1. Tekst

  2. Gotar

  3. Rêzan Tovjîn
  4. Sedema Weşandina Nexşeriya Ocalan
Sedema Weşandina Nexşeriya Ocalan,sedema,weşandina,nexşeriya,ocalan

Sedema Weşandina Nexşeriya Ocalan

A+ A-


Îro rojnamyên tirk, bi taybetî Milliyet û Tarafê nexşerê weşandine. Lê dereng man.

Li ser îhtîmala lihevkirina bi dewletê re, birêz Ocalan nexşeriyek nivîsandibû. Armanc ji vê nexşeriyê ew bû ku zelal bibe dê kîjan gav di kîjan kengî bên avêtin û dê çi bên kirin. Bi vî rengî dixwest nîşanî dewletê jî bide ku kurd têkbirin û xirakirina dewletê armanc nakin, tenê têra gelê kurd azadiyê dixwazin.

Gelê kurd dixwaze xwe bi rê ve bibe, dixwaze parastina xwe bike û dixwaze ewlekariya xwe bi cih bîne.

Di heman demê de hikûmeta tirk û bi taybetî dewlet ket hewildanekê. Bi navê “Açılım” demek nû dest pê kir. Çapemeniya kurd ji vê re dibêje “Vekirin” lê ev wateyeke din a vê gotinê ye, di rastiya xwe de armanc ji gotina “Açılım” pêşveçûn e.

Lê hikûmetê wekî biryareke dewletê di vê demê de ambargo danî ser nexşeriya ku birêz Ocalan amade kiribû. Ji ber ku hikûmetê xwest ev pêvajo bi giştî di kontrola wê de û tenê ji bo tiştên hatine armanckirin pêk were.

Heke di vê demê de çi bû, bû. Wekî encam baweriya her du aliyan li hemberî hev çênebû û pêvajo têk çû. BDP jî di vê dîrokê de bi serê xwe sernivîsek e, mijarek e ku rojekê dikare were nirxandin.

Piştî ev pêvajoya navborî têk çû, birêz Ocalan ji bo gaveke pêşvetir dest bi xebatê kir û tiştekî ku nexşeriyê li pişt xwe dihêle nivîsî. Jixwe siyaseta wî ya ku pê dide qezenckirin jî ev e.

Niha malperên Netkurd, Avestakurd, Rizgarî û hin wekî din vekin, hemû tinaz û henekên xwe bi birêz Ocalan dikin ku çi ye ne çi ye, her roj tiştekî nû dibêje, li ser gotina xwe namîne, ew jî nizane çi dixwaze, rojekê wiha roja din wiha dibêje, filan bêvan. Bi navê Mamoste jî kesek di malpera Netkurd de karîkatorên birêz Ocalan çêdike û wî wekî hevalbendê artêşa tirk, endamekî Ergenekon û heta firoşkarekî kurd nîşan dide.

Ev qaşo kurd in ku hewl didin pêvajoyê fam bikin, lê sedsalek bê fahm derbas kirin û por spî kirin, mûyê spî ket pêxîla wan. Heke wan ev pêvajo fam nekiribe Milliyet û Taraf normal in ku fam nekin.

Taraf û Milliyet bi destûr û dehfdana dewletê dixwazin birêz Ocalan û Rêxistinê vegerînin ser nexşeriyê. Dewleta ku ambargo danî ser nexşerê û ew qebûl nekir, niha li hember pêngava “Kurdistana Xweser” û bicihanîna wê, hewl dide ku her du alî vegerin ser bingeha hevdîtinên dema nexşerê hate nivîsandin û di nexşerê de hate pêşkêşkirin.

Lê ya rast, birêz Ocalan pir baş dizane ku çima gav bi gav daxwazên xwe diguhere û kesên wî baş nas dikin jî baş dizanin ku vegera nexşerê êdî nema û kurd tenê dê wekî parçeyekî dîroka xwe bixwînin û jê sûdê wergirin.

Û wekî encam, heke dewleta tirk rast û durust nêzîkî pêngava Kurdistana Xweser nebe, dê rojekê Taraf û Milliyet û hemû rojnameyên din bêjin “Tew nebe vegerin ser armanca Kurdistana Xweser”, lê ji bo wê jî dê dereng be, wekî îro.

Aqilê Ahmet Altan ê ji kaniya xelkê jî heta vir e.