Qada Newrozê,qada,newrozê

Qada Newrozê

A+ A-

Ku roja Newrozê be, her der ji te re qad e. Ku Newroz be, ne girîng e çendê mehê ye. Heke yê pîroz tu bî, kîjan roja ku bixwazî, dikarî bikî Newroz. Heke pîrozî û pîrozwerî hebe, dê gelek Newroz ango Rojên Nû, destpêkên nû derkevin holê.

Tu yî bingeh! Esil tu yî. Ew destên tu hêviyan jê dikî, destên te bixwe ne.
Yê cejneke ku 2.600 sal di ser re derbas bûye, dide jiyandin tu yî.

Heke ruh di te de hebe, her roj Newroz e. Tu ferqa 18'an ji 21'ê tune.
Baweriya te bi te hebe.
Tu ne bi tenê bî û te xwe bi tenê nehiştibe.
Lîrandina jinekê, qîrîna zarokekî, nalîna xwediyê birînekê besî te ye.
Çirûskek dikare agirê herî gûr ji ber lingên te derxe û destên te dikare hevsarê herî stûr ji zilmê re bihûne.
Dema ji dilê te bê, sorahiya çavên te dikare neyaran ji mêranî bixe.

Ma tu hindik î?
Tu û yên Newroz afirandin bi heman zimanî diaxivin, lo!
Xwişîna çemê ku ew li ber rûdiniştin, hîn tê guhên te û te bi masiyên heman çemî zarokên xwe xwedî kirine.
Destarê ku wan pê genim dihêra, di hewşa te de ye, ax ketiye ser, şeş metran.
Kevirên ku destên wan pê bûne û şeh kirine, hîn jî hîmên hewşa te ne.

Ma tu dûr î?
Tu hîn bi qasî navbera du gundan ji ser erdê wan bi dûr neketiyî, lê!
Bêndera ku kalikê te digerand, ji aliyê wan ve cara yekem ji keviran hatiye paqijkirin.
Hesinê ku bûye gîsn û tu dibî nav erd, ji aliyê Kawa ve hatiye lêdan û avdan.
Tu baş li ber xwe binihêrî, tê şopa Kawa bibînî li ser riya zeviyê, heke ax neketibe ser.
Kengî çavên xwe bigerînî, dikarî şopa çakûçê wî bibînî li ser keviran.
Li sêdera deriyê mala te,
Di hewdê ku mirîşk tê de avê vedixwin, bi sedan derbên Kawa hene.

Ta ku hişê te li serê te be,
Guhê te li ser azadî û serbestiya te be,
Û ruhê te bi hêviya xweşî û aramiyê lê bide, tu ne bi tenê yî û neviyên kalên te gund bi gun, bajar bi bajar, sînorbi sînor, welat bi welat hevalên te ne.

Ra be keçê!
Tu çawa xwe biçûk dibînî, kezîkurê!
Lîrandineke te dikare çar welatan bigihîne azadiyê,
Û bi milyonan zarokên pêxwas û başewala ji xizaniyê rizgar bike û bi xelasê bixe.

Pepûko, rabe ser lingan!
Dengê te yê bi heybet bes e, ji bo xêrnexwaz wekî çêlkewan belav bibin.
Bide tengala hevalên xwe û bimeşe.

Wekî Kawa bimeşe.
Wekî Kawa bavêje gavên xwe.
Wekî Kawa bifikire û wekî wî destên xwe li armanca xwe bipêçe.
Wekî Kawa hutik û kulma xwe li zincîrên xwe bixe û ji hev belav bike.

Azadî di nav qevda destê te de ye.
Qad, cihê ku tu lê yî ye.
Newroz, ew roj e ku tu û hevalên xwe hatin ser hevin e.
Pîrozî, di beşdariya te de ye.
Pîrozwerî, hêviya te ye, ya ji bo azadiya zarokên te.


Gotinên miftehî :