1. Tekst

  2. Nirxandin

  3. Can Seker
  4. Sersala 2008an li we pîroz be
Sersala 2008an li we pîroz be,Sersala,2008an,li,we,pîroz,be

Sersala 2008an li we pîroz be

A+ A-

Di hefteyen borî de êziyan Cejna Êzî, îsewiyan cejna Noel û mihemedaniyan jî cejna Qurbanê pîroz kirin. Niha jî cîhan dê bi tevahî sersala nû 2008an pîroz bike.

Ji destpêka damezirandina şaristaniyan û vir de, mirovan demê li gor daxkirina rojê li esman demê parve kirine. Ji 365 roj 52 du hefte û 12 mehan re sal gotine lewra roj di nav van hejmaran de esman cîh bi cîh dax dike. Ji vê sîstemê re teqwîm, ango salname tê gotin. Çandên cuda cuda di nav vê sîstemê de teqwîmên cuda cuda afirandine.

Vê sersalê wek ji dayîkbûna Îsa tê qebulkirin. Le belê ji ber ku hemû cîhan ev teqwîm pejirandiye ev cejn wek enternasyonalî tê qebul kirin û li hemû deverên cîhanê şeva 31ê decemberê seet di 00.00 de ku bi 1ê januari ve tê girêdan, tê pîrozkirin. Teqwîma ku kurdan pejirandibû 13 roj piştî vê teqwîmê ye. Bi gotineke din ew dibên 13, kurd dibên 1.

Di vê cejnê de êvarê malbat, nas û dost tên cem hev, xwarin û vexwarinên xweş tên amadekirin, lîbasên nû tên li xwe kirin, soz û peyman tên dayîn û saet di 00.00 de fişekên hewayî tên avêtin, nas û dostên ji hev dûr bi mail û telefonan sala nû li hev pîroz dikin. Di televizionan de programên sersalê tên temaşekirin. Piştî şahiyan êdî rojên deklerasiyonan dest pê dikin. Di sala borî de çi qewimîne çi encam hatine sitendin û wê di sala nû de, dê çi bên kirin tên plan û projekirin.

Bi minasebeta sala nû ya 2008an ez dixwazim sersala hemû kurdên bawermend û ne bawermend li cîhanê çi zerdeştî çi êzî çi yaresanî çi elawî çi mihemedanî çi îsewî çi mûsewî çi jî bêbaweriyan pîroz dikim.

Di şexsê A. Ocalan de sersala hemû serokên Kurdistanê, di şexsê M. Barzanî de sersala hemû niştimanperwerên Kurdistanê, di şexsê C.Talabanî de sersala hemû siyasetmedarên Kurdistanê, Di şexsê M. Karayilan de sersala hemû gerîlayên Kurdistanê, di şexsê N. Demirtaş de sersala hemû girtiyên zîndanan, di şexsê K. Burkay de sersala hemû şexsiyetên Kurdistanî, di şexsê RojTv de sersala hemû xebatkarên televizyonên kurdan, di şexsê A. Welat de sersala hemû rojnamevanên Kurd, di şexsê Amida Kurd de sersala hemû xebatkarên malperên Kurdan, di şexsê Perkurdê de sersala hemû xebatkarên komeleyên Kurdistanê, di şexsê R. Dildar de sersala hemû nivîskarên Kurdistan, Di şexsê S. Tan de sersala hemû xebatkarên enstîtuyên Kurdistanê, di şexsê M. Badikî de sersala hemû hûnermendên Kurdistanê, di şexsê Z. Farqinî de sersala hemû zimanzanên Kurdistanê, Di şexsê L. Zana de sersala hemû jinên Kurdistanê, di şexsê Egit de sersala hemû şehîdên Kurdistanê, di şexsê Bîrgul û Mahabad Arda de sersala hemû kirîv, nas û dostan, Di şexsê te, yê ku vê nivîsê dixweyîne de sersala hemû xwendevanan û sersala we hemû welatparêzên Kurdistanê pîroz be!

Di sala nû de bi hêviyên Peyvên pak, Ramanên pak û Kiryarên pak, bimînin şanaz û bextewar.

Can Şeker


Gotinên miftehî :