1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mahabad Felat
  4. Rewşenbîrî an bîrkorî?
Rewşenbîrî an bîrkorî?,rewşenbîrî,an,bîrkorî

Rewşenbîrî an bîrkorî?

A+ A-

Dema mirov bixwaze têkilî nîqaşekê bibe û eger armanc di vir de çêkirin be ne xirabkirin, an xwe tetmînkirin, an alîgirî, xweşekî ji aliyekî re, an navjixweberdan an vereşana ku ji dijayetiya rawestana siyasî ya aliyekî tê; wê demê divê nêrîn û rexneyên li ser vê nîqaşê dixwazin bêne zêdekirin jî objektîf û ji niyet û hesabên şexsî dûr bin. An na dê tu xêr û kêra wê tevlîbûnê ji wê nîqaşê re nebe.

Diyar e rexneyên me yên ji Jan Dost re, li hinekan giran hatiye û nikarin bipejirînin. Lê ji bo mirov bikaribe bibêje ”rexneyên ku nayêne pejirandin”, divê mirov argûmanên xwe yên ku çima, ji ber çi sedemî nayêne pejirandin, li gel mînakên berçav, ne yên manîpulatîf û ne rast, bîne ziman. An na lingên vê gotinê dê erd negirin û dê ji niyeta sûbjektîf û wir ve jî neçe. Her wiha tu grîngiya vê helwestê jî ji xwe nîne û ev nikare bibe helwesteke rewşenbîrî jî.

Tê zanîn ku rewşenbîr wijdana civaka xwe ne. Wijdan taybetî û divêtiya rewşenbîriyê ya herî gîrng û bingehîn e. Bêyî wijdan bîr, ne pêkan e ku ronak be, dê her tarî be. Piştî ku ev rastiyek e berçav e, wê demê çewa dibe mirov bikaribe li hember gotinên mîna ”qehpedê, ker kurê kerê, bi kefçî gû bixwe” mîna miriyan bêdeng bimîne û dema hinek vê helwestê rexne bikin, li hember van rexneyan qêjînî ji mirov biçe û mirov bêje ”ev nayê pejirandin” Baş e wîjdan li ku ma?! Mirov dema bêwijdan be, mirov ji rastiyên berçav û objektîf jî dûr e û bîra mirov jî tarî ye, ango mirov bîrkor e.

Min du gotar nivîsîn li ser mijarê. Birêz Rêzan Tovjîn jî gotarek nivîsî. Di her sê gotaran de jî, bi yek gotinekê jî nayê îmakirin ku divê nivîskar pênûsa PKKê an PYDê an birêz Ocalan be û di nav Tevgera Azadiyê de divê cî bigire, an na ne nivîskar e, ango divê nenivîse. Ê ne me gotibû: Bêbextî ne bi peran e û li bazaran jî nayê firotan. Diyar e hin kesên ku navê nivîskariyê, rewşenbîriyê li xwe dikin, hin kesên din ji ber rawestana wan a siyasî mîna ”nivîskarên plakatan” binav dikin, çewa li hesabê wan tê wisa şirove dikin, dinirxînin, dinivîsin û hewl didin kesên ku gotarên wan bixwînin jî bi vê ”rastî”yê bidine bawerkirin.

Tişta ku me pir aşkere gotiye ev e: Asta nivîskariya te çi dibe bila bibe; keda te ya di vî warî de çi dibe bila bibe; rûmeta vê keda te di çi astî de dibe bila bibe, ev wî mafî nade te ku tu bi gotinên mîna ”bila herin di şikeftên xwe de bijîn”, ”Bi şeytan re kar bikin, lê ne bi wan re”, ”Leşker ji artêşa Esad kêm bûne, bila biçine leşkeriya wî” û hwd. heqaretê li tevgerekî kurd bikî û dema hinek te di vî warî de hişyar kirin jî, dîsa mafê te tune tu bi gotinên sûtalan êrîşê dê û bavê wan û wan bikî. Ev ne rexne ne, ev êrîş û heqaret in. Lê dema dilê mirov reş be, çav û bîra mirov jî dê kor be! Me ev gotiye, ne tu tiştek din. Lê sedema vê êşê, ji me ve diyar e. Min ji Jan Dost re jî nivîsîbû, ez li vir jî dubare bikim: Li gor hemû kesên ku bi awayekî ji PKKê û Serokatiya wê an hez nakin an ne razî ne, an aciz in; kî ku di bin navê rexneyan de çêr û pêçarî û heqeret û êrîşê PKKê û Serokatiya wê neke, êdî ew mirîd e, sofî ye, bê îrade û keseyet e ku nikare bi serê xwe tu tiştekî bika an bêje. Her wiha ”nivîskarên plakatan in”. Lê kesên wî karê qirêj bikin jî, serbixwe, azad, bi kesayet, kurdên resen, rewşenbîr û demokrat in! Baş e rastî ev e? An ev nêrîneke subjektîf û nezaniya herî mezin e?!

Îcar bi bêbextî, bi nirxandinên manîpulatîf, li ser bingeha gotinên ku bi tu rengî ji aliyê me ve nehatine bikaranîn, an îmakirin, em mîna ”nivîskarên plakatan” têne binavkirin, ji aliyê hin ”rewşenbîr”an ve. Ji bo manîpulasyonên xwe û niyetên xwe yên subjektîf zexim û piştrast bikin jî, pêdivî bi gotinên hin kesan dibînin û ji wan mînakên ku tu girêdana wan bi mijara me û gotinên me ve nîne didin. Lê em jî dibêjin ku, bawerî bi gotinên xwe û bi xwe bînin. Ji gotinên xwe û bi xwe piştrast bin. Bila gotinên we bi xwe hebe. Çi ye? 80 sal berê nizanim kî çi gotiye. Xwe, şaşiyên xwe û rawestana xwe ya nexweş di bin siya nivîs û berhemên rewşenbîrên cîhanê û mezinên mîna Ahmedê Xanî de veşartin, ji bo hin kesên navê rewşenbîriyê li xwe dikin re bûye adet.

Rewşenbîrî, beriya her tiştî karê wîjdan û objektîviyê ye. Lê ji bo van, dil û kesayeteka xurt divê. Ji lewre ye ku ne çîrçîrokên kuçe û kolanan û ne jî parastvanên wan, nikarin bibine rewşenbîrên rasteqîn. Yek ji taybetiya wan a herî pêşketî jî ku navê xwe li mirov dikin û kumê xwe didin serê mirov. Lê nav jî, kum jî li ser xwediyên xwe xweş in. Yên ku dixwazin xwe afîşe bikin ew in, ne em. Lewra bi tatbet jî di mijara xizmeta gel û ziman de tu carî derd û hesabekî me, an tirseka me ya şexsî ango ferdî nebûye û dê nebe jî. Pirêza herkesekî diyar e! Tenê mirov bixwaze bibîne.

Tê li hember gotinên mîna ”Qehpedê, kerkurê kerê, bi kefçî gû bixwe” bê deng bimînî û tê kesên ku li dijî van gotinan radiwestin jî bi bêwijdanî tewanbar bikî û tê vê yekê li ser navê wijdan û rewşenbîriyê bikî. Lê dema vê bikî, zanibe ku tu bixwe jî piştgirê wan gotinên qirêj î.

Diyar e ne hewceyî gotina zêde ye. Em çi jî bêjin, dê hin kes, çewa dixwazin, çewa li hesabê wan tê, dê çewa bikaribin xwe tetmîn bikin, wisa fam bikin, wisa manîpule bikin û wisa binirxînin.

Mêr mêran nas dikin!..

Mahabad Felat Arda 2012-09-17 [email protected]


Gotinên miftehî :