1. Tekst

  2. Gotar

  3. Ezîzê Cewo
  4. R’AP’ER’ÎNA SÎNORAN
R’AP’ER’ÎNA  SÎNORAN,r,ap,er,îna,sînoran

R’AP’ER’ÎNA SÎNORAN

A+ A-

   Dema dibêjin sînor, welatê me yê çarparç’ekirî tê ber ç’avê k’urdan. Û k’urd di dilê xwe da nifiran li wan sînoran dikin, ên ku welat, r’uh û mejûyê wan çarparç’e kirine. Lê divê bê gotin, ku sînor li vir gunehk’ar nînin, ew sîstêmên dagirker in gunehk’ar, ên ku ew sînor danîne. Lê, divê dîsa bê gotin, ku hemû sînor xirab nînin. Mînak, sînorên welatê mirov, ên ku gel û welatê wî, axa wî ji destdirêjîyan dip’arêzin... Lê ji ber ku sînorên li ser axa welatê me ne yên me ne (r’asttir dibe, ku mirov bibêje, hemû ne yên me ne) dijmin çawa dixwaze, wan wisa jî li dijî me bik’ar tîne. Zar’okên gelê me li ser wan dikuje (em hema bûyera Roboskîyê bi bîr bînin), me ji hev parç’e dike... (k’ilît di destê wan da nîne, çi bixwazin wê jî dê bikin!?..) Ev dagirker in, mirov tê digihîje, lê dema yên me sînor di ser me da digirin... bila Xwedê me ji tiştên  wisa bip’arêze! 

... K’urdên me yên Başûrê Biç’ûk demên serhildanên di parçeyên K’urdistanê yên din, hert’im destê piştgirî û alîk’arîyê dirêjî wan kirine, heya bi xwe jî beşdarî t’evgerên net’ewî bûne, dema ew t’evger têk çûne, ne tenê ji bo wê têkçûnê lûvandine û hêsir rêtine, her weha p’enaberên wan hewandine, parîyê xwe yê dawîyê bi wan r’a p’arkirine...

Û, dema îro pêdivîya wan bi alîk’arîyê heye, û  dergê sînorê di navbera Başûrê Mezin û Başûrê Biçûk da tê girtin, heş û sewdayê mirov r’anake, mirov tênagihîje. Ma êdî biratîya me li k’u ma? Ma dilovanî û  mirovhezî (hûmanîzm) k’uda çûn. Ma, em ji k’ê ditirsin? Ma, kêm demên tirsê hebûne,  û k’urdên Başûrê Biçûk ew tirs dane bin p’êyê xwe, û destê biratîyê dirêjî  me hemûyan kirine...

Ez êdî tiştekî dinê nabêjim, dema îro ew gelê me yê dilsoz û leheng di tengasîyê da ye, pêdivîya wî bi helwestek a biratîyê heye – wek ya wî bi xwe li hember me hemûyan... Nizanim, nizanim!... Lê, her çi jî hebe, ez bi hêvî me, ku hemû p’arç’eyên K’urdistanê û k’urdên cîhanê dê dergehê dil û ruhê xwe vekin û xwîşk û birayên xwe hemêz bikin... 

BAŞÛRÊ BIÇÛK îro bendî piştgirî û alîkarîya biratîyê ye!..


***

Û dîsa sînor!...

Vê carê jî dagirkerên welatê me r’êya çûyîna derî sînor nîşanî me didin, ango, ji me r’a dibêjin, divê hûn ji vî welatî derên, her paşê emê li ser şer’ û aştyê bi we r’a biaxivin. Ji berê va hatye gotin: „Hatye cîyê min, rabûye rûyê min!“ – Balkêş e, ne, kî  rêya derî sînor nîşanî kê dide!  

A, ji bo demên weha ye, ku pêşîyên me gotine: „Dijmin tenê zimanê hêzê têdigihîje!“ Û gelê kurd di vê pêvajoyê da hêza xwe daye xuyan – hêza siyasî, ya civakî, ya rêxistinî-tevgerî û ya leşkerî. Û van hemûyan dagirker neçar kirine, ku ew rêyên çareserîya pirsgirêka kurd bigere. Û vê çareserîyê jî ew weke xwe têdigihîje! – Dîsa divê kurd dest ji xwe berdin,   hêzên xwe ji welêt derînin û... paşê lawikên osmanîyan dê bidin heşê xwe, çi bi gelê kurd bikin, çi  bînin serê wî. Dibêjin: „ Hûnê hêzên xwe ji sîniorê welatê xwe derxin!“ – Çawa dibe?! Heya sînor jî vê temûl nakin, ew di hindurê xwe da raperînê dikin. Gelo ew bi xwe jî tê digihîjin, ka çi dibêjin? Ma, mirovên xwedî heş û sewda wê destûrê bidin xwe, tiştên weha bibêjin? Ango, dixwazin gelê kurd bê hêza xweparastinê bihêlin, û paşê, çi bixwazin li serê wî bikin... Ma, mirov jî yên hemberî xwe ewqaqs biçûk dibîne? Ma, mirov jî ewqas teng û biçûk difikire? Ma, çima mafê her netewekê heye, ku xwe biparêze, lê gelê kurd ji wî mafî bêpar dimîne? Bi qanûna kîjan Xwedayî, împêratorî, padişahî an tiştekî din? Ma van tûzika Rêxistana Netewên Yekbûyî û pakt û peymanên navnetewî nexwandine? Anegorî van dokûmanan her gelekî bindest mafê wî heye ji bo rizgarî an parastina xwe her gerfet û hêzên xwe bikar bîne. An ev mafa ji bo gelên din di cî da ye, lê ji bo gelê kurd – na! An mafê gelê kurd di destê hinekan da ye? Xwedîyê wan mafan gelê kurd bi xwe ye (wek her gelekî cîhanê!), û mafên wî di destê wî da nin, û her tenê ew dikare  biryarê bide, ka wan mafan  çawa pêk bîne.  

Hew!

Ger rêjîma tirk a dagirker, behsa derketina derî sînoran dike, divê di sêrî da ew pirsê bide xwe, ka ew di welatê me da çi dike. Divê ew leşkerên xwe ji vê axê derxîne, ji ber ku ew artêşa dagirkerîyê ye. Û sedema hemû şer û pevçûnan jî ew rêjîma wan û artêşa wan a dagirker  in.

Eger ev rêjîm bi rastî dixwaze û amade ye, ji bo rawestandina vî şerî gavan bavêje, divê ew di sêrî da Rêberê gelê kurd birêz Abdullah Ocalan serbest berde, opêratsîonên leşkerî û tevkujîya sîyasî rawestîne, hemû girtîyên siyasî azad bike, lêborîna xwe ji gelê kurd bixwaze. Û ji bo karên siyasî merc û derfetan biafirîne , ji bo ku dest bi pêvajoya siyasî bibe! A, eger bi rastî xwesteka wan a aştîyê heye, ew divê helwesta xwe bidin xuyanê. An – na?!..

Lê, ger armanca wan ne aştî û şerrawestandin in, eger ew vê carê jî dixwazin xwedîyên xwe yên wî berî okîanûsê bixapînin û bazirganîya şêr bidomînin, gelê kurd êdî ne yê berê ye û dê neyê leystokên wan. 

Gelê kurd wek netewek a xwedî maf, ji bo aştî û dêmokrasîyê li hemberî têrora dewletê têkoşîn meşandye û îro jî dimeşîne û ji bo her gavek a aştyane amade ye. Lê yên dijberî wî divê ji bo aştîyê û ne ji bo xapandin û şêr xwe amade bikin... Ev serdema îro li hemûyan evê yekê ferz dike, ji ber ku ev şera ne kêrî gelê kurd tê, û ne jî – kêrî gelê tirk tê!

Ev şera ne şerê gelên kurd û tirk e!    

05.01.2013

EZÎZ Ê CEWO



Gotinên miftehî :