1. Tekst

  2. Helbest

  3. Ehmed Huseynî
  4. Sibehên dergehê hewşê
Sibehên dergehê hewşê,sibehên,dergehê,hewşê

Sibehên dergehê hewşê

A+ A-

Vê sibehê, 

Tu gulistana min î 

Tu biyabana min î 

Tu demsal û barana min î 

Tu aso û sîtav û dîlana min î ... 

Tu pirs û bersiv û talana min î 

Tu şîrav û pinpinîk û hawara min î 

Tu mak û çavkanî, 

Arjen û Manî, 

Cizîrî û Selmaya min î.. 

Vê sibehê Tu helbesta min î, 

Tu helwesta min î 

Tu ala rengîn î 

Nîşana darbesta min î.. 


Bo Yûnis El-Hakîm 

Vê sibehê, 

Li ser keviyên reşebayan li cendekên xewnê û li hinasên bapîrên te digerim, 

Bajarê te bi bazbendên demê û bi navên ocaxên derewîn dixemilînim, ... 

Çavkaniyên êşa xwe di çavên te de mîna gerdenya zîvîn a dayika xwe, dibînim.. 

Û keştiyên mirinê li bendergehên destên te bi agirê bîranînan dişewitînim, 

Qulingan li pey dûmana sînga xwe bihêle!! 

Bulûran li pey newayên êşê bihêle!! 

Stêrkan li pey sawîrên şevistanê bihêle!! 

Dilê xwe jî di baranê de, wek navnîşanê, hilawistî bihêle!! 

Vê sibehê, 

Piyala çîrokên ji jehrê vedixwim.. 

Mûma birînê di birînê de vêdixînim.. 

Ji sîbera xwe ditirsim.. 

Ji navê xwe direvim û kêlên Amûdê, li pey xwe, di dûmana pirsê de dihêlim… 


Vê sibehê, 

Li ber dergehê hewşê dayika min li xencerên bîranînên xwe digere, 

Destên xwe dipelîne da ku behna destmala bavê min zeft bike, 

Ava poşmaniyê ji çavên wê diherike, 

Nameyên wê di sînga wê de dişewitin, 

Vê sibehê, 

li ber dergehê hewşê, 

Dayika min li morîkên şîn ên xewna xwe digere, 

Li neynikên qedera xwe dinêre, 

Û navê bavê min li ser lêvên goristana Amûdê dikole... 

Vê sibehê, 

Ez dê hewl bidim xwe bikujim 

Da tu têra xwe bêyî min bijî.. 

De govenda mirina min bigerîne 

Da ez jî xwêdana bin çengê te bim.. 

Goştê min bi kêrên awirên xwe bixwe, 

Stêrkên xembar ji ser laşê min berhev bike, 

Volkanên navê xwe di şaneyên min de bigurmîne, 

Bila ez kavil bim Tu jî goyîn bî.. 

Bila ez xwelî bim Tu jî heyîn bî... 

De bila, 

bila ez bawermendê hilatina roja te bim 

tu jî perestgeha min a dilkujîn bî...


Ehmedê Huseynî 

[email protected] 

London 

27. 02. 2012


Gotinên miftehî :