1. Tekst

  2. Gotar

  3. Samî Tan
  4. Pêvajoya çareseriyê û şerê psîkolojîk
Pêvajoya çareseriyê û şerê psîkolojîk,pêvajoya,çareseriyê,û,şerê,psîkolojîk

Pêvajoya çareseriyê û şerê psîkolojîk

A+ A-

Piştî daxuyaniyên birêz Ocalan, nîqaş û keftûleftên der barê çareseriyê de lez girt. Serokwezîr Erdogan wekî dixwaze wan nirxandinên erênî pûç bike, dest bi êrîş û devjeniyan kir. Helbet di vê helwestê de bandora liberxwedana ku gelê kurd li çiya û baniyan li dijî qereqol û kelaqolan dide û encamên hilbijartinên Agirî û Norşînê heye.

AKP’ê di 30’ê adarê de li gelek cihan bi dek û dolaban, hin caran jî bi darê zorê rêveberiya navçe û bajaran bi dest xist. Li hin cihan jî tevî hemû dek û dolaban, di gel hemû pest û pêkutiyan nekarî encamê bi dest bixe, li ser vê yekê rabû hilbijartin li wan deran da betalkirin. Dema ku mirov bi awayekî gelemperî bala xwe dide betalkirina hilbijartinan mirov bi awayekî zelal dibîne ku li hemû cihan li ser nerazîbûn û gilîkirina AKP’ê Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) ew hilbijartin betal kirine. Desteya Hilbijartinê her tim li gorî daxwaza AKP’ê tevgeriyaye û daxwazên partiyên din li ber çavan nehatine girtin. Li Agirî 15 caran deng hatine hejmartin dîsa encam neguheriye, li ser vê yekê hilbijartin hatiye betalkirin.

Lê vê hewldana AKP’ê jî encam neguhart, li cihên girîng ên mîna Agirî, Yalova û Norşînê AKP têk çû. Vê yekê derûniya Erdogan têk bir, lewre jî bi taybetî li dijî têkoşîna azadiya gelê kurd dest bi êrîş û devjeniyan kir. AKP’ê di vê heyamê de tiştekî din jî kir; li dijî têkoşîna gel a li çiyayan, dest bi hemleyeke şerê psîkolojîk kir. Bi salan e ciwanên kurd êdî mêtingerî û dagirkeriyê red dikin û xwe li çiyayên Kurdistanê digirin. Ev yek jî di nav hin malbatan de nerazîbûnê pêk tîne. Nemaze jî malbatên ku dûrî doza kurdayetiyê ne dikevin nava keftûleftan da ku aqûbeta zarokên xwe hîn bibin, hinek ji wan jî dixwazin zarokên xwe bi şûn de bînin, lê belê ev hewldanên wan bi gelemperî bê encam dimînin. Piştî demekê piraniya van malbatan têkoşînê nas bikin, wateyê didin helwest û kirina zarokên xwe û bi çavekî din li meseleyê dinêrin.

Lê îcar AKP’ê dest avêt vê mijarê, bi riya sîxûr û nokerên xwe ev malbat bi rêxistin kirin û şandin ber deriyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê. Çapemeniya tirk wekî ku bi salan e dike dest bi şerekî psîkolojîk kir. AKP bi vê kirina xwe dixwaze bi tîrekê çend nîşanan hilde; hem dixwaze bala mirovan ji ser çalakiyên li dijî qereqolan bide alî, hem jî bike ku mirov bal û dehna xwe bidin ser vê “çalakiya malbatan”.

Çapemeniya AKP’ê di gel qelemşûr û aqilmendên xwe çalakiyên gelê kurd ên li çiya û zozanên Kurdistanê wekî çalakiyên tund û tûjiyê pêşkêşî raya giştî dikin, li gorî wan çalakîger bi vê têkoşîna xwe zerarê didin “pêvajoya çareseriyê” lê belê wê rûniştina malbatan wekî şoreşekê bi nav dikin.

Ew naxwazin rastiya vê kirin û helwesta ciwanên kurd fehm bikin û wateyeke rast bidinê. Îro bi dehan belkî jî bi sedan ciwan ji dadgehên dewleta dagirker ve bi cezayên giran têne darizandin, li gelekan jî ceza hatine birîne. Li hemberî zilm û zora ku hêzên dewletê li wan dikin, hinek jî ji mecbûrî berê xwe didin çiyayên Kurdistanê. Ew bala xwe didin jiyana li gund û bajaran tu hêviyê tê de nabînin, tu riya çareseriyê di vê pergalê de nabînin, ji ber vê yekê riya şer û parastina rewa tercîh dikin.

Heke AKP dixwaze birînên van dayikan derman bike, divê serê pêşîn qanûna têkoşîna li dijî terorê rake, deriyê girtîgehan veke, di serî de zarok û girtiyên nexweş, hemû girtiyên ku ji ber doza azadiya gelê kurd di hundir de berde. Her wiha hêzên dewletê li kuçe û kolanan her roj zarok û ciwanên me dikujin divê berî her tiştî ev êrîş werin rawestandin û hesabê kesên ku hatine kuştin were pirsîn. Hingî kes berê xwe nade çiyayan, ew ê li wir jî dê vegerin mala xwe û bikevin nav têkoşîna sivîl û demokratîk.