve, hemû projeyên dewleta tirk û sîstemê têk bir. Hêrs û aciziya zêde ya Burkay û sîstemê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd, ji ber vê yekê ye ku loma Burkay her carê hewl dide kumê xwe bide serê Rêberê Gelê Kurd. 

Niha dewlet û sîstema cîhanê ji ber nikarin vê tevgerê daqurtînin û pirsgirêka kurd dîsa bi ked, xwîn û xwêdana vê tevgerê û gelê kurd hatiye radeyeke wisan ku êdî divê çareseriyek bê bipêşxistin, wekî din rê nemaye. Di vir de pirsgirêkek tune, pirsgirêk ew e ku ne dewlet û ne jî sîstem, naxwazin bi destê PKKê çareseriyek bê pêşxistin. Ji ber du tiştên taybet û bingeh: Yek; eger bi destê PKKê bê pêşxistin, dê tu tiştek û tu pêşkeftinek di nav gelê kurd de ne di bin kontrola wan de, dijberî vê dê li dijî prensîbên bingehîn ên hebûna vê sîstemê û dewleta tirk bi xwe be. Ev xala herî grîng e. Dudu; dê ev yek bibe lixwemukurhatina têkçûna sîstemê û dewleta tirk a li hember berxwedana gelê kurd a di bin rêberiya Tevgera Azadiyê de. Ev jî xetereke mezin e, lewra dikare bibe sedema dilêrî û wêrekiya gelên din jî û ev dikare mîna lehiyek bilind bibe û biherike, heya ku dewleta tirk jî di nav de, sîstemê jî bide ber xwe û biçe. Ji xwe dewleta tirk, di lehiyeke piçûçik de jî dikare bi ber bikeve û bibe kavil, lewra ji xwe li ser kavilekê û hema ji vir û wir da bi danahevdinan ji xwe re starek li hev anîne, bermayiyên Osmaniyan. Loma jî ew vê rastiyê baş dizanin û bi tirs û psîkolojiya ku dê bêmal û li derve bimînin tevdigerin û ev jî wan bêtir dike hov û êrîşkar. 

 Ji ber van hemû rastiyan, sîstema cîhanê û dewlet, her tim di nav hewldana çareseriyeke li gor xwe de bûne. Ji bo vê jî, di van demên nêzîk de hema; ji nav PKKê bi xwe hêzeke mezin veqetandin, bi destê vê hêzê xwestin li bakur, di warê siyaseta legal de jî hin gavan bavêjin, ji bo vê destekên mezin dan û gavên grîng jî hatin avêtin, heta hin sazî û partî hatin avakirin jî. Dest avêtin hemû qadên ku Tevgera Azadiyê lê bi hêz û organîzekiriye. Çi çapemenî, çi çand, çi legal çi îlegal, di hemû waran de hewl dan ku li dijî Tevgera Azadiyê alternatîfên xwe, bi destê kurdên spî ava bikin. Hîn jî ev sazî û dezgeh, partî û hin kes têne fînansekirin û mixabin ku ev ji destpêkê ve bi rêya hêzên başûr ve, di bin navê desteka kurd û kurdayetiyê ve têne kirin. Ji xwe nedikarî bi awayek din bê kirin, bi taybet jî di serî de. Dê bertekên gel çê bibûna, dê nehatana pejirandin. Ji lewre jî di destpêkê de dîsa bi rêya hêzên başûr, ên ku ji PKKê hatibûn veqetandin, dihatin hewandin, parastin, perwerdekirin û fînansekirin, ew çûn, bi ser neketin. Piştre Kurd 1 ê derxistin, dîsa bi rêya heman hêzan hat fînansekirin, lê ew jî negirt, lewre hîn newelidî bû, hat deşîfrekirin. Ji bo vê jî ez û hevjîna xwe bûne armanca êrîşên qirêj ên malbata Nezan. Ji çêr û êrîşan bigire heya tehdîtan û bi malbatî, li gel hemû ferdên malbatê ku hemû gotinên wan ên xirab û neçê û tehdîdên wan di arşîvan de ne. 

Dema ev negirtin, AKP raste rast pêşî bi destê hin parlamenterên qaşo kurd ên nav xwe û hin kurdên xwefiroş û hin malperên qaşo kurd ve, kete dewrê. Dest bi propogandaya ”vebûn”a AKPê hate kirin û PKK li dijî vê vebûnê mîna asteng hate nîşandan, heta bi hevalbendiya MHP û CHPê hate tewanbarkirin, ji aliyê van kurdên spî û malper û weşanên ku di bin rêveberiya wan de ne ve. Bi têkçûn û biserneketina Kurd 1 ê re, TRT 6ê kirin dewrê û vê jî mîna gaveke dêwîn nîşan dan. Dîsa kurdên spî di dewrê de bûn, bi her awayî. Bahaneya wan jî ev bû: ”bila bi zimanê kurdî be, bila MHP bike, ferq nake, ji ber xizmeta zimanê kurdî ye”. Îcar xizmet e an xiyanet e, dê dem vê yekê bê guman aşkere bike. 

 Niha bi dest û rêya heman kurdan dixwazin projeya xwe pêk bînin û bi ser bixin. Her çendî gelek caran ceribandibin û bi ser neketibin jî, wekî din çareyeke wan jî nîne. Sînorek ji hêz û lîstikên wan re jî heye, lewre hejmar û kapasîteya kurdên spî diyar e û di destê wan de jî mîna çek û navgîn bi tenê ew hene. Yan na dê Tevgera Azadiyê bi ser bikeve. Piştî Burkay dê hîn kesên mîna Yaşar Kaya, Şivan û hinên din jî bibin û ji aliyê din ve jî dê bi operasyonên siyasî û leşkerî, bi ser Tevgera Azadiyê ve biçin, bikin ku bifetisînin, da rê li ber kurdên xwe vebikin. Dema bi ser bikevin jî, dê PKKê mîna astenga herî mezin a li ber çareseriya pirsgirêka kurd û sedema herî mezin a kuştina kurdan, xerab û wêrankirina ew qasî gund û zeviyan, wendakirina bi hezaran mirovî û sirgûnkirina bi milyonan kurdî, nîşan bidin. Hemû propogandaya wan dê li ser vê yekê be ku Burkay ji xwe ev demeke dirêj e li ser vê bingehê ”polîtîka” dike, ”rexne” li PKKê digire û PKKê mîna sedema van hemuyan nîşan dide. Vê jî ji xwe re dike palpişt û kumê xwe dide serê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. 

Hesab û pîlan ev in û ji xwe yên ku bala xwe baş didinê, dibînin ku ev demek dirêj e ev ji xwe tê kirin jî, tenê bi ser nakeve û loma jî, rê û rêbazên nû bi destê hin kesên ”nû” ve diceribînin. 

 Ez ê qala çûndina Burkay, pêşwazîkirina wî ya ji aliyê cîgirê waliyê Stenbolê ve, dayîna 4 polîsan ji bo parastina Burkay û hevdîtinên wî yên din ên bi berpirsên hukûmetê re, gotinên hatine kirin, nekim. Tenê dixwazim bêjim ku Burkay dibêje ’hatina min ne projeyek dewletê ye’, lê ez dibêjim ne tenê çûndina Burkay, lê li gor gotina wî 50 sal jiyana wî ya siyasî, ango hebûna wî ya di siyasetê bi xwe de ji destpêkê ve projeyeke. Îroj jî bi Burkay re dixwazin fînalê bikin. Malûm, temen jî êdî derbas dibe, divê jûbîleyek bê kirin. 

 Di encam de mirov dikare bêje ku, pêşeroja gelê kurd di bin fîlozofiya Rêberê Gelê Kurd de, bi fîdakarî, lehengî û aqilmendiya ciwanên kurd û gelê kurd ve tê honan. Yên ku di temenên xwe de hatine demên xwe yên dawî û heya vî temenî ji zikreşiyê û jiyaneke erzan û bê ked pê ve nekarîne yek serkeftineke piçûk jî di jiyana xwe de bi cî bikin, nikarin ji bo şivaniya yek berxekî jî bibine hêvî. Mîna hêviyekê xwepêvegirtina sîstemê û dewleta tirk a bi van kesan ve jî, bêçaretî û rebeniya wan dide der ku ev jî hîn ji destpêkê ve nîşana têkçûna wan e. Mahabad Felat Arda 2011-08-07 [email protected]