1. Tekst

  2. Gotar

  3. Dilawer Zeraq
  4. Çîroka zimanekî di zaroktiya xwe de hepsbûyî
Çîroka zimanekî di zaroktiya xwe de hepsbûyî,Çîroka,zimanekî,di,zaroktiya,xwe,de,hepsbûyî

Çîroka zimanekî di zaroktiya xwe de hepsbûyî

A+ A-

Claude Lévi-Strauss ji Bergson meselokekê vediguhezîne me: “Jineke gundî, bi mêvantî diçe dêra gundekî ku dûrî waran e. Keşîş di gava şorinddana xwe de yariyekê dike û ji bilî wê jinikê her kes dikene. Gava jê dipirsin, ka çima ew nekeniyaye, ew li wan vedigerîne û dibêje <ez ne ji vê derê me.> ” (1)Di hemû bûyerên der heqê zimên de, ji pevtêkilî û pevguhazî bêtir û wêdetir tişt hene; hewldayîna diyarkirin û dahûrandina çand û awayên pevguhazî ku arizî derdorekê, gelekî û neteweyekê ye.Û em di biwara ‘nejiwîciyîbûn’ de dikarin vê bêjin; paşxaneya çandî û dîrokî a zimanekî di têgihîştina xweseriya paşxaneya zimanekî de, bi hêmanên ku me bi cudatiyan dihisînin, mişt e.

Em îro li vê derê, qala çîroka zimanekî, neteweyekê dikin ku rojîna zaroktî û qonaxa kamilbûna xwe tomar nekiriye –an jî destûr û derfeta tomarkirinê lê nehatiye dayîn-; ez dibêjim neteweyeke ku rojîna zaroktiya xwe tomar nekiriye, lewre em qebûl bikin jî nekin jî, Kurd ji aliyê gel û dûgelên dî ve wekî zarok –belkî jî zarokekî şûm û nehs ku divê her û her were zeftkirin (û belkî jî were şerdekirin)- hatiye dîtin.
Û bi ser de jî, em ê niha hewlê bidin ku; hemû karesat û bobelatên ku li zimanekî wesleweslebûyî -ku neteweya wî parçe û jev belav bûye- qewimiye, anku hatiye qewimandin, paşçav bikin –an jî em ê mîna ku ev bûyer hemû pêk nehatibin tev bigerin- an jî di ser ‘korîtiya’ ku Saramago ava kiriye re, şîroveyan bikin.
Min divê ez bala we bibim ser vê yekê ku; hemû tiştên ku min heta niha gotin, bes dupatkirina peytekê ye ku ji aliyê gelek kesan ve tê zanîn; û bi hêviyekê dixwazim bê zanîn ku, tiştên ku ez ê ji niha û şûnde jî bêjim, bi giştî dê di çarçoveya redkirina hemû avantajên hestyarî ên ku mexdûriyet peyde dike (an jî dê peyde bike) de, werin gotin.

Di wateya nûjeniyê de, wêjeya Kurdî, ji derveyî dînamîkên xwe ên xweser ku dê wê xurt bikin û geşe pê bidin, ava bûye. Lewma jî, di biwara toreyî de destpêka çîroka Kurdî a nûjen leqayî mêjûyeke nêzik, rastî destpêka salê 1900’î tê. Wêjeya Kurdî a modern, cara ewil di van salan de, li Stenbolê, an jî li warekî ku Kurdî ‘nejiwêderê’ ye, li derûdora cemiyeta ku komeke xwendekarên Kurda ava kirine (Cemiyeta Tealî a Kurd û Rêxistina Hêvî) û bi derçûna kovara Rojî Kurd dirûv girtiye. (2) Û ciyê daxê ye ku, ji bo ku ev xebatên hanê nebin xwedî laş û gewdeyekê û bi awayekî serkevtî gavan bi pêş de neavêjin, piştî gelek sepandinên ku heta roja îroyîn jî hatine (û tên) pêkanîn, wêjeya Kurdî dîsan li warekî ku ‘nejiwêderê’ ye, sirgûnî warê Şamê hatiye kirin.

Di salên 1930’yî de, li Şamê, Bi hewldanên mezin ên Celadet Alî Bedirxan, komeke xwîner-nivîskar a Kurd li dora kovara Hawar li hev civiyane û wek nivîskî yekem mînakên çîroka Kurdî a nûjen tev li kewar û paşxaneya wêjeya Kurdî kirine. Ev çîroknûs, Celadet Alî Bedirxan, Nuredîn Zaza, Qedrîcan, K. Alî Bedirxan, Osman Sebrî û Cegerxwîn in. Ji ber ku teknîkên tevnsaziyê ên ku di van çîrokan de hatine bikaranîn, ji wêdetirê awayê vegotina çîrokên gelêrî ne û ji wan gelek cuda û pêşketî ne, em dikarin bêjin, di çîrokên wan nivîsandî de, yekem xîm û bingeha çîroka Kurdî a ku dikare were nivîsandin, di van salan de hatiye danîn û gewdeya esasî jî bi saya serê vê ekolê (Ekola Hawarê) ava bûye. (3)

Û bi saya Ekola Hawarê ye ku piştî wê demajoyê, Kurdî êdî zimanekî dîtir e; êdî bi wî zimanî çîrokên ku tevna wan li ser sedema mirina qral tên sazkirin, tên nivîsandin; û derfetên zimên derbasî wêdetirê bikaranîna hêsan a rojane dibe.

Ez li vê dera axaftina xwe dixwazim guh bidim Salman Rûşdî. Rûşdî dipirse û wiha dibêje: “Ji bo neteweyên hatî parvekirin tiştê herî xerab çi ye?” û di dûmahîka gotina xwe de, ew bi xwe bersiva pirsa xwe dide, ‘Helbet valayiya zimanê wî bi xwe ye.’ (4) 

Ev bersiva ku Rûşdî dide, hewla Kurdî a ku ji bo tevakirina ‘valayiya zimanî’ a ku jiyaye û hê jî tê de ye, watedartir dike.

Wekî dî jî bi taybetî ez dixwazim çêla xalekê bikim û bala we bibim ser: gava em bi çavekî ‘jê dûr’ û ji derve de li berhemên wêjeya Kurdî binihêrin, em dikarin çîrok û romanên ku heta roja îroyîn hatine nivîsandin di nav têgiha –an jî gelo diviya min bigota kategorî?- ‘Alegoriya Neteweyî’ de binirxînin. Û heye ku mîna ku ev rewş wek engastekê (anku qisûrekê) bi me ve xuya bike. Lê ez dibêjim qey, ku qisûrek hebe –bi a min, ji ber ku rêje û dibetiya sererastkirin û duristkirina wê zêde ye qisûr gotineke xweş lêhatî ye- hewl û daxwaza domandina korbûnê a pergalekê ye ku hemû derfetên geşedana vî zimanî asê kiriye, asteng kiriye û lênêrîna lê a ji devre de li xwe kiriye adet.

Û wekî nas e; nûjenbûn pêvajoyek e û tu ziman, çand û netewe nikare ji derveyî û li dûrî dînamîkên xwe vê pêvajoyê xurt û ligorîdil bibe serî. Û ji ber ku mirovên ku bi vî zimanî diaxivin pêvajoya netewebûnê nebirine serî, ev yek bûye sedem ku nikaribin çîrokeke xwe a hevpar û kolektîv jî ava bikin.
Dîsan ez dixwazim qala pêvajoyeke ku wêje û çîroka Kurdî tê re derbas bûye, bikim. Ev pêvajo, bi temamî ji xebat û lebat û hewldanên Nifşê Rewşenê pêk tê ku; piştî ku Kurdî li gorî zagonên Tirkiyeyê hinek be jî serbest bû û bi dorê kovarên Rewşen-Jiyana Rewşen-Rewşen-name (1992-2002) derçûn, hin nivîskar –ku ez jî tê de me- li dora van kovaran li hev kom bûn.

Nivîskarên vî nifşî, di ser paşxaneya wêjeyeke ku hê avakirina gewdeya wê nehatiye temamkirin û di ser paşxaneya ne xurt a berhemên nivîskî û çapkirî re dest bi nivîsandinê kir. Helbet nivîskarên vî nifşî, ew nivîskar bûn ku; di warê xwîneriyê de zanîna xwe a bi zimanê Tirkî li xwe kirin avantajeke mezin; bi taybetî zimanê Kurdî û zimanê neteweyên dî ji derveyî û ji wêdetirê şêwedarî û dirûvgirtina polîtîk hildan dest; dan dû dilkêşiya xweseriya zimanan û hewl dan ku di wargeha ‘zimanê ku ne ji wê derê ne’ de bibin ferdek; û wan wekî mêşhingivekê ji hemû devok û şêwezarên Kurdî tehm û çêj girtin û tev li nivîsên xwe kirin. Lewma jî, wan karî têkiliyên baş û xurt bi wêjeyên zimanên dîtir re jî deynin. Û piştî ku van nivîskaran, bi biryardariyeke ku tê dîtin û famkirin, lingê xwe li mexdûriyet û avantajên wê ên xelitîner, xistin, nîşaneyên bikaranîna xweser û orîjînal a zimên, yanê Kurdî, hatin dîtin; ziman ji aliyê van nivîskaran ve di radeya bilindtirîn de hate bikaranîn û hewla firehtirkirina sînorê derfetên zimên hat dayîn; û bi vî awayî, van nivîskarên ku karibûn bi çav û awirekî rexneyî û ji derve de li sedemên hebûna xwe binihêrin; û teknîka nivîsandinê û naveroka çîrokê çawan dibe bila bibe, wan dikaribû pênûsa xwe bikin şûrê xwerexnekirinê; loma jî wan dest pê kir, ji derveyî têgiha ‘Alegoriya Neteweyî’, çîrok û romanên ku pirsgirêkên ferdan a taybet û xweserî xwe, cîhana giyanî û dilînî a kesan hildide dest, bi zimanekî li ser hatî karkirin û xebitandin, nivîsandin.

Ku em car dî vegerin destpêkê; wekî nûnerên wêjeya Kurdî a nûjen ku geşepêdana wê di her pêvajoyê de atle bûye –an jî atle lê hatiye dayîn- em car dî li vir in; li vî warê ku digel hemû kirin û hewldanan jî Kurdî hê nebûye ‘ji vir.’; û her çi qas em ji ‘gund’ekî dûrî waran wekî mêvan hatibin jî; teqez em ê ji zimanê keşîş fam bikin û em ê li henek û espriya wî bikenin; û mixabin hê jî dê keşîş û cimeeta wî  nikaribin ji ‘warê’ çîrokên me û henekên ku em ê bikin, fam bikin.

Lê digel her tiştî, dîsan jî, ez der heqê ‘me’ de, hêviyeke ku ji ber kana mirovbûnê dizê dihewînim di dilê xwe de;  û wisan hest pê dikim ku gava me çav li sibehê vekir, her çi qas em ê çîrokên xwe dîsan bi zimanê cuda binivîsin û vebêjin jî, em ê karibin li henek û espriyên hev bikenin.


Çavkaniyên vê nivîsê:

1. Nijad, Dîrok û Çand, Claude Lévi-Strauss, Weşanên Metisê, Çapa 3., 1997, Stenbol
2. Rojî Kurd (çar hejmar), Weşanên War, 2002. (Di hejmara duyem a vê kovarê de, çîrokeke bi navê ‘Çîrok’ ku Fuadê Temo nivîsandiye hatiye weşandin. (Her çi qas, M. Mehmûdê Bazîdî, di salên 1860’î de di ser Mem û Zîn a Xanî re çîrokeke adaptasyonî a bi navê Mem û Zîn nivîsandibe û wekî yekem çîroknûs tê zanîn jî, di warê wêjeyî de dûmahîka vê hewldanê nehatiye.)
3. Hawar (du cild), Weşanên Nûdem, 1998, Stockholm
4. S. Rûşdî, Shame (Şerm); a ku radiguhezîne Aijaz Ahmad- Di Teoriyê de, Çîn, Netew û Wêje, Weşanên Alan, 1992.


Dilawer Zeraq

Têbinî: Ev nivîs, di çarçoveya rêzeçalakiyên ‘Wêje Dîroka Xwe Dinivîse’ ku Komeleya Nivîskarên Kurd a Amedê li dar dixe de, li Zanîngeha Sabancı’yê (Stenbol), hatiye derpêşkirin.