1. Tekst

  2. Helbest

  3. Ehmed Huseynî
  4. Sibehên kurtepistan
Sibehên kurtepistan,sibehên,kurtepistan

Sibehên kurtepistan

A+ A-

Vê sibehê, 

Çavên min li devê riya te diqerimin, 

Bagerek ji rexên xewna te tê, 

Berbangek di rexên xwîna te de wenda dibe, 

Wek sofiyekî sersom û têra xwe gunehbar 

Xwe davêjim mihraba dilê te.. 

Li ber destên te yên ji bendemanê, 

Careke din tobe dikim.. 

Helbestan li ber lingên te radixînim 

Û ji hilatina kenê te re sucde dibim.. 

De were çurîskên sor ên kirasê xwe di çavên min de daçikîne!


Vê sibehê 

Berê xwe didim çolistanên xewna te, 

Pêrgî sorgulên xwîna te dibim.. 

Pêrgî reşegirêdana xunava lêvên te dibim.. 

Pêrgî dûkela zimanê te û nalenala ferhenga te dibim.. 

Pêrgî bahozên serberdayî yên sînorên te dibim.. 

Pêrgî tiliyên te yên hevrêşimîn û bilûrên te yên şkestî dibim.. 

Pêrgî çîroka te, dîroka te û pêrgî kevoka te ya kuştî dibim..


KURTEPIST 

Ji nişkê ve, 

dengê min, 

di ber dergehê evîna te re derbas dibe.. 

hinarkên te vêdikevin, 

giyanê te vêdikeve, 

guldankên lêvên te matmayî dimînin.. 

cendekê êşê ji ser milên xwe diavêjim 

û rê didim kurtepista xwe 

da ku li dilê min mikur were!


Vê sibehê, 

Rondikên te bi destmalên ronahiyê zuha dikim, 

Di mija xewnê de ji ferhenga lêvên te dirijim, 

Ji pey te venagerim, Dest ji eşqa te nagerim, 

Bageran di pore te de hişyar dikim, 

Di çavên te de keskesoran har dikim, 

Destên te ji şûnşopên şevistanê dadiweşînim, 

Û destên xwe bi pêlên bêrîkirinê re; 

Ji dergehên azadiya te re dişînim.


Ehmedê Huseynî 

[email protected] 

27. 04. 2012


Gotinên miftehî :