Sibehên boykotê,sibehên,boykotê

Sibehên boykotê

A+ A-

Vê sibehê
 welatên we yên ji welatbûnê bêpar in,
welatên we yên ji nasnameyên we re bar in,
welatên we yên ji bilî çewisandina mirovan bêkar in, boykot dikim..

Paytextên we yên ji dek û dolaban, bajar û gundên we yên kîndar, kuçe û kolanên we yên tawanbar, dergeh û pencereyên we yên reşekuj, şaneşîn û kevirên we yên bêbîr, pasvanên we jî boykot dikim.

 Alên we yên ji sore xwînê, olên we yên sextebaz, bawermendên we yên derewîn, tang û topên we, balefirên we yên zarokkuj, leşker û serbazên we yên nexweş, cibilxane û çavsoriya we, bargeh û çeperên we, sêdar û dozgerên we, girtîxane û celad û serbirên we, işkence û kuştinên we, ferman û fermandarên we, sultan û xelîfeyên we, sînor û nîşangirên we, belge û reşbelekên we jî boykot dikim.

Zimanên we yên regezperet, elfebeyên we yên kîndar, dibistan û zankoyên we, pênûs û lênûsên we, sirûd û mamosteyên we, helbest û romanên we, raman û felsefeyên we, dîrok û dîroknasên we, rêbaz û zagonên we, ferheng û pirtûkên we, huner û govend û stiranên we, kovar û rojnameyên we, televizyon û bêjerên we, temaşevan û paşmêrên we, mizgeft û imamên we, şaşik û cubeyên we jî boykot dikim!

Salnameyên we, demasal û baranên we, bager û bahozên we, meywe û sebzeyên we, nanê we, ava we, agirê we, mûm û evîndar û sorgulên we, zimandirêjiya serokên we, pisîk û keroşkên we, balinde û masiyên we, bîna axa we û birînên nexşeyên we yên derewîn jî boykot dikim!

Hilbijartinên we, namzedên we, slogan û diruşmeyên we, bernameyên we, rûreşiya gotarên we, qublenameyên û komkujiyên we, seqema destên we, ewteewta segên we, gopal û kor û xwefiroşên we, zozan û seyrangehên we, mûzexane û peykerên we, çayxane û qumarbazên we, parlemento û bazirganên we, serçavkên biratiya we, cejn û bejnên şevistanên we, serjêkirin û lêbûrînên we, ewrên we yên ji jehrê jî boykot dikim.
Vê sibehê, her ku hovîtiya we boykot dikim, azadtir dibim,
Bilindtir dibim,
Xweşiktir dibim.


Gotinên miftehî :