1. Tekst

  2. Gotar

  3. Rizoyê Xerzî
  4. Qurbaniyên şerê qirêj
Qurbaniyên şerê qirêj,qurbaniyên,şerê,qirêj

Qurbaniyên şerê qirêj

A+ A-

Ev çend roj in ku dîmenên hovîtiya êrîşa bi çekên kîmyewî ya li Xûtaya Şamê li dijî sivîlan hatiye bikaranîn, di rojeva hemû cîhanê de ye. Bi hezaran gotar, nûçe û şîrove li ser vê êrîşê hatin kirin. Her yek li gorî xwe wê êrîşê şîrove dike û li gorî xwe tewanbarê êrîşê destnîşan dike. Ez ê jî li gorî çavdêriya xwe balê bikişînim ser çend xalên tarî yên di vê bûyerê de. Bi rastî dema mirov bala xwe bide kirinên hêzên rejîmê û muxalefeta çekdar a Sûriyeyê ku di vî şerê zêdeyî 2 salan e berdewam dike mirov dikare bi hesanî herdu aliyan jî tewanbar bike. Mirov dikare bêje ku ev kiryarên hovane ne dûrî herdu aliyane jî.
 
Lê hin pirsên wiha bêbersiv jî dimînin hene. Yek ji wan pirsan gelo ev rejîm ewqas ehmeq e ku komkujiyeke wiha di demekê de ku destûr daye heyeta navneteweyî ku lêkolîna bikaranîna gaza kîmyewî bike û di bin guhê wê de êrîşeke wiha hovane pêk bîne?

Ji aliyekî din ve aliyê din ê tewanbar ango muxalefeta çekdar a ku ew herêm di bin kontrola wan de ye dê çima êrîşeke wiha hovane bike? Wekî tê zanîn ji destpêka bûyerên li Sûriyeyê muxalefeta çekdar daxwaza destwerdaneke leşkerî li dijî rejîma Sûriyeyê dike. Wekî din jî Amerîkayê ku xwediya biryarê ye di vê mijarê de gotibû ku bikaranîna çekên kîmyewî ji bo wan xeta sor e û egera destwerdaneke leşkerî ye. Li gorî van daneyan jî ne dûr e ku ji bo destwerdaneke leşkerî muxalefetê bi xwe ev êrîşa hovane kiribe!

Aliyekî din jî heye ku dibêje dibe ku rejîma Sûriyeyê bi riya hin çeteyên xwe yên ku bi navê muxalefetê şer dikin ev êrîşa hovane dabe kirin da ku muxalefeta çekdar pê tewanbar bike. Ew jî ne dûrî aqilan e û dibe ku wiha be jî.

Lê bi her halî dema mirov bala xwe dide kiryarên ku serê 2 salan e di vî şerê qirêj de dibe ev êrîşa hovane bi bejin û bala herdu aliyan jî dikeve.

Ji ber ku di gelek bûyerên din ên berê de jî hate xuyakirin ku kuştina gelê sivîl ê Sûriyeyê ne xema herdu aliyan jî. Herdu aliyan jî gelek caran û bi behaneyên cuda gelê sivîl ê bê guneh kuştine.

Rastiya vê êrîşa hovane ji alî kîjan alî ve hatibe bikaranîn bila bibe rastiyeke beloq derdixe holê û ew rastî jî ev e: kuştina sivîlên bê guneh ji bo herdu aliyan jî pêkane û ne xema wane kî, çawa û çiqas mirov tên kuştin.

Her çendî ku niha kujer nayê naskirin jî lê qurbanî wekî hemû êrîşên din ên hovane dîsa gelê sivîl ê bê guneh e.

Rastiyek din jî heye ku ew dîmenên wan zarokên bê guneh ên mîna periyan çavên xwe girtibûn wekî ku di xeweke şêrîn de bin tucaran ji ber çavên kesê ku dîtin naçin. Ev cara pêşî ye ku min nas kir mirina bê xwîn û bê serjêkirin ewqasî bandorê li mirovan dike.


Gotinên miftehî :