1. Tekst

  2. Gotar

  3. Rêzan Tovjîn
  4. Qamika Selîm Berekat
Qamika Selîm Berekat,qamika,selîm,berekat

Qamika Selîm Berekat

A+ A-

Di serê sedsala 20'an de ji bo hemû împaratoriyan bidestxistina çavkaniyên nû, ax, dewlemendiyên sererd û binerd xalên herî bingehîn bûn. Pêwistiya herî girîng bû.

Tiştekî diviya şerek derxista, ji bo parvekirina çavkaniyên nû. Ji ber ku çavkanî bê dagirkerî nedibû.

Di 28'ê tîrmeha 1914'an de, ku welîahdê textê Avûsturya Arşîduk Franz Ferdînand li Saraybosna hate kuştin, sedemek ji bo şer jî derket holê. Ev şer, dê şerê yekemîn ê cîhanê bûya. Osmaniyan jî dê di vê navberê de fersendek bidîtina û Ermenî ji ser axa Mezopotamya û Anatoliyayê paqij bikira.

Îro jî hinek dikarin qirra kurdan bînin û Kurdistanê ji wan paqij bikin. Belê dikarin û ji gelek kirinan hêsantir e jî. Lê ji bo vê yekê tenê divê wekî şert û mercên dema qirra ermeniyan, îro jî şert û merc amade bin.

Berî ku em ji Şerê Yekemîn ê Cîhan veqetin û bi kûrahiya mijarê ve dakevin, divê em bînin bîra xwe ku şer li ser armancên li jorîn hatiye behskirin, ji aliyê Elmanya ve hatiye destpêkirin. Elmanya êrîş bir ser Fransa. Îngiltere jî ji aliyekî ve, Rûsya ji aliyê din ve li Elmanya xistin û Elmanya bi ser neket. Lê Împaratoriya Osmaniyan bi ser ket: Ermenî neman.

Nexwe carinan şer negihîjin armancê jî, yên ji fersendên şer îstifadeyê dibînin dikarin bigihîjin armanca xwe. Heta hemû dewletan zerarek mezin dît, lê Osmaniyan hîn jî ji ber qirkirina ermeniyan tu zerar nedîtiye.

Şerê Yekemîn ê Cîhanê qediya. Kurdan ji wê demê tu îstifade nedîtin. Şer di 1918'an de qediya. Peymana ku herî nêzîkî wê ye û kurdan têkildar dike, peymana Sewrê ye, ku di 10'ê Gelawêja 1920'an de li Sèvres a Frensa hatiye îmzekirin.

Lê Sewr bi cih nehat. Tirk di şer de bûn. Şerê wan ku qediya, di 24'ê Tîrmeha 1923'an de peymana Lozanê li Lozan a Swîsre hate îmzekirin. Yên xurt qezenc kirin. Çiqas axa kê hebû, ji aliyê xurtan ve hate parvekirin.

Di na vê axê de axa Selîm Berekatî jî heye, ku du parên wê ji aliyê ereban ve hatiye parvekirin. Çima em bi taybetî behsa ereban dikin, ji ber ku Selîmê me bejn û bala xwe daye pêşxistina edebiyata erebî û ew cangoriyê edebiyata wan e.

Tirkiye ava bû. Lê ne wekî dewleteke normal a li ser fikr û ramanên sedsala 20'an. Ji alî mijara kurdan ve, ji Îran, Iraq û Sûrî paşverûtir bû.

Sedema vê yekê ne tirk bûn, lê encax miletekî wekî tirkan ji çandiniyê dûr çewtiyeke wiha bikira. Li şûna berê xwe bidin hilberîn, perwerde û pêşketina teknolojiyê, berê xwe dan pirsgirêkên navxweyî: Reng, deng, cil û berg, ziman, çand, huner û navên gelên din ji xwe re kirin pirsgirêk. Kurd, keldanî, suryanî, ermenî û gelek nijadên din bû armanca van çewtiyên dewleta tirk.

Ev kirin ne li gor berjewendiyên gelê tirk bû. Kemalîzmê ev kir. DYE'yê (USA) belkî xwestibe li şûna Kemalîstan fikrek din hebe. Belkî Menderes jî hewildaneke DYE'yê be. Lê çawa ku di Şerê Yekemîn ê Cîhanê de Îngiltere nehişt Alman bi ser bikevin, xwedîtî li Kemalîstan jî kir. Îro AKP'ya ku Kemalîstan hildiweşîne, ji ber vê yekê destekê ji DYE'yê dibîne.

Sal derbas dibin, dîwarê ku ji rastiyan re dibe perde jî bilind dibe. Qam û qamika yên wekî Selîm Berekat têra dîtina paş dîwêr nake êdî.

Di salên 1970'yî de li Kurdistana Bakur gelek partî û rêxistinên kurd hebûn. Hinekan ji wan, ji dewleta tirk daxwazên wekî "çêkirina riyan, kişandina av û elektrîkê, avakirina dibistanan" dikir. Hinekan doza Kurdistaneke serbixwe û azad dikir.

Dema PKK ava bû, cîhan bi du tîşan bû. Sosyalîzm û Kapîtalîzm. Sînorê rojhilata Kurdistanê sînorê SSCB'ê bû. PKK wekî rêxistineke sosyalîst, di bin bandora wê demê de ava bû. Şert û merc wê demê wisa bû. Heke PKK'ê di demek kin de serkeftinek bi dest bixista, dê dewletek sosyalîst ava bikira û biba cîranê SSCB'ê. Mele Mistefa Barzanî jî dikaribû ev armanc bikira û bi Rûsan re bazara vê yekê jî kiriye. Ji ber ku encax cîranekî sosyalîst dikaribû derfeta dewleteke serbixwe ji kurdan re derxista holê.

Ma me belasebe behsa şert û mercan û derfetan kir? Ji vê re belasebe bi frensî dibêjin "konjonktur".

Di wê konjonkturê de armanca PKK'ê ku di manîfestoya wê de wiha dihate nivîsîn: "Kurdistaneke Serbixwe, Murefeh û Yekgirtî" mumkûn bû.

Her yek ji me, dema ku tê dinê, şert û mercên demê bandorê lê dike. Tevger jî wisa ne. Dema PKK ava bû, DYE'yê li Rojhilata Navîn amadehiyek dikir. Navê plana wê "Parve bike, parçe bike, bi rê ve bibe" bû. PKK rêxistineke sosyalîst bû, ewqasî sosyalîst bû, ku serokatiya wê piştî hilweşîna SSCB'ê dest bi vesazkirina sosyalîzmê kir. Piştî sala 1993'an êdî serokatiya PKK'ê wekî dîtineke îdeolojîk, bawerî pê anî ku heke tirk, faris, ereb, ermenî, suryanî, keldanî û gelên din, dest nedin hev, dê hem parçe parçe bibin, hem ji Lozanê xerabtir bibin, hem jî sererd û binerda xwe bi xelkê bidin xwarin. PKK'ê xwe guhart. Ji ala xwe dest pê kir, ji rêveberiya xwe dest pê kir, ji Sekreteriya Giştî dest pê kir. Li gor şert û mercan xwe guhart.

Ev yek xetereyeke mezin bû ji DYE'yê re. Li gor DYE'yê Kurdistanek dikaribû bihata avakirin, lê hindik bû. Diviya çar Kurdistan bihatina avakirin. Ji bo vê yekê şerên navxweyî jî pêdivî bûn. Diviya her kesî şerê her kesî bikira. Ji Iraqê û pê ve wisa jî bû.

Lê DYE'yê bi PKK'ê re li hev nekir. Li gor DYE'yê PKK rêxistineke hîn xurtir bû, îtifaqeke mezintir bû. Dê bi kêrî gelek karan bihata. Lê ji bo hevkariya PKK û DYE'yê, diviya PKK'ê Kurdistaneke Serbixwe, ya ji hemû gelan qutbûyî bixwesta, dest ji berjewendiyên gelan û çînan berda. Li gor DYE'yê mumkûn bû ku bi PKK'ê re hevkariyek ava bibe, lê bi serokatiya wê re ne mumkûn bû. Îdeologê wê ew bû. Ji ber vê slogana "Ji PKK'ê re erê, ji APO re na" heye.

Binihêrin, îro jî gelek hêzên navnetewî amade ne ku bi PKK'ê re hevkariyê bikin. Lê ji bo vê yekê divê PKK bêje "ez nema di tu şert û mercan de bi Tirkiyeyê re rûdinim". Her wisa gelek hêzên herêmî û navnetewî amade ne ku bi PKK'ê re hevkariyê bikin, lê ku PKK bêje "ez nema di tu şert û mercan de bi Îranê re rûdinim."

Hevakarî tiştekî wiha ye; mirov hinek daxwazên hev qebûl dike û hinekî xwe bi hev girêdide.

Çawa ku gelê tirk di dema avakirina Tirkiyeyê de şaşiya înkarkirina kurdan nedît, îro jî nabîne ku berjewendiyên wan di ku de ne. Ya rast PKK jî ne ji bo berjewendiyên gelên din berjewendiyên kurdan binpê dike, PKK ji bo berjewendiyên kurdan naxwaze ji gelên din veqete û xwe teng bike. Wekî rêxistineke çepgir, dixwaze li şûna parçekirin, parvekirin û birêvebirinê, gelan bike yek û bira. Sedema ku Serokatiya PKK'ê li Îmralî ye jî ev e. Kesên ew birin wir, gotin "an ew ê dest ji vê yekê berde, an jî dê li vir bimîne". Ew jî ewqasî bawerî fikr û ramana xwe dike ku di wan şert û mercan de îdare dike. Heke ew îro Kurdistaneke li gor daxwaze DYE'yê qebûl bike, dikare di navbera çend rojan de ji wir derkeve.

Meseleya dijberiya Serokatiya PKK'ê ev e. Heta ew îro êdî Serokê PKK'ê be jî, ne Serokê PKK'ê be jî ne girîng e. Wî Serokatiya partiyekê borandiye, berbas kiriye. Îro gelek partî hene ku wî wekî serokê xwe qebûl dikin. Sibe li welatekî biyanî jî dikare partiyek wekî PKK, PAJK, PYD, PÇDK Apoîst ava bibe. Wî serokatiya partiyekê ji zû ve, hîn dema li Roma bû derbas kiribû, lê PKK'ê ew ranegirt.

Ne tenê Selîm Berekat, hinek rêveber û serokên kurdan jî ji pêvajoya îro fam nakin. Bika kes li qusûra min nenihêre, dema min bi zanistî, li vir ji we re îspat kir ku berjewendiyên gelê kurd di ku de ye, divê herkes rêzdar be. Fermo!

Îro şer di Sûrî de ye. Muxalefeta Sûrî ne yekgirtî ye. Kurdên Sûrî, heta berî niha bi çend mehan ne birêxistin bû. Ne çekdar bûn jî. Ewqasî ditirsiyan ku, nedihiştin di malên wan de kes behsa Esadan bike. Ma derew e? Dê rabûna şerê çi li hember Esadî û Sûrî bikirina?

Hem derdê kurdan bidestxistina azadiyê bû, an lêdana Esad bû?

Lê li aliyê din, derdê ereban û hêzên navnetewî ne azadiya tu kesî ye. Tenê dixwazin Esad here û Sûrî parçe bibe. Çenikekî hişê mirov li serê mirov be, wa ye li Misrê "şoreş" qediyaye, li Lîbyayê "şoreş" qediyaye. Kê azadiya xwe bi dest xistiye? Kîjan gelî bi qasî gelê kurd ê Sûrî tiştek bi dest xistiye? Divê em ji hev re çîrokan nebêjin.

Çawa ku di şerê yekemîn ê cîhanê de Osmaniyan ermenî ji holê rakirin û kurd (bav û kalê min û Selîm Berekat) bi kar anîn, her wisa îro jî fersend û delîveke wisa heye. Îcar îro kurd wê fersendê bi kar tînin.

Mijara ku hinek serokên kurdan fam nakin jî ev e: PYD dixwaze di nav Sûrî de statuya kurdan bi dest bixe. Dixwaze hem kurd herêma xwe bi rê ve bibin, hem jî ji kurdan re sînorekî nû çênebe. Yanî PYD riya transît ji Hewlêrê dikişîne Behra Spî. PDK îro fam neke, dê sibe fam bike. PDK ne ku fam nake jî, nikare ji hêzên navnetewî re bêje "na". Em vê jî fam dikin. Ser seran ser çavan. Lê PKK dikare ji her kesî re bêje "na". Wekî li jor min behs kir, ji tu kesî re, di berdêla tu tiştî de negotiye "erê".

PKK naxwaze Tirkiyeyê jî parçe bike. Li gor fikra PKK'ê dema kurd azad bûn dê tu sînor tu tiştî îfade nekin. Li şûna çêkirina sînorên nû, PKK hilweşîna sînorên heyî armanc dike. Kesên dixwazin li dijî PKK'ê têbikoşin, divê pêşî vê fam bikin. Divê ew jî bêjin "em çêkirina sînorên nû armanc dikin". Dema wisa gotin, em ê bawer bikin ku ew "wêrek" in. An na, bi çin û pin ev kar nabe. Bi girtina orta dêr ev kar nabe.

Tenê DYE di şerê li dijî PKK'ê de bi îstiqrar tevdigere. Nahêle ku Tirkiye pê re rûne. AKP'ê hem bi ser Kemalîstan de, hem bi ser PKK'ê de dajo. Nahêle pêvajo nerm bibe. PKK'ê bi hezar rûyên cuda dide xuyakirin. Derfetên ku kurd û tirk li hev rûnin hêdî hêdî ji holê radike. Tîne asta ku bera mirîkên hev bidin. Tenê bila ew bêje "ez karê xwe dizanim."

Û xema min ew xem e, ku kurdên pir şer dixwazin, dema dengê tivingan serê xwe dixin bin dawê. Daw jî nemaye, jin hemû li serê çiyê ne.

Kesên wekî Selîm Berekat dê ji niha û pê ve jî rabin û êrîşî Serokatiya PKK'ê bikin. Ev tiştekî pir normal e. Ev hemû ji stratejiyek navnetewî ye. Kî çi hêviyan ji Selîm Berekatî dike? Qey hûn hêviya fêmkirina îdeolojiyekê jê dikin? Ma hûn difikirin ku ew têrî fêmkirina Sosyalîzm, Kapîtalîzm, Feodalîzm, Kemalîzm û îdeolojiyeke din dike?

Di ramana min de, siyasetmedarekî bindest heke bi zimanê serdest siyasetê neke, dê têk here. Lê heke edebiyatnûs bi zimanê serdest kar bike, dê gelê bindest têk here. Mala xwedê ava be ku hejmara edebiyatnûsên me ewqas zêde ye û pêdivî bi hebûn û tunebûna Selîm Berekatî tune ye.

Dema mirov li hesin dixe, dengê "ting" derdikeve.

Hebûna wî jî "ting" e, tunebûna wî jî "ting" e.


Gotinên miftehî :