Sibehên dûmanê,sibehên,dûmanê,amûdê,komkujî,bajar

Sibehên dûmanê

A+ A-

Vê sibehê, bajarekî şkestî ji bin balgeha xwe derdixim, toza mirinê ji ser bijangên Amûdê dadiweşînim, bîna firîşteyan ji laşê wê difûre, komkujî ji hinasa wê diherikin, nexşeyên evînê di xwîna wê de diteqin. Min peykerê wê ji kevirê êşa xwe çêkir, min tembînameya xwe li ser gerdena wê nivîsand û min bi kêrên bêrîkirinê rondikên xwe di çavên wê de kolandin!

Vê sibehê, siwarên efsaneyan xewnên min dagîr dikin, çîrok bi çîrok, keser bi keser, welat bi welat, qulingên bêrîkirinê bargeh û hêlînên xwe di dilê min de dinijinînin. Pasvanê sirûdên te bûm, parzemîn û tovên giriyê te bûm, şevçirayên hişê te yê talanbûyî bûm, aniha jî bi ewran re ber bi te ve dibezim û li ser hinarkên te rojmirina xwe dinivîsînim!

Vê êvarê, zimanê min li te nagere, bazbenda xwe radestî daristana dilê te dikim, bêrîkirina xwe li ber lingên te serjêdikim, serê xwe yê ji kavilan li ser çoga te datînim, destê te di nav pore min de zuha dibe, dixwazim bi agirê sînga te birînên xwe û yên te bişom. Dixwazim tu min di goristana xewna xwe de veşêrî!

Mîna rûbarekî; taristan ji te diherike. Laşekî sar, bendemaneke dirinde, goristaneke nenas, miriyên bê tembîname, ewrên sergerdan û giriyê balindeyên welatê min, hemî bi hev re li ser sînga min direqisin. Guh nede kavilên giyanê min, guh nede şkeftên bêrîkirina min ên ji tenhatiyê, guh nede pêlên xwîna min jî, bi tenê, çavên xwe bigire û guh bide hawara min a ku ji taristanê diherike!

Bo Husên Xizrî! Pêximberên ku ji azadiyê hez dikin, goristanên xwe bi destên xwe, mîna ku sirûdên jiyanê hilbijêrin, hildibijêrin.. Pêximberên ku em ji wan hez dikin, serên xwe li ser dilên me datînin û kêlên xwe di çavên me de dihejmêrin.. Pêximberên ku ew ji me hez dikin, stiranên me bi xwîna xwe radipêçin, Kurdistanê bi dûmana şînîgiriyê dinixumînin, bi destên xwe sêdarên xwe vedigirin û ji celadên xwe re dibêjin: tifûûû!!

Min biryar da ku ji te, ji çiyayên te yên afsanewî, ji şehîdên te yên ji rîhanan, ji pirsên te yên mezin, ji bajarên te yên reşgirêdayî, ji nexşeya te ya parçebûyî, hez bikim! Min biryar da ku xwe bi qurbana hinasa te bikim! Min biryar da ku tu jena dilê min î!

Vê şevê, li ser eniya taristanê şopa destên te yên ji nijada berbangê dibînim, li ser keviyên xewna xwe jî sirûdên te yên ji êşê wêdetir dipesinînim. Karwan li pey karwanan tên û di xwîna min de pêximberên xwe li pey xwe sêwî dihêlin û ber bi girî ve sernişîv dibin. Ez şûrê te yê dadayî me, bavê min rojhilata navîn e, diya min Mezopotamya ye, keça min jî Kurdistan e!

Vê sibehê, min bi navê te yê pak û dilovan dest bi xwendina ayetên ronahiyê kir

Min serê evînê bi gulava silava te şûşt.. Min nimêja dawîn ji te re kir û min xwe di dojeha bêrîkirina te de werkir!

Vê sibehê, destên payîzê yên giran ji ser milên min danakevin. Di nav welatên zer de li zersoninên welatê xwe digerim. Di nav zimanên şevê de pêrgî mûmên zimanê xwe dibim, çavên xwe digirim û bi barana çavên te dişewitim welato!

Vê şevê, şagird û neviyên wêranan, pencereyên kesk ên Mehabadê vedikin û li çavên Sineyê yên sozdar dinêrin, maçên xwe li ser lêvên Çarçirayê ji bîr dikin û balgehên xwe di bin serê bageran de bi tenê dihêlin. Destên xwe ber bi jor ve bilind dikin, ji pêximberan re li çepkan dixînin, biskên jiyanê dihûnin û di pirtûka çiyayên xewnê de wenda dibin. Vê şevê, welatê min goristanên xwe bi hibra rojê dinivîsîne!

London