1. Tekst

  2. Çîrok

  3. Nehîr Pale
  4. Serpêhateyek ji romana Hezar Şehîdî III
Serpêhateyek ji romana Hezar Şehîdî III,serpêhateyek,ji,romana,hezar,şehîdî,iii

Serpêhateyek ji romana Hezar Şehîdî III

A+ A-

Bi xeta tevgera azadiyê bandor dibe, girêdan û hezkirina wê ji tevlîbûna nava refên YPJ`ê de zêde dibe, bi îradeya xwe ya xurt tê nasîn. Piştî tevlîbûnê, malbata wê bi rênxistinê ve tê girêdan, roj bi roj tevlîbûna wê qebûl dike û ew bi berxwedaniyeke bê hempa li herêma Kobanê şehîd dikeve.

Ev serpêhateya Hedla Yûsif keçika esmer,xwendinhez, şervana deşta sirucê Ezda Yaramaz bû ku yek ji romana hezar şehîdî ye.

Hedla Yûsif (Ezda Yaramaz) di sala 1997`an, di malbateke ku ji dayîk, bav, 7 xwîşk û 4 biran pêk, çavên xwe vedike. Hedla zarokatiya we li gundê Yaramaz ê dikeve başurê kobanê derbas dike û piranî di xebatên çandiniyê de bi dayik û bavê xwe re dibe alîkar.

Hedla di çûkaniya xwe de xwendinhez bû, bi taybet jî eşqa fêrbûna zimanê dayikê di çavên wê de diforiyan, lewma her çav lêdiketin, pirtûkek kurdî di bi cengan an jî di nava destê wê de bû. Gelek caran dema diçû serdana cîran an jî xizmên xwe pirtûk bi xwe re dibirin.

Xwişka Hedle Yûsif(Ezda Yaramz) ku wan piraniya demê xwe bi hev re parve dikin û rêhevalên dibistanê bûn, Gulê dide diyarkirin ku di her çaxê de hewldanên Ezda yên pêşketinê hebûn, di xwendinê de gelekî jêhatî bû, gelek hevalên wê ên dibistanê  hebûn. Her wiha tevî çûn û hatina wê ya dibistanê lê her di warê çandiyê de bi malbatê re alîkar bû.

Naskirina Tevgerê

Bi destpêkirina şoreşê, li gundê Yaramaz weke gelek gundên rojava, civîn ji gel re tên çêkirin û tê de derbarê rewşa heyî, şoreşa rojava, berxwedana şervanan tê nîqaşkirin. Bi vî awayî  çav û guhên Hedle ji zanebûnek nû re kurtir dibe û hewesa wê ya naskirinê geş  dibe, gav bi gav Hedle tevî ciwanên gund tevlî civîn û perwerdeyan dibe, bi vî awayî jî gava xwe ya yekemî di riya azadiya de davêje.

Malbata Hedle pir ji rewşa keçika xwe ne razî bûn, lê vê yekê kelecana Hedle ji xebatê re kêm nekir, berovajî her dem xwedî wê xeyalê bû ku malbat daxwaza wê bipejirîne.

Beşdarbûna nava YPJ`ê

Vîna Hedle roj bi roj mezintir dibe, xeyala tevlîbûna nava YPJ`ê û parastina herêma Kobanê di nava hinavên wê de ronî dibin, herî dawiyê di roja 1`ê adara 2014`an ev yek bi biryara tevlîbûnê tacîdar dibe. Di wê rojê de, Hedle bê ku xatir ji malbatê bixwaze, bi şev cil û bergên xwe amade dike û gava yeke ya rêwîtiya bê veger berve heqîqetê davêje, û berê xwe dide navenda YPJ`ê û tevlî wan dibe.

Bi vê gave re, malbat li xwe vedigere û desteka biryara keçika xwe dikin.

Bi vî awayî keçika Yaramazî, esmer, xwendinhez, vediguhere Ezda Yaramaz, şervana deşta sirucê, parazvana gelê xwe  û şopdara heqîqetê.

Ezda, hezkirinek mezin ji birayê xwe yê biçûk Kawa re dihewand, lewma her cara ku bi malbatê re deng dikir, yekemîn kesê ku lê dipirsî Kawa bû.

Aşiqa çeka xwe

Ezda piştî ku perwerde ramyarî û leşkerî bi dawî dike, berê xwe dide eniyê pêş û li gundê Kendalê yê dikeve rojhilatî bajarê kobanê, tevî komek şervanên YPG`ê û YPJ`ê dimîne. Rêhevala wê Laleşîn Kobanê hin serpêhateyên wan bi hev re vedibêje, Ezda pir ji çeka xwe ya BKS hez dikir, her lê baldar bû, paqij dikir, ew bibûn rê hevalên hev, Ezda keçikeke pir xurt bû.

Ezda beriya  ku biçe her şerekî, dîlan digerand û serê govendê digirt. Pir ji strana Zebeşe dendik reş e hez dikir. Her wiha fotbol jî bi hevalên xwe re dilîst, lê herî zêde şilkirina hev u din bi avê bala wê dikişand.

Şehadeta rêhevalên wê yêj jin gelekî bandor li ser dikir, lewma her çirûska tolhildanê di cîgira wê de pêt dibû. Her xwediyê wê soza rakirina tolhildana hevalê xwe bû.

Piştî demekê şûn de, Ezda tevlî nava tabûra gerok dibe, lewma her cihê ku şer lê diqewimî, berê wan bi wir de bû, li ser vê yekê sê caran birîndar dibe.

Dema ku êrîşên 15`ê îlonê yên çeteyên DAIŞ`ê li ser herêma kobanê destpê dike, Ezda tedawî didît, tevî ku hîna birînên wê rihet nebibûn, lê dema .  tevî ku birîna wê nehatibû hev, lê bi israr berê xwe dide eniyên pêş û li rex hevriyên xwe şer û berxwedaniyê dike.

Şehadet

Piştî ku çeteyên DAIŞ`ê di 5`ê cotmehê de derbasî bajar dibin, şer vediguhere nava kolanên kobanê û di 29`ê Cotmeha 2015`an, çete bi erebeyên bombebarkirî êrîşeke mezin pêk tînin, di vê êrîşê de Ezda tevî du hevalên xwe yên jin di çeperan de jiyana xwe ji dest didin û tevlî karwanên şehîdên nemir dibin.