1. Tekst

  2. Pêkenî

  3. Jan Çiya
  4. Roja Xwedê ji Şervanan Xeyidî
Roja Xwedê ji Şervanan Xeyidî,roja,xwedê,ji,şervanan,xeyidî

Roja Xwedê ji Şervanan Xeyidî

A+ A-

Rojeke zivistanê komek şervanên kurd ji Kurdistana Rojava diçin Kurdistana Başûr. Lê ji ber berf û bahozê gelek astengî hene û nikarin di dema xwe de biçin.

Fermandarên wan ên Biryargeha Navendî ji ber ku demek dirêj li Ewropa jiyaye û vegeriyaye çiyê, zimanê şîfreyên nû nizane. Bi meraq li hêviya wan e. Bi riya bêtêlê xwe digihîne komê û dipirse:

- Heval hûn li ku man?

Fermandarê komê di bêtêlê de bersivê dide, lê dizane ku leşkerên dijmin jî guhdar dikin. Ji ber vê jî rewşa xwe bi şîfre tîne ziman. Li şûna ku bêje "heval berf û bahoz heye", navekî li xwedê dike û wiha dibêje: "Heval Simaîl pirsgirêkan derdixe, lê em ê bên."

Fermandarê wan ê Biryargeha Navendî vê axaftina bi şîfre baş fam nake û dibêje qey şervanekî bi navê Simaîl pirsgirêkê derdixe, ew jî dibêje: "Zû dest û lingê Simaîl girêdin û bînin vir."

Dema şervan digihîjin baregehê, fermandar jî tê û koma şervanan dikeve îçtimayê. Fermandar bi hêrs dibêje: "Ka ew Simaîl?" Şervan hemû dikenin. Fermandar bi hêrs dipirse: "Hûn bi çi dikenin?"

Fermandarê komê bersivê dide:

- Heval, berf û bahoz hebû, me jî rewşa xwe bi şîfre anî ziman, ji bo dijmin fam neke jî min navek li xwedê kir û wisa got, te jî çewt fam kiriye.

Li ser vê yekê fermandarê biryargehê dibêje:

- Hey xwedê bela xwe nede we, heta niha pirsgirêkek di navbera me û xwedê de tunebû, we ew jî ji me xeyidand.

Jan ÇIYA