1. Tekst

  2. Ziman û Perwerde

  3. Bahoz Baran
  4. Pêveka Kesê Duyemîn ê Yekjimar
Pêveka Kesê Duyemîn ê Yekjimar,pêveka,kesê,duyemîn,ê,yekjimar

Pêveka Kesê Duyemîn ê Yekjimar

A+ A-

Pêveka kesê duyemîn ê yekjimar -(y)î, pêveka herî bi arîşe ye. Ji ber ku dengdêreke dirêj e, li hinek ciyan vegotina wê ne hêsan e û pêvek nayê bikaranîn. Li hinek ciyan ev pêvek, guhertinên din jî çê dike. Di vê nivîsê de ez dixwazim li ser pêveka kesê duyem ê yekjimar rawestim û hinek arîşeyên wê û riyên çareseriyê destnîşan bikim.

Tu→ -(y)î

Di Dema Boriya Dûdar De

Di dema boriya dûdar de em pêveka –(y)e’yê li dema boriya têdeyî zêde dikin. Lêker bi dengdêreke dirêj bi dawî bûbe, pêveka kesê duyemîn nayê bikaranîn. Pêvekên ku di nava kevanê de ne dikevin.

Dema Boriya Têdeyî Dema Boriya Dûdar

Tu çûyî . Tu çû(yî)ye.→ Tu çûye.

Tu bûyî . Tu bû(yî)ye.→Tu bûye.

Tu axiviyî. Tu axivî(yî)ye.→Tu avixiye.


Nîşe: Hinek kes pêveka dema boriya dûdar bi kar naynin û her du deman jî weke “Tu çûyî” nîşan didin. Ev çewtiyeke berbiçav e; ji lewre bi vî awayî her du dem ji hev nayên derxistin.


Ji Bo Lêkerên Cêwî

Hinek lêkerên me dema ku di dema borî de tên kişandin, ji bo ku weke lêker bên bikaranîn pêveka “î” yê digirin, heman lêker pêveka “iya”yê jî digirin. Ev guherîn li gorî herêman e. Her du bikaranîn jî hene û ji van lêkeran re lêkerên cêwî tê gotin. Di van lêkeran de jî ji ber dengdêrên dirêj û dirêjbûna peyvê pêveka kesê duyemîn dikeve. Pêvekên ku di nava kevanê de ne dikevin.

Dema Boriya TêdeyîDema Boriya Dûdar

Tu beziyî/Tu beziyayî Tu bezi(yî)ye/ Tu beziya(yî)ye→ Tu beziye/Tu beziyaye

Tu reviyî/Tu reviyayî Tu revi(yî)ye/ Tu reviya(yî)ye→Tu reviye/Tu reviyaye

Tu giriyî/Tu giriyayî Tu giri(yî)ye/ Tu giriya(yî)ye→Tu giriye/Tu giriyaye


Di Raweyên Çîrokiyê De

Çîrokiya dema bê bi pêvekên dema bê, bi teşeyê lêkerê yê dema boriya têdeyî, bi pêvekên kesane û bi pêveka çîrokiyê bi “a” yê çê dibe. Di çîrokiya dema bê û di raweyên xwestek û daxwazê de jî pêveka kesê duyemîn ji ber tîpa dengêr a lêkerê û ji ber dirêjbûnê nayê bikaranîn. Pêvekên ku di nava kevanê de ne dikevin.

Çîrokiya Dema Bê

Tu yê biçû(yî)ya→ Tu yê biçûya

Tu yê bibû(yî)ya→Tu yê bibûya

Tu yê biaxivi(yî)ya→ Tu yê biaxiviya


Ji bo raweya xwestek û daxwaziyê em peyvên weke “Eger, bila, xwezî, divê”yê tînin serê hevokê.

Çîrokiya Raweyên Xwestek û Daxwazê

Tu biçû(yî)ya. → Tu biçûya.

Bila tu biçû(yî)ya. → Bila tu biçûya.

Divê tu bibû(yî)ya. → Divê tu bibûya.

Eger tu biaxivi(yî)ya.→ Eger tu biaxiviya.


Ji Bo Lêkerên Cêwî


Çîrokiya Dema Bê

Tu yê bibezî(yî)ya→ Tu yê bibeziya Tu yê bibeziya(yî)ya→Tu yê bibeziyaya

Tu yê birevi(yî)ya→ Tu yê bireviya Tu yê bireviya(yî)ya→Tu yê bireviyaya

Tu yê bigirî(yî)ya→ Tu yê bigiriya Tu yê bigiriya(yî)ya→Tê yê bigiriyaya


Çîrokiya Raweyên Xwestek û Daxwazê

Tu bibezi(yî)ya→ Tu bibeziya Tu bibeziya(yî)ya→ Tu bibeziyaya

Bila tu birevi(yî)ya→ Bila tu bireviya Bila tu bireviya(yî)ya→ Bila tu bireviyaya

Divê tu bigiri(yî)ya→ Divê tu bigiriya Divê tu bigiriya(yî)ya→Divê tu bigiriyaya

Di Raweya Fermanî De

Raweya fermanî ji bo kesên duyemîn in, di vê raweyê de pêveka “bi”yê û li gorî mêjerê “-e” û “-(i)n” tên bikarînîn. Di raweya fermanî de pêveka kesê duyemîn nayê bikaranîn, eger bê bikaranîn rawe dê bibe raweya xwestek û daxwazê.

Raweya Fermanî

Tu bixwe.

Hûn bixwin.

Tu bixwîne.

Hûn bixwînin.


Nîşe: Hinek lêkerên bêrist li derveyî vê rêpîvanê ne.

Tu bigirî.

Tu bidrû.

Raweya Xwestek û Daxwazê

Eger pêveka kesê duyemîn bê bikaranîn, rawe êdî nabe raweya fermanî, dibe raweya xwestek û daxwazê.

Tu bixwî

Tu bixwînî.


Piştî Dengdêrên Dirêj

Pêveka kesê duyemîn ji ber ku dengdêreke dirêj e dema ku rastî dengdêreke dirêj tê, dikeve û nayê bikaranîn. Carinan jî ev pêvek xwe ferz dike û rayeka lêkerê xerab dike. Zimanê devkî ji ber pratîzebûnê gelek caran dengdêr û dengdar xistine. Di vî warî de rêpîvaneke xurt tune ye. Ez tenê dixwazim ji çend lêkeran mînak bidim:

Hatin

Ev lêker dema ku di dema niha û bê de tê bikaranîn weke rayek “ê” li holê dimîne. Weke ku xuya dike dengdêreke dirêj li holê dimîne; lê ev dengdêr pêveka kesê duyemîn naxe. Hinek kes di vê bikaranînê de pêveka kesê duyemîn bi kar naynin. Lê ew pêvek bê bikaranîn çêtir e; ji ber ku di vegotinê de jî ev heye û zehmetiyê dernaxe.

Tu têyî. Tu yê bêyî.

Lê dema ku dibe awayê neyînî îcar rayeka lêker “ê” dikeve û nayê bikaranîn. Ev jî rewşeke awarte ye ji bo vê lêkerê.

Tu nayî . Tu yê neyî.


Jiyan/Jiyîn

Ev lêkereke cêwî ye. Yekê “î” girtiye û yekê jî “iya”. Di dema niha û bê de rayeka vê lêkerê “jî”ye, ji ber ku tîpa dawî dengdêreke dirêj e, pêveka kesê duyemîn û ew li hev nayên û pêveka kesê duyemîn dikeve.

Tu dijî(yî). Tu yê bijî(yî).

Di awayê neyînî de jî dîsa yek ji wan dengdêran nayê bikaranîn.

Tu najî(yî). Tu yê nejî(yî).

Zan/Zayîn

Lêker weke “zan”ê tê bikaranîn lê weke navê lêkerê “zayîn” tê gotin. Ev cure lêker ji bo mirovan nayê bikaranîn bêtir ji bo heywanan tê bikarnîn. Di dema niha de rayeka lêkerê dibe “zê” bi vî awayî tîpa dawiya lêkerê dibe dengdêreke dirêj, lê weke ku me di lêkera “hatinê” de dît, ev dengdêr û pêveka kesê duyemîn dikarin bi hev re bên bikaranîn. Her çiqas ji bo kesê duyemîn(mirovan) ev lêker neyê bikaranîn jî em ê di nava formên wêjeyî de bifikirin û bi kar bînin.

Tu dizêyî Tu yê bizêyî

Di awayê neyînî de jî dîsa her du pêvek tên bikaranîn.

Tu nazêyî Tu yê nezêyî

Weke encam em dikarin bibêjin di dema boriya dûdar de tîpa dawiya lêkerê dengdêreke dirêj be pêveka kesê duyemîn nayê bikaranîn. Dîsa di çîrokiyên dema bê û raweyên xwestek û daxwazê de, tîpa dawiya lêkerê dengdêreke dirêj be ev pêvek dîsa dikeve û nayê bikaranîn.

Di raweya fermanî de jî ev pêvek ji holê radibe. Di demên din de dema ku rayeka lêkerê bi dengdêra dirêj “î”yê bi dawî bûbe, pêveka kesê duyemîn dikeve. Dema ku dengdêra dirêj “ê” li dawî be pêvek nakeve. Di hinek awayan de jî rayeka lêkerê diguhere. Li ser lêkerên kurdî xebateke berfireh nehatiye kirin ji ber vî awayî dibe ku hinek rêz û rêçikên din jî hebin û hinek lêker li gorî rêpîvanên din bên senifandin.

Bahoz Baran