1. Tekst

  2. Nirxandin

  3. Bawer Yekta
  4. Pêvajoya aştîyê û dengdana jibo tezkera dersînor
Pêvajoya aştîyê û dengdana jibo tezkera dersînor,pêvajoya,aştîyê,û,dengdana,jibo,tezkera,dersînor

Pêvajoya aştîyê û dengdana jibo tezkera dersînor

A+ A-

Îro jî pergal a desthilatdar dixwaze bi van kiryarên dij Aştî rojeva kurdan a dilxwazîya çareserîya pirsgirêka kurd bixitimîne û tevlihev bike.Mirov jixwe pirs dike gelo çima tezkereya dersînor?. Qaşo jibo çareserîya pirsgirêka kurd hewldanek hebû û kesên aqilmend hatibûn hilbijartin ku li herderê tirkîyê û kurdistanê bigerin di derbarê çareserkirina pirsgirêka kurd de dîtinên xelkê bigrin û bigehînin raya giştî.Di serî de partîya akp qaşo serkêşîya çareserkirina pirsgirêka kurd dikir.Heman partî serkêşîya teskereya dersînor jî dike ev dibe sedema şer,wê demê hêvîya jibo aştî gav bi gav tê şikandin.

Em dinhêrin pêvajoya çareserîya demokratîk wekî keştîya ku noqê avê dibe serî lixwe nagre.Hin pakêt hatin pêşkêşkirin û tîpên kurdî ên qedexe wekî (QWX) hatin pejirandin ewqas.Bi rastî dema ku pirsgirêka kurd neyê çareserkirin û ne bi azadkirina tîpan nejî bi xwendina dersên bijare tu pirsgirêk çaresernabe jixwe fedîye mirov qala dersên kurdî ên bijare jî bike.

Divê nav li pirsgirêkê bê kirin hewldanên jibo çareserîya pirsa kurd bên destpêkirin.Wê demê kurdê di welatê xwe da bibin xwedî xweserî û di hemû beşên jîyana xwezayî da bi zimanê xwe tevbigerin wê demê mirov dikare qala çareserîya pirsa kurd bike.


Niha ku mirov qala tiştek bike û di devê xwe da bibe bîne bi mizmicîne xêra wî gotinê nîne.Divê ev pirsgirêka ku bi salane bûye wekî girêyek kor jihev bê vekirin û nav bê lêkirin an jî wê pirsgirêk bibe wekî birînek kûr li herderê civakê belav bibe.Îro ne wekî duh ne jî wekî pêre rojhilata navên tê guherandin kurd mecbûrê hevin ku lihev bicivin û pirsgirêkên xwe dinav hev da çareserbikin û bigehîjîn encamek wê demê tu hêz nekarîbe yekîtîya kurdan xerab bike û wê pirsa kurd zûtirîn bê çareserkirin her wiha wê gotina kurdan jî li herderê cîhanê bibe xwedî bandor.