1. Tekst

  2. Komputer

  3. Rêzan Tovjîn
  4. Rewşa-Zimanê-Kurdî - Statistik
Rewşa-Zimanê-Kurdî - Statistik,rewşa,zimanê,kurdî,statistik,explorer,gerok,bername,

Rewşa-Zimanê-Kurdî - Statistik

A+ A-

Bi îngilîzî "Explorer". Bi kurdî "gerok". Bernameyek e li ser komputerê, ji bo mirov têkeve malperan û di înternetê de bigere.

GEROK ÇI YE?

Active Image Bi îngilîzî "Explorer". Bi kurdî "gerok". Bernameyek e li ser komputerê, ji bo mirov têkeve malperan û di înternetê de bigere. Bi piranî yek ji van îkonên jêrîn tên tikandin û înternet vedibe.

 

Wekî tê dîtin di rêza yekem de "Internet Explrorer" heye. Kesên ku wê bi kar tînin teqez zimanekî biyanî bi kar tînin. Ji ber ku Windowsê hîn ev gerok bi kurdî neweşandiye.

 

Lê îkona navîn a rêza duyemîn, ku wêneyê rovî heye li ser û xwe lê pêçaye, îkona "Mozilla Firefox" e. Niha ew bi kurdî jî tê bikaranîn. Gelek kurdan ew daxistine ser komputera xwe û dema dikevin înternetê, wê bi kar tînin.

 

Ev ên din jî Netscape, Opera û hin wekî din in. Opera di sala 2005-2006'an de demek dirêj bi kurdî hatibû destekirin, lê piştre wergerên kurd dest ji desteka wê jî berdan û hemûyan desteka Firefox a Kurdî kirin.

 

Mozilla Firefox a Kurdî Tiştekî Çawa ye?

Kesên ku Mozila Firefox a Kurdî daxin ser komputera xwe û saz bikin, dibînin ku êdî menuyên bernameyê bi kurdî ne û di gera xwe ya înternetê de êdî bi kurdî kar dikin.

 Kesên Mozilla Firefox a Kurdî bi kar tînin, di hemû gera xwe ya înternetê de bi kurdî digerin û di statîstikên dinyayê de wekî "kurd" tên naskirin.

 

Di Statîstikên Înternetê de Girîngiya Ziman:

Armanca vê gotara me jî ev e. Li cîhanê tu dikevî înternetê, zimanê "geroka" te çi be, tu wekî endamekî wî miletî tê naskirin. Di statîstikan de li gor zimanê geroka xwe tu an ereb î, an faris î, an tirk î, an alman î, an îngilîz î, an swêdî yî. Lê guhertina vê yekê di destê te de ye. Heke tu Mozilla Firefox a Kurdî bi kar bînî, di statîstikên hemû cîhanê de tu wekî "kurd" tê naskirin û şîrketên înternetê polîtîkaya weşana xwe li gor nasnameya xwendevanên xwe belî dikin.

Mînak niha kampanya Facebook a Kurdî, kampanya Hotmail, Gmail, Google, Yahoo û Twitter a kurdî zehmet e ku bi ser bikevin. Ji ber ku şîrketên xwediyê van malperan dema li rewşa statîstikên Google dinihêrin, dibînin ku kesên kurd nîn in, ango pir hindik in. Ji ber ku di înternetê de em Firefox a kurdî bi kar nîn in, em dibin sedemê tune qebûlkirina kurdan.

Çend Kes MOZILLA FIREFOX a Kurdî bi Kar Tînin ?

Li gor statîstikên Google, di mehekê de nêzî milyon û nîvekê tikandin di rûpelên Amîda Kurd de çêdibin. Ji van xwendevanên Amîda Kurd, kesên ku gerokên xwe bi kurdî bi kar tînin çiqas e? Fermo rewşa zimanê gerokên we:

%32.49 Internet Explorer Turkce
%14.94 Internet Explorer Germany
%10.37 Mozilla Firefox Germany
%9.50 Internet Explorer Swedish
%7.72 Internet Explorer English

%5.68 Mozilla Firefox Turkish
%2.28 Internet Explorer Francais
%2.22 Mozilla Firefox Kurdish

Em Xizmeta Kîjan Ziman û Gelî Dikin ?

 Înternetê vekin û hinekî bigerin. Bi hezaran gotar hene, ku kurdan behsa rewşa zimanê kurdî kirine û dilsoziya xwe anîne ziman? Lê şexsê min li ser vê mijarê gelek caran gotar nivîsandiye û gazî herkesî kiriye ku ev mijar mijarek pir girîng e. Ji bo şîrketek wekî xwediyê Facebook, Windows, Google, Twitter, Yahoo, Hotmail, MSN û hin wekî din bizanibe ku kurd hene û kurdî dixwazin, gerek vî tiştî di înternetê de bibînin.

Mozilla Firefox, ji bo tu nasnameya xwe aşkere bikî pir girîng e.

Tu li ser kîjan îdeolojî, siyasetê dibî bibe, tu endamê kîjan rêxistinê bî bibe, tu çiqasî serbixwe bî bibe. Di înternetê de, tê dîtin ku tu xizmetê ji zimanekî din re dikî û tu gazî şîrketên biyanî dikî ku pirtir guhê xwe bidin ser wî zimanî.

Ji bo vê yekê, niha lînka jêrîn bitikîne û belaş Mozilla Firefox a Kurdî daxe, saz bike û careke din ji xeyrê wê bi tu gerokan nekeve înternetê. Tê bibînî ku êdî virus hindiktir bûn, înterneta te lezgîntir bû û gelek problemên din jî çareser bûn. Û êdî di statîstikên cîhanê de tê wekî kurdekî werî naskirin.- www.amidakurd.com/

De fermo, bitikîne, daxe, saz bike û ala kurdî bilind bike!

http://www.mozilla.com/en-US/products/download.html?product=firefox-3.5.5&os=win〈=ku