Sibehên Kujeran,sibehên,kujeran

Sibehên Kujeran

A+ A-

Vê êvarê, 

Rûyê xwe bi ava bêrîkirina te dişom.. 

Pencereyên te bi gulên velerzîna xwe 

û bi keskesoran dixemilînim, 

çûkên te yên şilbûyî bi tîna peyvên xwe zuha dikim, 

navê te, 

welato! 

li ser dîwarên dilê xwe, 

bi rengên ji êgir nîgar dikim..  


12ê avdarê, 

Dilên reş, 

Peyvên reş 

Alên reş û gurên reş.. 

Were xwe di dojeha şeneyên min de veşêre! 

Were sînga tirsê veke û xatir ji şevistanê bixwaze! 


15 ê avdarê, 

Dilop bi dilop ji çavên rojê bendeman diherike. 

Aheng bi aheng, xewn û darbest bi hev şa dibin.. 

Peyv bi peyv ferhengên xwînê bêdeng dibin.. 

Hesp bi hesp, siwarên azadiyê ji pirtûka şevistanê direvin.. 


 16 ê avdarê, 

Heman kujer e, 

Heman zarok in li ser dara dilê min dipişkivin.. 

Heman agir e bi laşên teze re dileyize, 

Heman neynik e ya ku rûyê mirinê tê de dibînim, 

Heman avdar e ya ku biskên welatê min bi tiliyên xwînê vedihûne, 

Heman jehr e ya ku dîroka welatê min dinivîsîne… 

Heman şevistan e ya ku stirana berbangê ji dayikan re dixemilîne.. 


Vê sibehê, 

Ji min dipirsin: li van kolanên tarî tu li çi digerî? 

Pala xwe didim dîwarê bîranînên te 

Baskên xwe bi agirê bêrîkirinê dişewitînim û dibêjim: 

Nizanim! 

Lê li kolanekê ji van kolanan, min bi destên xwe xewna xwe veşartî ye.. 

Li rûyên xemgîn ên rêwiyên sergerdan dinêrim.. 

Di çavên wan de çirayên hêviyê vêdikevin, 

Li ser lêvên wan, pencereyên welatekî qedexe, vedibin.. 

Di germahiya himbêzên wan de, darên azadiyê hişyar dibin.. 


Vê sibehê, 

Careke din, Xewna xwe, 

Di rondikên kolanên te de vedişêrim.. 

 Vê sibehê, 

Ez birîn im tu derman î 

Reşeewr im tu baran î 

Ez têkçûn im tu viyan î 

Dastanbêj im tu dîlan î 

Ez keştî me tu tofan î 

Melevan im tu rêzan î 

Ez mirin im tu jiyan î 

Dîl û dilê Kurdistan î.. 


 Ehmedê huseynî 

[email protected] 

London 

17. 03. 2012


Gotinên miftehî :