Pênûs,pênûs

Pênûs

A+ A-

Xame guhê xwe mûç, çavê xwe beliqandiye û amadeye ku bejna xwe li benda çend gotinên xama bitewîne; xwe gavek bigihîne xwezeya xwe û serê xwe bi ser rûpela spî de xwar bike. Lê belê çi fêde dest ji nivîsê re xam e. Ew hestên ku di rengê bûkanî û xamek de dibişkivîn, niha di dilê xamevanê xamar de di xamoşiyek kûr û dûr de ne… 


 Xame dizane ku sedema jiyanê peyve. Dizane ku ziman tehma xwe ji xwarinê xweştir, bi gotinê bikar tîne. Dizane ku nivîs fêkiye, bes raman vîtamîna gotinêye. Ekla herî xweş di marîfeta zanebûna gotinê de ye. De îca fermo bibejê heyran, kî xame kî xulame? 


 Xame dizane, ” ku ji şûr jî tûjtire”. De ewê zimanê kî bibire û ji kîjan zarokên berşîr re bibe pêsîra bişîr. Xame dizene dema were zimên ewê rûyê kaxizê sipî geş an bike. Bi reşbûna kaxizê sipî re ewê rûyê mirovahî sipî be. Şîrê qelemê peyve. Peyv berdevka jiyanê ye. Wek yara li benda çend peyvên rûgeş û dilnerm, pênûs li benda nivîskar sekiniye. De ka bêjin peyv çiye? 


Çawa ku çav, guh, -bi amûreya tehmê- ziman, hest peyva jiyanê digihînin mêjiyê mirov, herwisa mêjî, peyv û pênûsê dike amûrên ragihandinê. 


 Xame, amûrek ji amûrên nivisêye. Li gelek deveran jê re dibêjin pênûs, pênivîs, qelem. Bi rastî dema wek amûrek nivisandinê bê dîtin, jixwe navê wê li sere ye û gotina penûs an pênivîs pir pê dikeve. Îca gelo ji bo nivîskarek jî wusa bi hêsanî mirov dikare bêje amûrek ji amûrên nivîsêye û wîsa bihêle? 


 Ji dema gotin bûye amûra ragihandina navbera mirovan vir de, qelem jî pê re watedar bûye û asta wê roj bi roj di jiyana mirovahî de girîngtir dibe. Di dema îroyîn de cur be cur amûrên nivîsê hene. Ji qelemên textik heya keybordên kompîtera. Ji pênûsên reng bi reng heta telefonên desta hema her tişt ji bo nivisandinê amûreke. 


 Bi her awayî em dikarin bibêjin ku qelem jiyan bixwe ye. Wêneyên dadê û bavo ye di zarokatî de qelem... Hestên herî pêşî, yên xortaniyê… Evîn e… Kîn e… Bîranîne... Carina di destê dadrês de qedera reş… Carina nûra xwedê, carina tariya bela ; Her tim xelasiya gela ye… Belê mixabin; qelema min di vir de sekinî… Dilopek xwîn niqutî nav pênûsa min û dîlê minê xemgîn êdî westiya di bin tiraliya pêçîkên min de. 


 Nabe, nesekine ez xulam. Dizanim hibra pênûsê jî wek xwîna dil bi kele kele. Gere avên deryayan hemû bibin hibir û daristan hemû bibin pênûs. Gere tu binivisînî. Binivisînî da ku, bizanibî ew çi ye û ev qudreta nivisê ji kuderê te… Gere tu binivisînî ku tu xetere û kêmasiyên xwe baş bibînî û ji wan dûr bikevî. Wan bibînî û bi mirovan re parve bikî. Ger hibra te biqede, rake pênûseke din. Qelema te ko bibe ji nûh ve tûj bike. Hestên te ko bibe qelama xwe bîne bîra xwe. 


 Ma xwendin bê nivîs dibe? Ma nivîs bê xwendin dibe? De werin em van pirsan ji hev biqetînin. Fermana Xwedê ya herî pêşîn “xwendine”. Belê… Bixwîne! Bixweyîne!… Xwe bixwîne! Darû daristana bixwîne! Kanî û çema bixwîne! Çol û kevira, çivîk û hespa, rovî û tajiya… 


 Çaven yara xwe, xal û xetên li ser eniya dayîka xwe bixwîne… Sitûna mala xwe, birçîbûna zikê birçiya… Agirê kuçik, yê tenûrê, yê newrozê, yê ku ketiye daristanên welatê te bixwîne. Deste bavê xwe yê cedewgirtî, ken û giriyên cîranên xwe, leysikên zarokan bixwîne… Dilê xwe bixîne. Dilê xweyê bixwîn bixwîne. Emrê xwedaye; Bixwîne. farmana pêşîn û dawîne, bixwîne... 


Hêvî, bawerî, çaşakiyan bixwîne. Xwendin rabûna ser piyane. Rabe, bixwîne... 


 Di rêza jorhatinê de surata duyem, ya Qur-ana Xweda sureta qelem e. 


 “Nûn, welqelemî we ma yesturûn…” Belê “Nûn û sond li ser qelemê û rêza (rêze rêza nivîsan)…


” Zimanê mêjî, berdevkê hestê mirovane qelem… Xulamê zalim û dagirkeran... Neyarê herî mezinê bêçareyan. Agirê deve hût û hovane qelem… 


 Şûrê destê bêkesan… Stêrka şevînên şivanan. Heyva ezmanan. Hineya destê bûk û zavayan. Lîztîkvanê peyva. Rêberê rêwiyên li çola wendabûyî. 


 Birûska çavên te ye qelam, ku di pişta neyar de birq dide û taqeta wî dişkêne… Xame ye qelem, xama ye… 


 Nivîs ji bo mirovahiyê diyariyeke pir girînge. Dema fikr û raman bi zimanê şêrîn bên ziman, ewê bêguman tehmek xweş bistînin guhdar û xwendevan.

Jîr Jan Amedî 

[email protected]


Gotinên miftehî :