1. Tekst

  2. Gotar

  3. Arjen Arî
  4. Rijîna Stéran
Rijîna Stéran,rijîna,st,ran

Rijîna Stéran

A+ A-

Her ku dibe êvar û êvar û siharên rûtenik dikevin bîra min, çavê min dikin derên ji kortalên xwe: Serê min ji nişkê ve dizîvire hêla bakûr; di şibaka wî bajarê ezman-kwîr de avirên min li cobarên sitêran digerin…

Ji dermanê çavê kul re stêrek bi tenê jî naçûrise di neynika şevê de. Tu yê bibêjî qey bajar ketiye şikevta reşahiyê û dergeh li xwe û şevê daraye.

Ji bilî kolanokên teng î tehl; apartmanên wekî spîndaran di ber hev de çandî, şaneşînên ku milên wan li banî dihingivine hev, paceyên mîna rahbikên devûrû nixumandî û nehêlin ku roniya hûndir xwe bide der…ne şevê tenê; li tevî min bîhna hemû stêrhezan jî teng dike…

Xasma vê êvarê, ev bajar vê êvara ku havînê dergehê dinyayê li germahiya hezîranê vekiriye û ne sura bê heye ne jî tîjkek ronî; bi taybetî min ê ku bêriya stêran kiriye dike ku bifetisîne di nava lepên reşahiyê de.

Gur ji şevên reş û bi mij hez dike. Lê ez…ez ew kes im ku ji welatekî nêzî welatên stêran hatî ye.

Niha, dixwazim rahijim serê xwe û mîna yekî ji xerebata derketî bidim ser riyê…Lê, di vê reşê di şevê de?..

Wekî yê serê ben wenda kirî, min jî serê riyê wenda kiriye. Û reşahî dike ku dinya li dora min bigere. Bêrikirin ji hêlekê de min kaş dike, ji aliyekî ve stêr bangî min dikin . Min bêriya stêran kiriye…Stêrên lib lib, goşî goşî…Stêrên ku ji dûr ve bi nazenînî çav li min diniqirandin û zarok zarok dibişirîn…

***

Ez û wan heta van salên dawî jî bi hev re vedigariyan wan deman, wan demên ku ne ew ji min, ne ez ji wan têr dibûm:Wekî bazekî çiyayî ez jî ji gundekî çiyê bûm. Û her ku dibû şev; gund, ez û serê bên nezîktîrî stêran dibûn. Ezmanê bi roj ji min ve dûr û bi ewrên nermehevrîşmî, bi şev dibû mîna lihêfeke bi stêran neqişandî…

Hê wan wextan çavên min î mîna xarên dîndoqî, fêrî temaşeya li sitêran bibûn. Navê hinekan Komika Sêviyan bû, yê hinekan Goşikê Tirî, yê yekê Hirçê, yê yeke din Kerwankuj…

Diya min digot, ‘Kurê min…tu bi ser derî ve bî, tu ê di Riya Kadizê re bişê biçî welatê stêran’.

Ez ê ku her şev li serê bên di xewnên xwe de diketim ser rê û min ji stêrên ku leqeyî wan dihatim riya Stêristanê ji wan dipirsî, piştî ku çavên min hingavtibûn stêrên çavên Stêrê, min bawer kir ku li Stêristanê her şev Leylê dide dû Mecnûn.

Min dimeyzand: Carinan Mecnûn ku dilezand, Leylê jî lez dida xwe. Gava ku min digot, ‘Dayê dayê, binere… mîna ku bibezin dilezînin’, diya min digot, ‘ kurê min…ew dê bi ser ya xwe ve bin…şevekê dê bigihin hev’!

Yên ku li çiyê gihabûn hev û ji wir berê xwe dabûn Stêristanê di rê de ji devê hemwelatiyan li serpêhatiyên rijîna stêran dihesandin. Li gorî baweriya hemwelatiyên bawerqayim, di rêwîtiya li ser riya Stêristanê stêra ku li erdê biketa erdê, wê şevê li ezman jî dibû stêrek û dirijiya erdê.

Wê şevê, beriya ku hîv biçe şivê, gava ku min dît mîna kulmek xwe bikeve agir, ji ezman wisa bêjimar stêr xwêjinkî hatin xwarê, ez ji ser livînan hilçeniyabûm û min kiribû qîrîn: Yaaaddd yaaaad! Li rijîna stêran meyzên!

Yadê, piştî gotina Xweda sebrê bide dayika wan, keserek kişandibû û gotibû, ‘Sih sal e berxê min… sih sal e stêr dikevin erdê û em her şev li rijîna stêran temaşe dikin’.

Piştî ku stêrên çavên xwe paqij kirin, gotibû, ‘berxikê min… ka li ezman meyzên… heke stêrek jî jê kem bibe’?!

Min li ezman meyzand. Mîna ku kitek jî nerijiya be erdê, yek kêm nebûbe, wisa bi bişirîn, stêr kit kit diçurisîn.


Gotinên miftehî :