1. Tekst

  2. Gotar

  3. Ezîzê Cewo
  4. R’EŞKUJÎYA ŞENGALÊ Û DERSÊN WÊ
R’EŞKUJÎYA ŞENGALÊ Û DERSÊN WÊ,r,eşkujîya,şengalê,û,dersên,wê

R’EŞKUJÎYA ŞENGALÊ Û DERSÊN WÊ

A+ A-

Di çapemanîya k’urdî da (û ne t’wenê di ya k’urdî da) r’eşkujîya Şengalê bi berfirehî û p’ir’alî tê nirxandin… Û, her çiqas diçe, pirs pir’tir dibin, ne ku bersîv.

Lê ev ji t’u birînê r’a nabin derman!

Çiqas pirs jî hebin, tiştek li ber ç’avan e – k’omkujîya civakekê pêk hatye. Eger em vê zelaltir bibêjin, li dijî mirovahîyê sûcekî giran hatye kirin: bi hezaran mirovên bê sûc û guneh bi barbarî hatine kuştin – jin, zar’ok, kal û pîr; bi hezaran keç’ û bûkên ciwan hatine r’evandin û di bazarên bajarên cîhana bênamûs da ew derxistine firotanê. Û ji bo van kiryaran jî navek heye – hovîtî û barbarîya sedsalên navîn… Tiştê ku li Şengalê pêk hatye, heya dir’ndeyên hov – gur û çeqel jî bi tiştên wisa r’anabin!

Erê, ev dir’indeyên hov in, ewê hovîtîyên xwe pêk bînin, ji ber ku ew bi gênêtîkî wisa hatine cîhanê, xwezayê ew wisa sêwirandine. Lê k’urd, ewên ku t’enê p’eywir û erkên wan – hem bi destûrî, hem jî bi qanûnên mirovî yên nenivîsî, ew bûye, ku di r’ojên teng da li gel xwedî derk’evin û wî biparêzin?…

Ev çi ye, mirov dive vê çi nav bike: xiyanet, xwefiroşî, tirsonekî, r’evekî?... Yan ev hemû bi hev r’a û di nav hev da?

Helbet, dîrokê k’arên k’irêt ên van mirovan (helbet, eger mirov bikaribe vana mirov nav bike!) – ji jêr heya jor, qîmet bike, wê navên wan jî, yek bi yek derxe hole û bi herfên r’eş binivîse, çiqas jî ew mak’îna propagandyê ya ku bê ser û ber dizivir’e, bikine k’ar, çiqas jî hewl bidin û bixwazin r’ûyê xwe yê r’eş sipî bikin…

Mirov ji bêhêztî û bêç’aretîya xwe dixwaze bike qêr’în, serê xwe li dîwaran bixe!..

Çawa dibe?! Ev bêdadî û barbarîya van r’ewirên dir’inde, hema dive r’astî gelê me bên? Ma, êdî bes nine, ku em fermanên hatin e sere me, bihejmêrin: … 70, 71, 72, 73, 74 û 75?! Ma dive em r’ojekê li dijî vê r’awestin û wê r’awestînin? Ma, gelo êdî dem nine, şûna ku em bilûvînin, derdê xwe bigirîn û ji vê cîhana bêwijdan, bênamûs û bêexlaq r’a bibêjin û ji wan alîk’arîyê bixazin, bi xwe ji vî derdê bê derman r’a ç’areyekê bibînin?...

…Û t’evkujîya êzdîyan îro jî didome!

Û di vê r’ewşê da dewletên cîhanê yên bi hêz û gewre hê dicivin, ji bo bir’yara alîkarîya êzdîyan bigirin… Lê êzdî ne t’enê bi t’evkujîya r’eş r’a r’ûber’û mane, lê her weha t’evkujîya sipî bi merdane dergehê xwe yê r’eş vekirye û amadeye wan dabelîne… Bi hezaran êzdîyan li welatên cîhanê yên cuda belav dikin, ên ku dibe ku ji mirina fîzîkî r’izgar dibin, lê wê bê xwedî û piştovanî bêne bişavtin û wê êdî veneger’in welatê xwe, ji ber ku welatê wan nikaribû wan bip’arêze û ji hebûna wan r’a bibe garantî. Wê demê behsa bidewletbûna çi tê kirin, ew dewlet wê ya k’ê be û ji bo çi be? A, ev e t’ehlûkeya here mezin! Divê em bi net’ewî li ser vê malwêranîyê sere xwe bêşînin – bi net’ewî. Ew sazî û dezgehên dewletê, yên ku ji bo ku pêşîya vê t’ehlûkeyê bê girtin, bernameyên xwe yên demdirêj amade bikin, li k’u ne?...

Şûna ku seferberîya net’awî bê daxuyandin, şûna ku hemû hêzên net’ewî k’arê xwe bikin xizmeta r’izgarkirina Şengalê, şûna ku hemû hêz û derfetan bikin p’arastina bingeha şaristanîya net’ewî ya kevnar, ji nûva wê ava û şên bikin, bikin bin p’arastina hêzên net’ewî û hebûna wê bikin garantîyê, hinek r’ayedar û siyasetmederên Herêma Başûrê K’urdistanê hewl didin r’ûyê gunehk’arên vê trajêdîya net’ewî yê r’eş sipî bikin û gunehk’aran li cîyekî dinê biger’in, li k’u ew nikaribûn hebûna...

Gelo k’îjan sazî û dezgehên net’ewî dizanin çend k’urdên êzdî k’uda çûn (an ew kuda birin) û ew li k’u cîh bûn? Gelo k’î dihejmêre gelo çend êzdîyên paşê veger’in ser axa xwe – Şengala pîroza, li k’u ew hatin qetilkirin? Gelo k’îyê wisa bike, ku ew Şengala p’akr’ewan ji nûva jîndar bibe û bibe warê şaristanîyê û êzdî bixwazin veger’in wir… Eger ev yeka pêk neyê, wê ew şik û gumanên gel, ên ku digotin, Şengal bi zanebûn nep’arastine, ji bo ku wê ji êzdîyan paqij bikin, bibe r’astî! Wê demê, gelo k’esekê bikaribe bersîva gel bide…

Ji bo wê jî, ji bo ku r’ayedarên fermî, sîyasetmederên li ser k’ar hebûna xwe mafdar bikin, dive ne ku t’enê bersîva pirsên gel bidin û xwe bi gotinê gulover’ ji sûcdarîyan bip’arêzin, lê her weha her tiştî bikin, ku Şengala bi fîzîkî p’akrewanbûyî bi wat’eyî jî nemire! Evê sûcê giran be li dijî mirovahîyê!… Divê hemû hêzên net’ewî wisa li Şengalê xwedî derk’evin, ku piştî r’izgarkirinê ew bibe p’eykerekî bîranîna hemû t’evkujîyên Kurdistanê – weke Helebçeyê, ji bo ku ew bibe warê jîyanêyî bi ewle, û êzdî bê tirs û guman veger’in warê xwe, ji bo ku bingeha me ya net’ewî nebe gorîya hovîtîya wan barbarên dir’inde…

Û bi vê t’enê ewên gunehk’ar, ên ku Şengal û şengalî bê hêz û p’arastin li hember wan merivxuran hîştin, wê bikaribin piç’ekî (t’enê piç’ekî) gunehê xwe sivik bikin…

Ezîz ê Cewo

22. 08. 2014

Sîp’an (P’ampa K’urdan)