Rojnameya Welat,rojnameya,welat

Rojnameya Welat

A+ A-

Piştî 16 salan, rojnameya Welat car din dest bi weşana xwe kir, lê vê carê ne hefteyî, rojane dê bê weşandin. Manşeta hejmara yekem ‘Welat dibistan e’ ye. Manşeteke rast û di cî de bi kar anîne, lewra dikarim bêjim ku destpêkê de ji bo min û gelek kurdên bi taybet Bakurê Kurdistanê, rojnameya Welat destpêka fêrbûna nivîsandina bi kurdî bû.

Ez li dibistanên tirkan hînê zimanê tirkî bûm. Tu carî û hîn jî di nav malbata me de zimanê tirkî nehatiye axaftin, em bi kurdî mezin bûne. Lê li gel vê jî, min bi xwe nedikarî bi kurdî binivîsim û di xwendinê de jî min zahmetî dikişand, heya ku rojnameya Welat dest bi weşana xwe kir. Belê min bi alfabeya kurdî, navên mehan, hinek rêziman û hin bêjeyên ku di nav civakê de hatibûne jibîrkirin û êdî nedihatine bikaranîn dizanîbû, pir meraqa min jî hebû, lê dîsa jî xwendin ji min re giran dihat di destpêkê de. Xwendina min bi rojnameya Welat bi pêş ket û nivîsandina min jî dîsa bi rojnameya Welat dest pê kir.

Di sala 1992an de kekê min Nîjad çû Stenbolê ji bo di avakirina rojnameyê de cî bigire. Ji Stockholmê Mîrhem Yîgît çûbû Stenbolê, li wir jî yên ku ez dizanim, an jî niha tên bîra min, Abdullah Keskîn, berpirsê giştî yê weşanê bû; Mazhar Gunbat, berpirsê karê nivîsaran bû; Aynûr Bozkurt, li gel ku wê demê bi kurdî nizanîbû jî, nivîsan dikir ser kompîturê û tê bîra min bi deh tiliyan û pir zû dinivîsî. Dîsa Zana Farqînî û Nîjad Arda hebûn. Ev ên ku di rojnameyê de kar dikirin, lê bê guman ku ne tenê ew bûn. Di serî de Apê Mûsa, gelek nivîskar û rewşenbîrên kurd, çi li welat, çi li metropolan û çi jî li Ewropayê, piştgiriya rojnameyê dikirin, heta mirov dikare bêje ku xwedîtî dikirin.

Belê min got meraqa min hebû, lê ji ber ku kekê min Nîjad jî li wir kar dikir, ev ji bo min bêtir dibû sedemeke mezin ku ez rojnameyê bişopînim û xwe di warê xwendina kurdî de bigihêjînim.

Piştre ez ji ber hin kar û xebatan ji derve mam. Demek çûm Stenbolê. Sal hîn 1992 bû, rojnameya Welat hîn pir nû bû. Ji ber rewşa min a taybet diviya neçûma deverên legal, lê ez dîsa carnan diçûm rojnamê. Ji bilî kekê min, kesek bi rewşa min nedizanî û loma jî daxwazek hebû ku ez li rojnameyê bimînim û alîkariya wan bikim, lê min nedikarî. Ez û Mazhar carnan bi hev re diçûn li malên nas û dostan diman. Yekem nivîsa xwe jî min bi zor û îknakirina Mazhar Gunbat nivîsî. Mala wî ava pir cesaret da min ku ez binivîsim, lewra digot tu xweş dixwînî, şaşiyan jî baş dibînî, fikrên te jî xerab nînin, çima nanivîsî. Min bi sernavê “Kula Giran Başûrê Kurdistan” nivîsa xwe ya yekem (ku ne şaş bim!) nivîsî û min navê Salar Amedî bikar anî wê demê. Ji ber min pirtûka seydayê Cegerxwîn Salar û Mîdya xwendibû û bawer im di bin wê bandorê de min ew nav hilbijart.

Mazhar û hevalên din nivîsê ecibandin û nivîs weşiya. Piştre gotin; ‘hemin tu her tim nayêyî rojnamê, dema hatî qet nebe alîkarî bike.’ Min nedizanî çi bikim. Gotin pirtûk bide nasîn. Min bawer im sê çar pirtûk dane nasîn wê demê û dîsa di navberê de çend nivîsên din jî nivîsîn û alîkariya hin karên pratîk ên hevalên rojnamê dikir. Hestek eceb û pir xweş bû. Bîranîneke pir xweş e ji bo min ew dem. Ji derve be jî, bûbûm şahidê gaveke dîrokî.

Dawiya heman salê derketim Ewropa û demek, ji vir jî min nivîsên xwe domandin. Piştre ji xwe çi bi serê rojnameyê de hat tê zanîn.

Niha dema min îroj nûçeya piştî 16 salan ji nû ve weşana rojnameya Welat amade kir, kelecan, xweşî û xemgîniyek bi hev re li min bûn mêvan û min xwest van çend rêzan parve bikim. Spas ji bo avakar û kedkarên rojnameya Welat ku bi rastî jî bûne mamoste ji min û gelek kesên mîna min re û bûne destpêka kevneşopiyeke pîroz di çapmeniya kurd de. Dîsa spas ji bo hevalên ku vê kevneşopiyê domandin, keda xwe têkil kirin û anîn van rojan û me bê Welat nehiştin. Mala we hezar carî ava.

Mahabad Felat ARDA 2008-11-29 [email protected]


Gotinên miftehî :