1. Tekst

  2. Çîrok

  3. Nehîr Pale
  4. Serpêhateyek ji romana Hezar Şehîdî VI
Serpêhateyek ji romana Hezar Şehîdî VI,serpêhateyek,ji,romana,hezar,şehîdî,vi

Serpêhateyek ji romana Hezar Şehîdî VI

A+ A-

Kesekî xwe li vê dojehê nedida û nedihat. Lê Serhed hat hawara me. Me birîndarekî xwe gihand panzêra Serhed. Piştî çend hinasan dengê teqînek mezin rabû. Dumanek mezin ji wir rabû lê tablo hîna xumamî bû. Li ser bêtêlê got ‘ez baş im’. Xeman nexwin. Lê zanibin kesek nema tê hawara we. Ji ber ku heval li piştê jî di şer de ne. hewl bidin xwe rizgar bikin û hevalên birîndar derxînin. Ez diçim. Bi xatirê we.

Gotinên dawiyê ku devê lehengê vê serpêhateya ji romana Hezar Şehîdî Serhed Nûdem dihatin ev in. Lê di rastiyê de bawer im ev ne gotinên ji dev in, ev hestên ku dilê Serhedî di wan kêliyan de pê qîr dikirin.

Serhed, leheng jiya û leheng şehîd bû.

Kanîwar Xişman (Serhed Nûdem)

Kanîwar Xişman (Serhed Nûdem) di sala 1990’î de li gundê Bîr Ereb ê rojhilatê Kobanê çavên xwe li jiyanê vekirin. Di nav 6 xwîşk û birayan de zarokê mezin ê malbatek welatparêz bû. heya 10 salan Kanîwar li gundê ma, lê di sala 2000’î de bi malbata xwe re koçî bajarê Girê Spî kir û li wir refên dibistanê yên seretayî û navîn xwendin.

Piştî refa 9’an bidawî kir, Kanîwar dibistan terk kir û ji bo alîkariya malbata xwe bike, heya çend salan weke ajokarê kamyona qûm û keviran xebitî. Di sala 2011’an de leşkerî bidarê zorê ya rejîma Baasê kir. Kanîwar li wir li ser elektron û komputeran dixebitî. Lê beriya dema leşkeriyê bi dawî bike, ji ber reviya û vegeriya mal. Li vir ji ber ku hîna herêm di bin desthhiladariya rejîma Baasê bû, neçar ma dîsa koç bike. lewra Kanîwar berê xwe da Iraqê.

Kanîwar, li Iraqê kadroyên Tevgera Azadiya Kurdistanê nas kir. di vê navberê de şoreşa 19’ê Tîrmehê lidar diket. Kanîwar vê demê biryar girt ku vegera Rojava û cihê xwe di şoreşê de bigire.

Lewra di heman salê de vegeriya Rojava, li bajarê Dêrîkê perwerdeyek bingehîn a  leşkerî û siyasî dît û berê xwe da Kobanê da ku li vir tevlî nav refên Asayîşa Rojava bibe. Sala  2012 a şoreşê Kanîwar di avakirina hêzên Asayîşê li Kobanê de dixebitî û wiha ji şoreşê re têdikoşiya.

Di sala 2013’an de jî biryara tevlêbûna  refên YPG’ê da. Vê demê êdî ji Kanîwar guherî û navê Serhed Nûdem weke navê tevgerî ji xwe re pejirand.

Serhed tevî ku di nav YPG’ê de xebatên pisporên elektronîk dikirin, lê dîsa jî ji eniyên berxwedanê dûr nema. Ew bi idîa û îsrara xwe tevlî hemû çalakiyên bersivdayîna êrîşên ku dihatin ser Kobanê.

‘Ger ji we re gotin li Kobanê şehîd buye, serbilind bin’

Mîna ku di hemû eniyên berxwedanê yên Kobanê de cih girt, Serhed tevlê berxwedana Sedsalê ya 15’ê Îlûna 2014’an jî bû, da ku ew jî bibe lehengekî vê romanê. 25 rojên tofanê bêyî dudilî di nav agirê man û nemanê de borandin, heya ku di 10’ê Cotmehê de bi xwe agirek dada û peyama nemiriyê da.

Rojek beriya şehadeta wî, Serhed bi riya telefonê bi malbata xwe re axivî. Wî ji bavê xwe re got: “Bavo, ger te mizgîniya şehadeta min bihîst negirî. Ger ji te re gotin li Kobanê şehîd buye serbilind be. Ji ber ku ez ê di oxira parastina welat û gelê xwe de şehîd bibim. “

Ji birayê xwe re jî  got: “Em mîna ku li ser agirekî bin, germ in û bi moral in. Kobanê nakeve, ji ber ku me biryara parastina wê daye. Eger ket jî bizanibe em hemû tune bûn.”

Serpêhateya Nemiriyê

Roja 10’ê Cotmehê, êdî çembera agirî ya zebaniyan li dora Kobanê teng bibû. Bi tenê çend kolan mabûn. Heya niha 12 şehîdên Serzûrî, Arîn Mîrkan, Êrîş û Zozan û Rêvana Kobanê peyam û rêgeha berxwedana Kobanê nîşan dane. Van gotiye ancax bi fedatiyê em vî agirî bicemidînin û romana xwe binivîsin. Beriya 2 rojan jî Diyar Bagok di avahiya Asayîşê de peyama “Eger derbas bûn jî, ew ê li ser cenazeyên me re derbas bibin” dabû.

Îro jî 10’ê Cotmehê, peyama Serhed di dilê her zindiyekî de deng vedida. Xeta çargoşeya Ewlekariyê, dibistana  Sewra, Sînaa û Finûn bi temamî di destê DAIŞ de ye, êdî pevçûn di navenda Kobanê de dimeşin. Nîvgilovera dora Kobanê pir teng buye.

Piştî ev dever hemû ketin destê çeteyên DAIŞ’ê de, şervanên YPG’ê xwe spartin dibistana Rîfiyê. Li vir 6 şervan di xeta hîleleke çeteyan de di dibistanê de çeper girtibûn û bajar li pey xwe diparastin. Çeteyan dibistan bi temamî dorpêç kirin.

Serhed heya vê demê jî tenê erka wî ew  e ku xebatên teknîk û elektronîkê bimeşîne. Lê dema ku li ser bêtêlê agahiya ku “Dibistan bi temamî di çemberê de ye. Hevalên birîndar di dibistanê de hene û nikarin derkevin” dibihîse, panzêreke zirxî siwar dibe û berê xwe dide dibistanê. Li devê deriyê dibistanê, panzêr rawestiya.

Şervana YPJ’ê têkoşer Zîlan Kobanê (li Sirînê şehîd bu) ku wê demê ew jî amade bû dibêje: “Ji xwe kesekî xwe li vê dojehê nedida û nedihat. Lê Serhed hat hawara me. Me birîndarekî xwe gihand panêzra Serhed. Piştî çend hinasan dengê teqînek mezin rabû. dumanek mezin ji cihê Serhedî rabû lê tablo hîna xumamî bû. Li ser bêtêlê gazî me kir û got ez baş im. Xema min nexwin. Lê zanibin ku kesek nema tê hawara we. Ji ber ku heval li piştê jî di şer de ne. hewl bidin xwe rizgar bikin û hevalên birîndar derxînin. Ez diçim. Bi xatirê we”.

Vê demê fûzaya çeteyan panzêra zirxî ya Serhed hedef girtibû û tevgerîna wî bi temamî rawestandibû. Lingekî Serhed hat birîn û xwîn bêyî rawestîn jê dipijiqî. Heya KOBANE-POTRA-SEHID-NUDEM (1)demekê wiha ma û li ser kursiya ajokarê panzêrê şehîd bû. cenazeyê Serhed  wiha li wir ma heya ku piştî 3 mehan şervanên rojê car din vegeriyan û ew rizgar kirin.

Tabloya piştî 3 mehan

Piştî 3 mehan, em dîsa vegeriyan heman kolanê lê tablo guherî bû. Li heman kolana ku beriya 3 mehan Serhed lê digeriya, (Kolana di navbera dibistana Xensaa û Rîfiyê de) niha li devê deriyê dibistana Rîfiyê panzêrek bêyî sekin, ku Serhed  hîna di hundir wê de bû û cenazeyê şervanekî din li ber, hene. Piştî çend gavan 2 cenazeyên din jî dirêj bune. Li aliyê din ê kolanê jî guliya zer a Bêrîtnê û cilên şervanek YPJ’yî hene ku li pey giyanek nemirî û bedenek heliyayî mane, hene. Ev jî tabloyeke vê romanê bû.

Li vê kolanê zêdeyî 6 şervanên YPG’ê ku dixwestin yan şervanên birîndar di dibistana Rîfiyê de rizgar bikin an jî xwe ji dibistanê rizgar bikin şehîd bibûn.