1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mahabad Felat
  4. 110. Salvegera Rojnameya Kurdistanê
110. Salvegera Rojnameya Kurdistanê,salvegera,rojnameya,kurdistanê

110. Salvegera Rojnameya Kurdistanê

A+ A-

Rojnameya KURDISTANÊ di 22yê Avrêla (Nîsana) sala 1898an de, ji aliyê Mîqdad Mîdhed Bedirxan ve li Qahîreyê, li paytexta Misirê hate weşandin. Destpêka weşandina Rojnameya Kurdistanê, mîna xebateke neteweyî û rewşenbîrî tê nirxandin.

Piştî şoreşa 1789an a Fransayê, raman û giyana netewayetî li seranserê welatên Ewrûpayê belav bû. Di nav demeke kin de, ev raman mîna lehiyekê li cîhanê belav bû û bêguman ku Împaratoriya Osmanî û gelên ku di bin desthilatdariya wan de dijiyan, mîna ereb, alban (arnawid), bulxar û tirk bi xwe jî ketine ber vê lehiyê.

Piştî têkçûna Serhildana Bedirxaniyan a sala 1847an, Dewleta Osmanî malbata Bedirxaniyan sirgûnî Qahîreya paytexta Misirê dike. Mîqdad Mîdhed Bedirxan beg li wir dest ji kar û xebatên netewayetî bernade û xebatên xwe yên rewşenbîrî didomîne. Rojnamegeriya kurdî jî cara yekem bi van xebatên Mîdhed Beg û weşandina Rojanameya Kurdistanê, dest pê dike.

Ev rojnameya yekem e di dîroka Kurdistanê de. Her wiha, gelê kurd wê demê hem ji aliyê fîzîkî, hem ji aliyê çandî û ramanî, hem jî di warê ziman û gelek aliyên din de têkoşîna man û nemanê dida, li hemberî êrîş, zilm û zordariya desthilatdaran. Taybetî û grîngiyeke din a mezin a rojnameya Kurdistanê jî ev bû ku, di demeke wiha de hate weşandin. Lewre pêdiviyeke mezin a gelê kurd bi danûstendin, nûçe, ragihandin û bi çand û hunera xwe, bi zimanê xwe hebû. Rewşenbîr û mîrê mezin ê gelê kurd Mîqdad Mîdhad Bedirxan ev valahî dît û bi ked û kespeke bêhempa ev valahî bi weşandina rojnameya Kurdistanê dagirt û pê re jî bû destpêkek, bû dîrokeke giranbiha. Mîqdad Mîdhed Bedirxan, bi xwe sedema weşandina rojnameyê wiha tîne zimên: "Li dinyayê çiqas Misilman hene di gund û bajarên hemiyan de dibistan û rojname hene. Bûyerên li dinyayê diqewimin di van rojnameyan de tên nivîsîn. Lê mixabin Kurd ji rojnameyekê bê par in û nizanin di dinyayê de çi diqewime, cîranê wan Mosqof çawa ye dê çi bike. Loma di riya Xwedê de min ev rojnama ha nivîsî. Bi îzna Xwedê Teala ji niha pê ve di her panzdeh rojan de ezê rojnameyekê binivîsim. Min navê wê kiriye KURDISTAN. Di vê rojnameyê de ezê qala qenciya zanyariyê û têgihîştinê bikim; li ku derê mirov fêr dibe, li ku derê xwendingeh û dibistanên qenc hene, ezê nîşanî kurdan bidim; li ku derê çi şer dibe, dewletên mezin çi dikin, çawa şer dikin, tîcaretê çawa dikin; ezê qala hemûyan bikim."

Mîqdad Mîdhed Bedirxan di sergotara yekem a rojnameya KURDISTAN’ê de li ser rewşa aborî û civakî ya gelê kurd jî radiweste.

Piştî zexta Osmaniyan a li ser Misrê, Rojnameya Kurdistanê ji neçarî gelek cih guherandin. Bedirxaniyan weşandina rojnameya Kurdistanê li hin welat û deverên Ewrûpayê, mîna Cenewre, London û Folkstonê domandin. Piştî Mîdhed Bedirxan Beg, Evdirehman Bedirxan Beg xwe da bin barê derxistina rojnameyê, di 47 meh û 22 rojan de, li sirgûnê di rewşeke dijwar de 31 hejmar hatine weşandin.

Hejmarên ji 1ê ta 5an li Qahîreyê, ji ya 6an ta 9an li bajarê Cenewreya Swîsreyê, ji ya 20an ta 23yan li Qahîreyê, hejmara 24an li Londonê, ji 25an ta 29an li Folkistona Başûrê Îngilîstanê û ji hejmara 30yî ta 31ê li Cenewreyê hatine weşandin.

13 Nîsan 1909 Rojnameya "Kurdistan" ji aliyê Osmaniyan ve hate girtin.

Malpera me Amîda jî, vê rojê, 110. salvegera Rojnameya Kurdistanê mîna serbilindî û dilşahiyeke mezin dinirxîne û li hemû gelê kurd û bi taybetî li rewşenbîr û rojnamegerên kurd pîroz dike.

2005-04-22


Gotinên miftehî :