1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mem Mîrxan
  4. Serbest Berdana Albay Çîçek
Serbest Berdana Albay Çîçek,Serbest,Berdana,Albay,Çîçek

Serbest Berdana Albay Çîçek

A+ A-

Dozgeran rojek berî  Lijneya Ewlekariya Milli Albay Çiçek vexwendin ifade dayînê.

Lê ew nehat.

Wisa hat pilankirin ku civîna Lijneya Ewlekariya Millî û doz bi hev re hate maşandin.

Mirov dikare bêje doz ji makemê zêdetir li salona Lijneya Ewlekariya Millî pêk hat.

Ji xwe roja inê serokê Artêşê tewra xwe eşkere kiribû. “ Ev planên ku jê re tê gotin “planê darbeyê ye” ji bo me kaxizeke ji rêzê ye.

Li vir wek doza şemzinanê û bombekirina Pirtûkxaneya Umutê, serê vê dozê jî hate girtin.

Hukumet heta kare bila xwe bibe û bîne, encam naguhere.

Rojnameyên tirk dibêjin ku başe ku serokê artêşê başbug gurmista xwe li masê nexistiye.

Ez ne di wê baweriyê de me.

Ez dibêjim wisa lêxistiye ku ihtîmal heye ku milê wê ji cîh derketibe.

Û encama herî giring dibe ku ew gurmist bi pengize û disa li serê mekurda  bike ve.

Bi gotinek din cudatiya çend rojên dawiyê yê  artêş û hukumetê disa veguhezi lihevkirinê.

Li hevkirina Qesta Dolmabahçeyê yê derizî disa bi berjewendiyên millî vi heheve hate zelikan.

Mem MÎRXAN


Gotinên miftehî :