1. Tekst

  2. Ziman û Perwerde

  3. Bahoz Baran
  4. Qertafên Tewangê Tune Ne; Tewang Heye
Qertafên Tewangê Tune Ne; Tewang Heye,qertafên,tewangê,tune,ne,tewang,heye

Qertafên Tewangê Tune Ne; Tewang Heye

A+ A-

Heta niha û hê jî di gelek pirtûkên rêzimanî de ji qertafên me yên ‘î, ê, an’ê re “qertafên tewangê” dihat gotin û tê gotin. Lê dema ku em bi awayekî berfireh û zanistî li tewangê binihêrin; em ê bibînin ku, qertafên tewangê tune ne; lê tewang heye. Ji ber ku tewang guherîna kok û gewdeya peyvan e û bi guherîna dengan(bêtir dengdêr) çêdibe, em nikarin bibêjin qertafên wê hene, tewang navê guherîna dengan e, navê rewşa guherînê ye. Di hin zimanan de peyv dema ku tên çêkirin, diyarkirin û kişandin di kok û gewdeyên wan de guherîn çêdibin, navê wê ‘guherînê’ tewang e û tewang bêtir di zimanên malbata Hînd-Ewropî de heye. Jixwe raveya tewangê ya ku dihat dayîn û mînakên ku dihatin dayîn jî li hev nedikir; raveyê digot, divê di kok an jî gewdeyê de guherîn çêbe; lê dema ku me li mînakan dinihêrt ew guherîna dihat qalkirin çênedibû. Tewang, li gorî taybetiyên zimanan bi awayên cuda cuda derdikeve holê; weke mînak, di Erebî de ji bo bidestxistina peyvên nû û ji bo pirjimariyê divê peyv bitewe. Di Almanî û Fransizî de di diyarkirina hinek zayendan de peyv ditewe; ango ji kokê yan jî ji gewdeyê diguhere. Di Îngilizî de bi piranî di lêkerên bêrist de û di diyarkirina hin rewşên peyvan de tewang derdikeve holê. Di Kurdî de, peyvên nêr ên ku “a-e”yê dihundirînin dema ku xwe diyar dikin ditewin, hin cînavk jî dema ku xwe diyar dikin, dikevin rewşa oblîk ditewin. Ji ber ku di Kurdî de lêkerên bêrist hene, di kişandina wan ya li gorî deman de jî tewang çêdibe. Werin em bi hev re, bi awayekî berfireh û zanistî li wateya tewangê û fonksiyonên wê binihêrin.

Tewang çi ye?

 Di çêkirin, kişandin û diyarkirina peyvan de, eger di kok an jî di gewdeyê de guherîn çêbe, ev dibe tewang. Li gorî tewangê carna peyv pir diguherin; carna jî hindik. Bi piranî dengdêr diguherin û ev taybetî, bêtir di zimanên malbata Hînd-Ewropî de heye. Dibe ku tewanga her zimanî cuda be; lê divê di peyvê de guherîn çêbe. Dema ku guherîna kok an jî gewdeyê tune be mirov nikare qala tewangê bike.

Mînak:

Mast→ Ez mêst dixwim.

Di diyarkirna peyvê de “mast” bû “mêst”, ji ber ku di kokê de guherîn çêbû, tewang heye, peyvên nêr ên ku ‘a-e’yê dihundirînin bi riya tewangê dikarin xwe diyar bikin. Zayend û mêjer hat diyarkirin û peyv bû bireser.
Şûşt→ Min cil şûşt. Ez cilan dişom.
Di kişandina lêkerê de li gorî deman guherîn pêk hat, tewang çêbû.

Rolên tewangê çi ne di Kurdî de?

Tewang li sê ciyan derdikeve pêşiya me:

1. Peyvên nêr ên ku ‘a-e’ yê dihundirînin dema ku bên diyarkirin ku qertafa diyariyê ‘î’yê nestînin dikarin bi riya tewangê xwe diyar bikin. Ango tewang riya diyarkirina wan peyvên nêr e.

Mînak:
 
Ez dîwêr lê dikim.

Dîwêr bi riya tewangê hat diyarkirin, di koka peyvê de guherîn çêbû, ji ber vê yekê em dikarin qala tewangê bikin. Bi vî awayî peyvê xwe ji aliyê zayend û mêjerê ve diyar kir û ew bû bireser.

Ez dîwarî lê dikim.

Dîwar bi qertafa ‘î’yê hat diyarkirin di kok û gewdeya peyvê de tu guherîn çênebû, ji ber vê yekê em nikarin qala tewangê bikin. Zayend û mêjera peyvê bi riya qertafa diyariyê ‘î’yê hat diyarkirin.


Nanê mêst

Raveker bi riya tewangê diyar bû.

Nanê mastî

Raveker bi riya qertafa diyariyê ‘î’ diyar bû.

2. Hinek cînavkên diyarkirî-oblîk bi riya tewangê çêbûne, hinek jî bi riya qertafên diyariyê.
 
A. Cînavkên ku bi riya tewangê çêbûne:

Ez → Min, Tu → Te, Em→ Me, Hûn→ We

Ev cînavk bi riya tewangê hatine çêkirin.

B. Cînavkên ku bi riya qertafên diyariyê çêbûne:

 Ew+î= ewî→ wî,  Ew+ê= ewî→wê, Wan+an=ewan→wan

Nîşe: Li hin herêman hê jî bikaranînên weke “ewî, ewê, ewan” hene û ‘e’ ya serê wan cînavkan neketiye. Tewang ji ber ku bêtir guherîna dengdêran e û ji ber ku ev cînavk bi qertafên diyariyê hatine çêkirin, ev cînavk netewiyane.

3. Dema ku lêker li gorî deman tên kişandin ji ber ku di kok û gewdeyên wan de guhertin pêk tên tewang çêdibe. Bêtir di koka lêkerên birêst de tewang çêdibe.

Mînak:
 
 
Şûştin→Dema borî/ Min şûşt.→şûşt,  Şûştin→Dema niha/Ez dişom→şo

Parastin→Dema borî/ Min parast→parast, Parastin→Dema niha/ez diparêzim→parêz


 Belê, weke ku ji mînakan jî diyar e, qertafên tewangê tune ne, lê tewang heye û di zimanê me de li sê ciyan derdikeve pêşiya me. Ew qertafên ku heta niha ji wan re digotin “qertafên tewangê” jî ne qertafên tewangê ne, “qertafên diyariyê” ne; zayend û mêjera peyvê diyar dikin û wan dikin têrker û bireser. Divê navlêkirina qertafan li gorî peywira ku dikin be. Werin em bi hev re pêşî rewşên tewangê yên zimanên din binihêrin û piştre em derbasî “Rewşa Diyarkirî-Oblîk” û “Qertafên Diyariyê” bibin.

Çend Mînakên Tewangê Ji Zimanên Din

Di Erebî de Tewang


Erebî di nava zimanên herî tewangbar de cî digire. Tewang bi awayekî çalak di Erebî de derdikeve holê.
Di Erebî de di gelek diyarkirinên mêjerê de tewang derdikeve holê.

Mînak:
 
Vereqe (yekjimar) Evraq(pirjimar)
Şey(yekjimar)  Eşya(pirjimar)
Libas(Yekjimar) Elbise(pirjimar)
Mekteb(yekjimar) Mekatib(pirjimar)
Ji mînakan jî diyar dibe ku di kok û gewdeyên peyvan de guherîn pêk hatine.
Di Erebî de dema ku peyv tên çêkirin jî tewang derdikeve holê:

Mînak:

Kitûb/katîb
Mektûb/mekteb

Di Îngilizî de Tewang

Di Îngilizî de jî di kişandina lêkerên bêrist de û di hin awayên diyarkirina peyvan de tewang derdikeve holê.
Di Îngilizî de dema ku lêkera vexwarinê ‘drink’ tê kişandin diguhere û tewang çêdibe.
drink/drank/drunk;
Di koka peyvê de guherîn çêdibe. Jixwe guherîna ku em jê re dibêjin tewang jî herî pir, di dengdêran de çêdibe.
Dema ku em ‘man’a Îngilizî bikin pirjimar, qertafa pirjimariyê “s” nayê peyvê û peyv dibe ‘men’
ji ber ku di kokê de guherîn çêdibe ev jî dieb mînaka tewangê.

REWŞA DIYARKIRÎ-OBLÎK Û QERTAFÊN DIYARIYÊ

REWŞA DIYARKIRÎ-OBLÎK


 Navdêr dema ku peywirekê hilgirin ser xwe û ji rewşa xwerû derkevin, dikevin rewşa oblîk-diyarkirî. Dema ku dikevin rewşa oblîk-diyarkirî; dibin bireser û têrker. Bi vî awayî zayend û mêjera wan jî diyar dibin. Qertafên diyariyê vî karî pêk tînin: î (nêr), ê (mê), an (pirj.)

Mînak:

Heval hat. (Navdêr xwerû ye û kirde ye.)

Ez hevalê dibînim.(Navdêr ne xwerû ye û bireser e; ketiye rewşa oblîk-diyarkirî, zayend û mêjera wê diyar bûne.)

Ew ji yekî dipirse.(Navdêr ne xwerû ye û têrker e; ketiye rewşa oblîk-diyarkirî, zayend û mêjera wê diyar bûne.)

Mala hevalan (Navdêr ne xwerû ye û raveker e; ketiye rewşa oblîk diyarkirî, mêjera wê diyar bûye.)

 Nîşe: Celadet E. Bedirxan ji vê rewşê re dibêje “tümleç durumu ya da eğik durum”.  “Eğik”a ku Celadet E. Bedirxan qal dike ne tewang e, bala xwe bidinê Celadet E. Bedirxan qala “büküm-tewang” ê jî dike di heman mijarê de. Ew baş dizane ku  “Tümleç durumu ya da eğik durum” û “büküm-tewang” du tiştên ji hev cuda ne. Lewma di heman mijarê de zimanzanê me dibêje: “Peyvên nêr yên ku “a-e”yê duhindirînin ji dêvla ku “î” yê bigirin ew ji hundirê xwe ve ditewin û bi riya tewangê dikarin têkevin “rewşa têrkerî” ango xwe diyar bikin.

QERTAFÊN DIYARIYÊ

 Peyv dema ku tena serê xwe ne, di rewşa xwerû de ne û qertafên zayend û mêjerê nastînin; lê dema ku peywirekê digirin ser xwe û ji rewşa xwerû derdikevin dibin têrker û bireser qertafên “î, ê, an”ê digirin; bi vî awayî zayend û mêjera wan jî diyar dibin. Ev qertaf, navdêran li gorî peywira wan dixin rewşa oblîk-diyarkirî.(Bi lêkerekê re, bi navdêrekê re, bi daçekekê re). Dema ku navdêr dibin oblîk-diyarkirî zayend û mêjera wan jî diyar dibin. Ev qertaf di kok an jî gewdeya peyvê de tu guherînê çênakin ji ber vê yekê mirov nikare ji wan re bibêje qertafên tewangê.

î→(nêr)
ê→(mê)
an→(pirj.)

Peywirên Qertafên Diyariyê

Ev qertaf, rewşa oblîk-diyarkirî çêdikin. Em li heft ciyan rastî wan tên.


1. Di dema niha û di dema bê de, tên bireserê. Bireser dikeve rewşa oblîk-diyarkirî. Bi vê rewşa oblîk re zayend û mêjera wê jî diyar dibin. Di kok an jî gewdeya peyvê de tu guherîn çênabe.

Mînak:  

Tu pirtûkê dixwînî.                       Tu dê pirtûkê bixwînî.
   Ew hevalan dibîne.                    Ew dê hevalan bibîne.
   Ez yekî dibînim.                         Ez dê yekî bibînim.

2. Di dema borî de, ku lêker gerguhêz be, bireser qertafan nastîne. Kirde qertafên diyariyê distîne. Dikeve rewşa oblîk-diyarkirî, zayend û mêjera wê jî bi vî awayî diyar dibin. Ji ber ku ergatîfî heye, ev qertaf di vê rewşê de tên kirdeyê, nayên bireserê.

Mînak:  

Zînê ew got.   ew got.
Ehmedî ew got.   ew got.
Hevalan ew got. Wan ew got.
 
3. Qertafên diyariyê dema ku tên cînavkên ‘ew’ û ‘ev’ê, cînavkên diyarkirî-oblîk çêdikin. Zayend û mêjer jî diyar dibin.

Mînak:  

ew+î       →        ewî        →      wî       ev+î      →     evî       →      vî
ew+ê      →        ewê       →      wê      ev+ê     →     evê      →      vê
ew+an    →        ewan     →      wan    ev+an   →     evan    →      van

4. Di ravekê de jî qertafên diyariyê tên ‘ravekerê’. Raveker dikeve rewşa oblîk-diyarkirî, zayend û mêjera wê jî diyar dibin.

Mînak: 
 
Raveber                    Raveker                      Raveber               Raveker           
Nanê                           sêlê                               Nanê                     wan
Destê                          yekî                               Destê                    
Şibakên                      malan                             Şibakên               


5. Di ravekên rengêdêrên nîşanî de derdikevin holê û rewşa oblîk-diyarkirî çêdikin. Zayend û mêjer jî diyar dibin.

Mînak: 

Nêz                               Dûr
vî hevalî                         wî hevalî
vê hevalê                       wê hevalê
van hevalan                  wan hevalan

6. Daçek peyvên piştî xwe diyar dikin. Peyvên ku piştî daçekan tên dikevin rewşa oblîk-diyarkirî. Zayend û mêjera yan jî bi vî awayî diyar dibin.

Mînak:  

Ew li malê dimîne.
Ew ji daran hez dike.
Wan ji yekî re got.

Nîşe: Lê her tim ev rewş dernakeve holê. Bêtir dema ku peyva piştî daçekê hoker be, van qertafan nagire.

Mînak:
Li paş xwe binêre.

7. Peyvên ku piştî lêkerên berbiçûnî(datîf) tên, qertafên diyariyê distînin û dikevin rewşa oblîk-diyarkirî. Bi vî awayî zayend û mêjera wan jî diyar dibin.

Mînak:  
Ew çû malê
Hûn diçin malan.
Min êrîş bir ser gurî.

Encam:
1. Qertafên tewangê tune ne; lê tewang heye.
2. Dema ku qala tewangê bê kirin divê di kok an jî gewdeya peyvan de guherîn çêbe.
3. “î, ê, an” qertafên diyariyê ne. Zayend û mêjera peyvê diyar dikin û li gorî rewşê, peyvê dikin têrker û bireser.
4. Heft peywirên qertafên diyariyê hene.
5. Peyv dema ku ji rewşa xwerû derkevin bibin bireser û têrker qertafên diyariyê distînin û bi vî awayî zayend û mêjera wan jî diyar dibin.
6. Di rewşa ergatîf de qertafên diyariyê tên kirdeyê.
7. Di diyarkirina peyvên nêr ên ku “a-e”yê dihundirînin de tewang jî riyeke diyarkirinê ye.
8. Di zimanê me de li sê ciyan tewang heye: Di diyarkirina peyvên nêr ên ku “a-e” dihundirînin de, di çêkirina cînavkên diyarkirî-oblîk de û di kişandina lêkeran ya li gorî deman de.
9. Peywirên qertafan çi bin divê nav jî li gorî wê yekê li wan bên kirin.
10. Li gorî taybetiyên zimanan teşeyên tewangê diguherin lê guherîna kok û gewdeyê tim heye.

Çavkanî:
-Bedirxan, C.A û R. Lescot, 1991, Kürtçe Dilbilgisi Doz

-Ciwan, M. 1992, Türkçe Açıklamalı Kürtçe Dilbilgisi Jiyana Nû

-Ebdulfettah, D.2006, Nav Di Zimanê Kurdî De Enstîtuya Kurdî ya Amedê

-Bilbil M. û Baran B. 2008, Rêzimana Kurmancî Enstîtuya Kurdî ya Amedê

-Aksan D. 2007, Her yönüyle Dil Ana Çizgileriyle Dilbilim, Türk Dil Kurumu
         

Bahoz Baran
[email protected]