1. Tekst

  2. Gotar

  3. Birgul Ozbaris Arda
  4. Romana hêvî û êşê: Zagros û Zerdeşt
Romana hêvî û êşê: Zagros û Zerdeşt,romana,hêvî,û,êşê,zagros,û,zerdeşt

Romana hêvî û êşê: Zagros û Zerdeşt

A+ A-

Romana bi navê Zagros û Zerdeşt ku li ser mijara salên derketin û pêşketina Tevgera Azadiyê û pê re jî lehengiyên ku piştî trajediyên mezin derketine holê radiweste, ji cîhana wêjeya kurd re got merheba.

Trajediyên mezin ku di dîroka nêz a Bakurê Kurdistanê navbera salên 70 û 90î de hatine jiyîn, bi xwe re gelek leheng û lehengiyan afirand û bû destaneke bêhempa. Lê mixabin ku ev destan hîn ji aliyê wêjeya kurd ve baş nehatiye honan û derneketiye rûyê rojê. Perçe perçe hin lehengî bûbûne mal ji cîhana wêjeyê re jî, aşkere ye ku hîn jî pêdivî bi berhemên wêjeyî heye ku bikaribe ji wan deman re bibe neynik. Ne ku pêşketinên di vî warî de bikaribin bibine hêvî di cîhana wêjeya kurdî de qet nînin. Yek ji van pêşketinan jî, romana Zagros û Zerdeşt e ku ji wan demên trajîk û bi lehengiyan dagirtî re dibe neynikek. . Romana yekem a nivîskar Mahabad Felat Arda Zagros û Zerdeşt demek kin berê ji nav Weşanên Lîsê derket û ji cîhana wêjeya kurdî re got merheba. . Mahabad Felat Arda di romana xwe ya bi navê Zagros û Zerdeşt de li ser bûyerên navbera salên 1978 û 1992yan rawestiya ye û bi zimanek zelal û bûyerên wê demê yên siyasî û civakî bi rengekî wisa honaye ku her kesek ku romanê bixwîne, dikare parçeyek ji jiyana xwe, ji serpêhatiyên xwe têde bibîne û wan deman bi germî car din bijî. Ango kesên ji ber temenên xwe wan deman nedîtibin jî, bibine xwedî agahiyeke berfireh derbarê wê demê de û ji lehengî û trajediyên wê demê hêzeke xurt bigirin. Arda, xwendevanan mîna di nav tuneleke demê re derdixe ger û geştekê. Nivîskar, romana xwe li ser bûyer û çîrokên rastîn ên jiyana kurdan û di nav çarçoveyeke dîrokî de bi hostetî honaye û di heman demê de rewşa tevgerên siyasî yên wê demê radixe ber çavan.

Birakujî!

Nivîskar, di zincîreya bûyer û qewmînên ku li der û dora malbateke welatparêz rû didin de honaye, bi rêya her lehengek romanê jî, di heman demê de rewşa ku gel di nav de ye ji pencereyên cuda nîşanî me dide. Di jiyana her lehengekî romanê de, mirov dikare parçeyek ji jiyana xwe bibîne.

Nivîskarê romana Zagros û Zerdeşt Mahabad Felat Arda, her çendî bi giranî di çarçoveya herêmeke Bakurê Kurdistanê de romana xwe honabe jî, trajediya wê demê, êş û azarên kûr hatine jiyîn, şaşiyên ku vegera ji wan ne pêkan e û êşa kûr a ji wan poşmaniyan, anosî ango xurûrê, keserê, welatparêziyê û ya herî grîng jî, êşa giran a kambax a birakujiyê, bi hostetiyeke mezin bi mirovan dide sehkirin. Nivîskar her wiha bi biwêjên nav gel, bi nifir û şayesandinan, li gel kovanî û keserê, demên bi kêf û şahî jî bi xwendevanên xwe dide jiyîn. Her wiha derbarê herêmên ku bûne mijara romanê de jî, agahiyên cografîk ên berfireh pêşkêşî xwendevanên xwe dike.

Roman bi kuştina birayekî bi destê birayê xwe yê piçûk dest pê dike. Ev kuştin bi şaşî û di encama îhmalkariyeke mezin de rû dide. Piştre bi bandora mezin a çirûska yekem a Tevgera Azadiyê re ku di nav gel de kiriye û di çarçoveya berxwedaneke mezin de, ref bi ref ber bi çiyayan ve çûyîna ciwanên kurd, teşe digire. Nivîskar, di çarçoveya zincîreya van qewmînan de, bi 12ê îlonê cuntaya leşkerî re rewşa kambax a tevgerên siyasî yên din ên kurd jî, radixe ber çavan. Her wiha bi zimanê wêjeyê honandina operasyona dewleta tirk a li dijî Tevgera Azadiyê ya bi desteka PDK û YNKê pêk tîne, nivîskar li ser mijareke grîng jî radiweste ku birakujî çi malxerabî û trajediyeke mezin e.

Bîrgul Ozbariş ARDA