1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mahabad Felat
  4. 250. Salvegera ji dayikbûna Amadeus Mozart
250. Salvegera ji dayikbûna Amadeus Mozart,salvegera,ji,dayikbûna,amadeus,mozart

250. Salvegera ji dayikbûna Amadeus Mozart

A+ A-

Amadekar: Mahabad Felat Arda

Mozart di 27ê çileya sala 1756an de li bajarê Salzburga Avusturyayê hate dinê.

Deha û afirînerê mezin Wolfgang Amadeus Mozart hîn di 35 saliya xwe de, di 5ê kanûna 1791an de li gel "sirên xwe" koçe xwe ji vê jîyanê bar kir û berhemên bê hempa li dû xwe hişt ku ew berhem bi sedan sal nehatin ji bîr kirin.

Hîn zarokek pir piçûk bû qabiliyeta wî ya muzîkê xwe da der. Lê di nav jar û xizaniyê de û di ciwaniya xwe de çû ser dilovaniya xwe. Piştî mirina Mozart, rûmeta wî hate zanîn. Eger beşek pir piçûk ji hatiniya berhemên kul i ser navê Mozart têne firotan bigihîştana Mozart, dê mîna mirovekî dewlemend û belkî temen dirêjtir bimirana. Çîkolatayên Mozart, Polisiyên Mozart, Jînenîgariya Mozart û hwd.

Belê; dehaya Mozart hîn di zarokatiya wî de hate dîtin. Hîn 5 salî bû besteyên xwe yên yekem çêkirin. Di 7 saliya xwe de, bi serê xwe hînê lêdana keman û orgê bû. Di 8 saliya xwe de ji bo pîyanoyê besteyan û di 12 saliya xwe de operaya xwe ya yekem çêkir. Bavê wî Leopold mamosteyê kemanê bû. Leopald, li gel Mozart û keça xwe ya piçûk Anna Maria derket gera cîhanê.

Helbestên Mozart ji aliyê akademîsyenan ve hatin gohdarîkirin. Wêjekarê navdar ê alman Gothe, bûbû heyranê vî zarokî. Berhema yekem a operayê ya Mozart "Lucia Silla" li Mîlanoyê hat gohdarîkirin û Mozart hîn 14 salî bû xwe li welatê Operayê li Îtalyayê jî da nasandin. Mozart ji aliyê Papa ve hate qebûlkirin û Papa nîşana "Galûka Zêrîn" pê ve kir û berata şovalyetiyê dayê ku wê demê ev xelat bi tenê didane westayên mezin.

Lê Mozart ne kesekî wisa bû ku li gor daxwazên keyan (kralan) û esîlan tevbigere. Wî dixwest serbixwe be û bi giranî jî wisa bû. Lê bedêleke serbixweyiyê hebû. Nikaribû peran kar bike. Wê demê jî ji bo muzîkarekî, aborî pirseke giran bû. Çû Almanyayê, Fransayê, bajar bi bajar geriya, lê ji bo kar serî li ku derê da, bersiveke neyînî girt. Di sala 1778an de Mozart bêçare paşve vegeriya bajarê xwe Salzburgê û li wir mîna orgvanê keyatiyê dest bi kar kir.

Mozart, di sala 1782yan de bi Conztanze Weber re zewicî û mala xwe birine Vîyanayê. Mozart li wir bi dersdayîna pîyanoyê debara xwe dikir. Di heman demê de, li ser daxwaziya Împarator Josefê duem, besteya operaya "Ji Serayê Qîzrevandin" çêkir. "Daweta Fîgaro" jî, dîsa bi desteka Împarator çêbû lê ji ber ku gel tu tiştek ji muzîka Mozart fam nedikir, rû nedanê û Mozart car din xizan bû.

Di sala 1791an de galaya "Flûta bi Sêr" çêkir. "Senfoniya Jupîter" û "Muzîka şeveke Piçûk" di salên xwe yên dawî de çêkir û hîn 35 salî bû, li bajarê Vîyanayê, li mala xwe mir. Beriya ku bimire li ser "Requiem" kar dikir, lê temenê wî ji bo qedandina vê besteyê têre nekir.

Tom Hulce, di fîlma Milos Forman a bi navê "Amadeus" de, rola Mozart pir xweş lîstibû. Ew fîlm 8 Oskar wergirt.

Wolfgang Amadeus Mozart di jîyaneke pir kin de 600 berhem li dû xwe hiştin û bi vê taybetiya xwe jî, mîna kesê ku herî zû besteyan çêdike, ket pirtûka Guinessê ya Rekoran.

Sedema mirina hunermendê mezin Mozart nayê zanîn, lê di hemû jîyana xwe de gelek caran nexweşînên giran derbas dike. Hin kes dibêjin ji nexweşîna frengiyê miriye, lê gelek kes jî hene ku dibêjin jahrî danê. Nêzîkê 150 teorî hene li ser sedema mirina Mozart. Tê gotin ku, bi tenê şeş nasên Mozart tevlî merasîma cenazê wî bûne. Ev şeş kes jî piştî ku li dêrê dua dikin tên ku cenaze veşêrin û baran dibare, ew jî hema bi lez Mozart li goristaneke ku ji bo kesên xizan û parsek hatiye veqetandin vedişêrin. Lê lêkolîner û pisporê jîyan û berhemên Mozart Ulrich Leisinger dibêje ev ne rast e û weha berdewam dike: "Belê Mozart li goristaneke ji rêzê hate veşartin, lê ji ber ku pir navdar bû, mirov wisa difikirin ku divê li goristaneke din bihata veşartin".

Herweha hin kes li dijî îddîaya ku Mozart zêde pere kar nekiriye û jîyaneke di nava jar û xizaniyê de derbas kiriye, derdikevin. Lewra dibêjin ku Mozart baş pere kar dikir, lê pir li xwe û rehetiya xwe bû û ji ber destbelaviya xwe, destê wî tu carî nedigihîşt devê wî. Tê îddîakirin ku, ji nas û dostên xwe pere digirt, parsekî dikir. Mirov nizane ji van îddîayan kîjan rast e, lê tiştek heye ku her kes li ser heman tiştî dibêje: Mozart perestîşek e ku ji paşerojê ber bi pêşerojê ve diherike.

Mahabad F. Arda

2006-01-27