SALVEGER,salveger

SALVEGER

A+ A-

SALVEGER

 

Newroz, mizgîn û pîroz e

Mizgîna serkeftina azadî

Azadiya şervanên gelê Arî

 

Îro newroz e, 21ê adar e

Cejna berxwedan û vejîn e

Îro li her jîngeha Kurdan e

Dadaye me agirê  şêrên Arî

 

Îro newroz e û him jî bi doz e

Tev  bi can û dilê me Kurdan e

Xelat e, xelata bav û kalan e

Ji keç û xortên me Kurdan re

Serkeftina bav û kalên me Arî

 

Rabûne keç û xortên me yên demî

Li ser çîya û zinaran dikin tilîîîîîî...

Bidest xistine gernasîya şêrên Arî

Derdikin xwînxwarên welatê Arî

Saz dikin dîsa mîna welatekî Arî

 

Newroz, mizgîna buhar û jîn e

Newroz, xemrîna azadî û aştî ye

Di dilê zarok û ciwanan de zîl e

Dişkoviye dîsa kulîlka newroz e

Li kuçe û qadên Kurdistana me


Gotinên miftehî :