1. Tekst

  2. Daxuyanî

  3. Amîda Kurd
  4. Rewşenbîrên Kurd gazî Gelê Amerîkayê dikin
Rewşenbîrên Kurd gazî Gelê Amerîkayê dikin,rewşenbîrên,kurd,gazî,gelê,amerîkayê,dikin

Rewşenbîrên Kurd gazî Gelê Amerîkayê dikin

A+ A-

Komek rewşenbîr; nivîskar, hunermend û helbestvanên Kurd daxuyanîyeke navnetewî der barê dagirkirina Turkî û helwesta dewletan de gazî gelê Amerîkayê dike.

Gelî Amerîkîyan!

Gelê Kurd wekî hûn ji nêzîk ve dişopînin li Sûrîyeyê ji alîyekî ve parastina xwe dike, ji alîyekî ve parastina hemû Cîhanê dike, li hember êrîşên terorîstên DAIŞ, El Qaid, El Nusra û versiyonên wê yên cûr bi cûr ku dijî hemû peyman û hêjayiyên navneteweyî yên der barê mafên mirovan, demokrasî, azadî û edaletê de ne.

Ji destpêka sala 2011'an ve, ku şerê navxweyî yê Sûrîyeyê dest pê kiriye, Gelê Kurd helwestek rast nîşan daye, beşdarî şerê navxweyî nebûye, xwe dûrî vî şerî hiştiye, ev wekî şerê navxweyî yê Sûrî û Ereban dîtiye, nebûye alî. Lê wekî erdnîgarî, dema Gelê Kurd axa Rojavayê Kurdistanê diparêze di navbera cîhanê û cîhadîstan de jî dibe bend û ji bo cîhaneke ewle roleke mezin a mirovahî dilîze. Bi vî rengî di nav axa me de Keldanî, Asûrî-Suryanî, Ermenî û gelek gel û olên din bi serbestî û azad dijîn.

Ji ber vê yekê ye hûn jî, gelek ji welatên we jî wekî zarokên hemû cîhanê hatin alîkarîya Kurdan û gelek ji wan bi zarokên Kurdan re şehîd ketin. Êdî mîrasek wan heye ku divê em hemû bi hev re biparêzin. We di vî şerê li dijî terorîzmê de, ji berxwedana Kobanê dest pê kir û destek da me. Ev destek hemû bi pereyên we yên bacê û desteka we ya kesên hilbijartî pêk hat.

Wekî hûn jî ji nêzîk ve dişopînin, di serî de Tirkîye û dewletên din ên ku gelê Kurd çarhawir dorpêç kirine ev hêzên terorîst bi gelek awayan destek kirin û herî baş zarokên we yên bi me re ne ev yek dîtin. Di destê we de jî têra xwe agahî û dokumanên vê jî hene. Û îro yek ji wan dewletan, Tirkîye bi tang, top û balefirên xwe êrîşê Minbicê dike, ku me û zarokên baş ên cîhanê azad bi hev re azad kirin û bi sedan şehîd dan.

Em baş dizanin ku ger Rêveberên Amerîka li hember Tirkîyeyê derketa, Tirkîye nikaribû têketa nav Sûrîyeyê.

Niha zarokên me yên li dijî DAIŞ'ê şer dikin, bi balefirên Tirkan tên kuştin, sivîl di gundan de tên bombebarankirin.

Gelî Amerîkîyan

Berxwedana ku niha Kurd û hevkarên wan li Rojavayê Kurdistanê didin beşeke parastvanîya hemû peyman û hêjayiyên navneteweyî yên di derbarê mafên mirovî, demokrasî, azadî û edaletê de ye. Bi vê bawerîyê em kesên navê wan li jêr ji we jidil daxwaz dikin:

- Li van destkeftîyên berxwedana me û zarokên baş ên cîhanê ya li dijî terorîzmê ye xwedî derkevin.

- Ev berxwedana ku bi alîkarîya we û xwîna zarokên we gihaştiye vê astê divê bi alîkarîya we her dewam bike.

- Li hember êrîşkarîyên Tirkîyeyê û hêzên cîhadîst ên pê re; El Nusra, El Qaide û versîyonên wan êrîşî Kurdan û dostên wan dikin dengên xwe zêdetir bilind bikin.

- Ji bo ku dewleta Tirkîyeyê ji nav Sûrîyeyê derkeve û destên xwe ji desteka DAIŞ, El Qaide, El Nusra û versiyonên wê bikişîne helwesteke aştîyane nîşan bidin.

- Werin em dest bidin dest hev, li dijî terorîzmê piştgirîya van zarokên xwe bikin, da ku cîhaneke ewle ji bo me hemûyan ava bikin.

Komîteya Bangewazîyê Doç. Dr. Osman Aytar, Nivîskar Helîm Yûsiv, Nivîskar Mahabad Felat Arda

Nîşe: Ji bo beşdarîya îmzeyê nav û paşnav, pîşe û welatê xwe ji epeyama jêrîn re bişîne. Berî ev metn li Îngilîzî were wergerandin çi rexne û ramanên we hebin bişînin.

info @ amidakurd . net

Ji bo nirxandinê dema dawî:

30.08.2016 | 18:00