1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mem Mîrxan
  4. Ser muzakerevanên min Ogur û Mamoste Medya ne
Ser muzakerevanên min Ogur û Mamoste Medya ne,Ser,muzakerevanên,min,Ogur,û,Mamoste,Medya,ne

Ser muzakerevanên min Ogur û Mamoste Medya ne

A+ A-

Min ev mînak ji kurê xwe re got:
Tu ji bo pariyek nan digirî, lê hinek jî di temenê te de ji bo welatê bi rojan tî birçî li serê çiyan digerin.
Hewce bike  serî jî didin .
Ogurê Colemêrgî yek ji wan qehremana  ne.
Bi wêrekî û zîrekiya xwe ya di bernameya Meydana Siyasetê ya ATVyê de di dilê gelê kurd de ciyekî herî qedîm çêkir.
Ogur weke siyasetmedarên me çiv neda xwe.
Rasterat got.” Çawa hûn ji rêberê xwe Atuturk re serî ditewînin û hurmetê nîşan didin, rêberê gelê kurd jî heye. Rêberê gelê kurd jî bi rêz Ocalane.”
Di herikîna axaftinê de  zarokekî laz got “nexweşên bi tikî nizanin bila neyên xweşxaneyên tirkan”
Li ser vê gotinê Ogur disa  gotinên xwe yê şekirin li pêy hev rêz kirin.
Got “ Kekê mino hûn dibêjin ev birayê hev in, emê bi hev re bijîn. Ka biratiya we “
Li ser pirsa zarokekî Mixacirê Makedon :” Hun dibêjin çareserî hîn wê rojê 4 leşkerên me şehid bûn”
Ogur got: “Helbet wê şehid bibin. Ev dewlet tevî agirbesta PKK êrişan nesekinîne.
 Her roj balafiran dişîne ser gerilayan. Ewê jî parastina xwe bikin”
Mirov ecex dikare ewqas zela û delal vebêje.

XXX   XXX   XXX   XXX   XXX

Zarokek din a bi qasî Ogur şêrîn jî Mamoste Medya ye.
Bi rojane di rojeva gelê kurd de ye.
Mamoste Medya jî bi hemû wêrekî û zîrekiya xwe rabûye dersa zimanê kurdî dide hevalên xwe.
Tenê hevalên xwe.
Na.
Dersê dide, mamosteyên zimanê tirkî, yên ku dibêjin “ diya min û bavê min bi kurdî dizanin lê ez bi kurdî nizanim”...
Lê dersa herî mezin  da dewletê.
Belê zarokek zor şîrin bi temenê xwe yê biçûk pergala dewletê hejand.
Ez ji ber wêrekiya van herdu zarokan pêşniyarekê dikim.
Çawa dewlet dibêje Baş Muzakereciyê min  Egemen Bagýş e.
Di riya çareseriya pirsgirêka kurd de ser muzakerevanên min jî  Ogur û wek  hevseroka wî jî Mamoste Medya ye.

Mem Mîrxan