"Rî dibe bost lê dijmin nabe dost"
Li Tirkiyeyê ev zêdetir û kûrtir e.
Pêla şowenî û faşîzanî ji desthilat û dewletê wisa bi awayekî xurt û tund li nav gel belav bûye ku di nava dil û mêjiyê nifşan de cî girtiye û her jehra serdestî û faşîzaniyê belav dike. Ev di nava demokrat û şoreşgerên Tirkan de jî bandorê kiriye û mixabin û sed mixabin demokratî û şoreşgeriya gelek kesan di pirsa kurdan de û di doza kurdî de diqede. Demokratên ku ji her kesî/ê re, ji her gelî re, ji her civakî re azadî û wekheviyê dixwazin û peyvên xweş û beş li ser demokrasiyeke wiha li dû hev dirêj dikin di doza kurdî de zimanê wan lal dibe, guhê wan kerr dibe û çavê wan kor dibe… Şoreşgerên ku dixwazin li her derê dinyayê şoreş pêk bê û ew jî herin şoreşan pêk bînin, dema ku mesele tê ser Kurdan û doza Kurdan wekî ku janeke zirav li wan bikeve her bê deng dimînin û paşê dema ku dengê xwe derdixin jî dixwazin kurdan bi dasa ko şerjê bikin.
Ev derûniyek e, ango derûniya civakê ya herî bêteşe ye.
Li Stenbolê festîvala filîman heye di festîvalê de gelek filîm têne nîşandan. Tesaduf bû roja 15’ê vê mehê ez li Stenbolê bûm û derhinêr Rodî Yuzbaşî – dostekî min ê hêja ye – got; “Îşev li filan derê filîmê min ê dokumanterî tê nîşandan tu jî were temaşe bike.” Min got “ser çavan” û ez û çend hevalan em çûn me got em filîm temaşe bikin. Piştî ku em rûniştin me dît ku du filîmên dokumenterî bi hev re ew ê nîşan bidin. Yek filîmê derhinêra Tirk e, yê din jî yê Kurd e, ku navê wî Rodî Yuzbaşî ye û di kişandina filîmên dokumenterî de gelek serkeftî ye û di orijînalîteya kurdan de li mirovahiyê digere, dibîne, bi awayekî xwezayî pêşkêşî temaşevanan dike.
Berê ku filîm dest pê bikin xanimeke derket pêşberî temaşevanan û got; “Temaşevanên hêja, îşev ew ê du filîm bêne nîşandan. Yê yekemîn gelek filîmek xweş e, ez gelek jê hez dikim û wisa ye û filan û bêvan…” ji nîv saetî zêdetir axivî û behsa naveroka filîmê ku piştî axaftina wê em ê temaşe bikin… Lê dema axaftina wê qediya bi hevokeke kurt û zuwa got; “filîmê duyemîn jî ji Rojhilatê Başûr (Guneydoğu) hatiye.” û ew qas…
Goya ev xanim demokrat bû, ya jî xwe wisa nîşan dida… Lê devê wê negeriya ku li ser filîmê ku ji Kurdistanê hatiye, li gundeke Agiriyê di çar demsalan de hatiye kişandin û bi her tiştê xwe kurd e û navê wî filîmî “Miraz” e. Ji lew re bêhna kurdî û kurdîtiyê ji wî filîmî dihat.
Ji ber vê nêzikahiya şoven ya jî faşîzan em kesên salonê gelek ji me aciz bûn, yek ji nav temaşevanan bi dengeke bilind got; “Hûn li her derê dubendiyê dixin nava Kurd û Tirkan, waye hûn li vir jî dixinê. Ev ne dirust e. Ma te çend peyv li ser filîmê duyemîn jî bigota ew ê çi bibûna?”
Salon tijî ye û pirên jê Kurd in, ne tenê ji bo filîmê Kurdî hatine, ji bo beşdarî çalakiyeke hunerî bibin û berhemên hunerî binirxînin. Piştî berteka temaşevên yekê din derket mîkrofonê girt destê xwe û got; “Yên ku huzûrê xera bikin em ê wan bavêjin derve!” Wekî ku dergevaniya fikr û ramanên şovenî û faşîzanî bike…
Ez di wê baweriyê de me ev bûyer bi tenê dema ku ez lê rast hatime ye; lê ez dibêm qey her tim bi vî awayî yên ku jehre serdestiyê xwarine û ha “demokrat”, ha “sosyalist”, ha “faşîst” bi çi awayî, kîjan navî li xwe dikin bila bikin dema ku mesele dibe “Kurd” tev di heman pozîsyonê de digihîjin hev.
Ev rewş di gotina pêşiyên me kurdan de gelek baş diyar e; “Rî dibe bost lê dijmin nabe dost”.
Îcar meseleya kurdan jî ev e; divê di vê rewşê de Kurd çawa tev bigerin? Bi rastî jî divê Kurd çawa tev bigerin? Kurdan qet ji xwe pirsiye?
Azad ZAL