1. Tekst

  2. Gotar

  3. Rêzan Tovjîn
  4. Quncek ji Mehzena Tarî
Quncek ji Mehzena Tarî,quncek,ji,mehzena,tarî,raman,mirov,belki

Quncek ji Mehzena Tarî

A+ A-

Mehzena fikr û ramanên mirovan belkî tu caran ronî nebe, lê têkoşîna ronîkirina wê jî belkî tu caran neqede. Dibe ku ev herdu jî qanûnên xwezayî bin.

We qet qîzek van çaxan bi dayika xwe re dîtiye gelo? Li Kurdistanê... Qîzek ku pantorekî teng li xwe çirçirandiye, qutikekî teng û tenik li ser sîng û nava xwe kiriye. Sînga wê heta navtenga pêsîrên wê vekirî. Porê wê vekirî, şehkirî û di ser qebhetan re boyaxkirî. Qîzeke bîst salî û 44 kîlo.

Lê diya wê!?
Diya wê wekî tankêrekê ye. Tê bêjî qey ev bajar hemû jê re dixebite û ew dixwe. Di vê demsala germ û kelekela tavê de ewqas cil li xwe kiriye, ji bo ez binivîsim çi li xwe kiriye divê ez bibim xefye. Porê wê girêdayî ye. Ji van cilên modern ê jinên girtî jî parçeyek heye li ser wê, heta gûzika wê dadikeve.  Por girtî. Heta tu bibêjî misliman. Naşibe jinên kurd ên gundan, ku ew jî girtî ne. Ez ji vê girtinê re dibêjim girtina Fethulaciyan.

Ez xwe dixim şûna dayê.
Madem te xwe wisa girêdaye nexwe tu misliman î. Nexwe te bawerî bi xwedê û fermanên wê û pêxemberên wî aniye. Lê qîza te bi ya te nake. Jixwe tu di warê îslamê de tu tiştekî jî nizanî ku nîşanî qîza xwe bikî. Dê qîza te bi vî halê xwe here orta cehenemê. Lê tiştek ji destê te nayê.

Tu li ber çavan bi saxî qîza xwe binerd dikî.

Piştre bêhemd ez xwe dixim şûna qîzê.
Diya te ji tiştekî bawer dike. Behsa xwedê dike. Tu der barê xwedê de tiştekî nizanî. Lê tu jî bawer dikî ku xwedê heye. Tu hivza xwe jê dikî, lê tu der barê xwedê, pêxember û fermanan de tu tiştekî nizanî û kes jî nikare hînî te bike. Jiyan bi awayê diya te nameşe. Mirov qîmetê nadin wan tiştan. Bêhtir xweşikbûn û xweşik xuyakirin girîng e. Li rewacê ew heye. Mêr qîzên wekî tasek av dixwazin. Tenik, sivik, rengîn, xweşik û heta kêmaqil. Tu çiqasî bixwînî û têkevî nav felsefeyê ewqasî ji te direvin. Jiyan wisa li te hatiye. Diya te êdî nikare li gor vê yekê xwe biguhare. Wekî kirêca ku sal di ser re derbas bûbe û bûbe teht. Veger tune jê re. Tu diya xwe bi saxî binerd dikî, nikarî ji bo wê tu tiştekî bikî.

Piştre ez xwe dixim şûna qîzeke xwenede, di felsefeyê de kûr. Îcar tu di dîroka 14 milyar salan re li cîhan û mirovahiyê dinihêrî. Diya te ji aliyê hêzên dinyayî ve demek berê hatiye rapêçan û guhartin. Ew êdî nikare bide pey dîroka xwe û rastiyên xwe. Wê bawerî bi tiştekî aniye û 50 salî jê re çûye secdeyê. Tew nebe niha bawer dike ku dinyayek din heye û hêviyên wê hene ku li wir ev keda wê heba nebe. Tu niha rabî diya xwe biguherînî dê ev kevir jî ji bin lingên wê derkeve û bikeve erdê. Êdî tu nikarî ji bo wê tu tiştekî bikî.

Kî bawer dike ku ev keçik der barê diya xwe de wisa difikire? Bêhtir ew wekî keçeke di ser avê re dixuye. Diya wê li ber bayê ereban çûye, ew jî li ber bayê tirkan. Du nivşên cuda ne ji miletê min, aha wisa wan bi saxî binerd dikim.

Eve quncek ji mehsena mejiyê min ku berî niha bi saetekê ronî bû. Û nivîskarî ev e. Qunc bi qunc ronîkirina mehzenan.