1. Tekst

  2. Helbest

  3. Ehmed Huseynî
  4. Sibehên balgehên xwînê
Sibehên balgehên xwînê,sibehên,balgehên,xwînê

Sibehên balgehên xwînê

A+ A-

BO ŞEHÎDÊN 12ê AVDARÊ

Vê sibehê, 

Tu Qamişloka min î.. 

Tu ewrên birîndar û birûska bin zimanê min î.. 

Tu sergovenda rojê û tu pinpinîka xwîna şehîdên min î.. 

Tu agirê bîrê û tu çavkaniya bîranînên min î.. 

Tu sîber î, tu dilber î, tu huner û tu fener î.. 

Qamişloka minê janê, 

Wekî çûkan li hêlîna dil vegerî! 


Vê sibehê, 

Serê xwe deyne ser balgehên dilovan ên 12ê avdarê, 

Li ser piyan nimêj bike.. 

Li ser piyan xwêya rondikên xwe vexwe, 

Li ser piyan li mirina xwe binêre! 

û li ser piyan destmalên afsaneya xwe bi tayên xewnê bidirû 

û tovên şevistana xwe bihêre! 

Bo MIHEMED ŞÊXO(BAVÊ FELEKÊ) 


Vê sibehê, 

Li ser peravên stiraneke kuştî 

Li ser keviya goristana peyvên birîndar, 

Li ser textê Qamişloka bîranînên ji kevir, 

Li ser pişta westiyayî ya felekê, 

Li bin xuşîna dara tûyê ya ku kêfa te jê re dihat, 

Nave te li ser eniya 9ê avdarê, bi hibra reş, dinivîsînim: 

Roj baş dengbêjê rojê! 

Roj baş mire xewnê! 

BO JINA KURD.. 


Vê sibehê, 

Çiyayên welatê min bi ava çavkaniyên dilê te destnimêj digirin.. 

Taristana welatê min di mista destê te de tar û mar dibe, 

Şehîdên welatê min li bin esmanê lêvên te kom dibin, 

Berbanga welatê min ji rojhilata xewna te dipijiqe, 

Çûkên welatê min di hêlînên reşgirêdana te de mezin dibin, 

Tu dayika bendemana min î… 

Tu hevala renckêşana jiyana min î… 

Tu keça min a şêrîn î, 

Tu yara min a dilrevîn î, tu gencîneya nalenala min î, 

Tu rûpela spî ya xeyala min î.. 


Vê sibehê, 

Li ber çavên te nave min dikujin, 

Li ber çavên te xwîna min vedixwin, 

Li ber çavên te stiranên azadiyê ji dilê min didizin, 

Li ber çavên te zeviyên xewna min dişewitînin, 

Li ber çavên te neynûkên xwe di memikên çiyayên min de dadiçikînin, 

Li ber çavên te, sêdarên xwe di hibra helbesta min de vedigirin, 


Vê sibehê, 

Çavên te, 

Darbesta min li asoyên bêrîkirinê radigirin..


Ehmedê Huseynî 

[email protected] 

London 12.03.2012


Gotinên miftehî :