1. Tekst

  2. Gotar

  3. Ezîzê Cewo
  4. R’OJNAMEGERÎ DIVÊ HEM AZAD BE, HEM JÎ BÊT’EREF BE!
R’OJNAMEGERÎ DIVÊ HEM AZAD BE, HEM JÎ  BÊT’EREF BE!,r,ojnamegerî,divê,hem,azad,be,hem,jî,bêt,eref,be

R’OJNAMEGERÎ DIVÊ HEM AZAD BE, HEM JÎ BÊT’EREF BE!

A+ A-

Anegorî qanûnên r’ojnamegerîyê, mirovek an kesek, ê ku ji navê r’ojnamegerîyê agahîyan r’adigihîne, an daxuyanîyan dide, ew dive li ser bingeha daneyîn obyêktîf û r’ast bin. Ev prênsîpên r’ojnamegerîyê yên exlaqî ne. Di cîhanê da gelek r’ojnameger û sazî an weşanên çapemenîyê hene, yên ku xizmeta r’êjîma welatekî konkrêt a desthilatdar dikin. Ewana wijdanê xwe dispêrin berîka xwe û namûsa xwe jî didin bin p’êyê xwe û dibin pergal û hêman di destê r’êjîmên dijmirovî da… Mirov evê efû nake, lê heya r’adeyekê tê digihîje: mirov in ditirsin, lewazîyên wan ên mirovî hen. Lêbelê r’êxistneke wek Sazîya R’ojnamegeran a Bêsînor (RSF) navekî weyayî bilind danîye ser xwe û dive anegorî wî navî jî derê. Ew r’apor, a ku ewê saziyê di derbarê azadiya r’agihandinê di R’ojavayê K’urdistanê amade kirye, dive ewê li ser bingeha agahîyên ç’avkanîyên xwe amadekiribe. Eger na, ewê ew rapor li ser bingeha agahêyên hinek xulamokên hinek r’êjîmên herêmê amadekiribe, ew şanê wê nak’eve û ne anegorî nave wê ye… Di R’ojavayê K’urdistanê da berxwedana gel a ji bo mafên xwe yên mirovî û netewî heye, û her agahîke di derbarê r’ewşa wî p’arç’eyê K’urdistanê da di berjewendîyên PYD – T’evgera gelê k’urd a r’izgarîxwaz da ye. Tiştê ku li wir pêk tê, bi r’astî, pêdivîya wê bi r’onîkirineke rastîn û obyêktîf heye – ji hêlekê va berxwedana gel, ji hêla dinê va siyaseta r’êjîma dijmirovî ya serdest û êrîşên k’omên r’adîkal ên îslamî, yên ku ji hêla r’êjîma T’irkîyayê va va tên destekkirin. Ji bo wê jî, berî ku RSF r’aporeke wisa amade dikir, divya bû, ku r’ojnamegerên xwe yên pêbawer ên bêteref û ne berjewendîp’erest bişandana wir… Ma mirov jî hilde û vê têk’oşîna net’ewekê ya mafdar a li dijî bindestîyê û dagerkerîya navnet’ewî bi ç’avên serdest û dagerkeran bide xuyan?!

Helwesteke weha ne hêjayî nave r’ojnamegerîya pr’ofessional e, û, ji bo wê ez wek r’ojnameger wê şermezar dikim û bang li RSF-ê dikim, lêborîna xwe ji gelê k’urd û t’evgera wê bixwaze û ji bo r’aporeke bêt’eref a obyêktîf hinek r’ojnamegerê xwe yên professional bişîne R’ojavayê K’urdistanê. Gaveke weha wê anegorî r’astîyê be û wê navê RSF-ê ji neobyêktîfî û bit’erfbûnê bip’arêze.

Ezîz ê Cewo Mamoyan (Korda Mad)

Endamê Yekîtîya R’ojnamegerên R’ûsîyayê, PEN-a K’urd û ya Navnet’ewî

10. 05. 2014

Bajarê Pyatîgorskê/R’ûsîya