1. Tekst

  2. Helbest

  3. Ehmed Huseynî
  4. Sibehên reşekeviran
Sibehên reşekeviran,sibehên,reşekeviran

Sibehên reşekeviran

A+ A-

Vê sibehê, Min dixwest helbestekê binivîsînim, Şehîdên welatê min ên ji keskesorê xweşiktir hatin bîra min, Çariya dayika min a ji tirsa sînoran, Xewna kuştî ya bavê min, Bajarê min ê ji kevirê bîranînan jî hatin bîra min.. Min xwe amade dikir ku dest pê bikim, Lê kêra te di dilê min de rabû, Xwîna min bi ser rûpelên spî yên sibehê de rijiya, Nexşeya te ya parçebûyî jî, ho welato!! Di şaneyên xwîna min de, Wek erdhejekê, hejiya... Vê sibehê, Rengê dîwaran, perdeya şaneşînê, Maseya xwarinê, textê razanê, ... çenteyên seferê, nûçeyên lezgîn, nexşeyên welatan, girnijîna te, stêrkên ku ji çavên te dirijin, baskên te yên ji hêviyê, mûma ku min ji te re vêxistibû, gula ku min li ber sere te danîbû, kurtehelbesta ku min di bêrîka te de veşartibû, pinpinîka ku li tîna tîrêjên dilê te digeriya, -ji bilî dilê min hemî tiştên ku tu ji wan hez dikî, vê sibehê, ne li cihên xwe ne…!

Vê sibehê, Qublenameya xwe bi kevirê êşa te dişikînim, Baskên xwe yên ji perên qederê di bagerê de vedikim, Û ber bi çarenûsa xwe ya reşekuj ve diçim.. Bendemana azadiya te çarenûsa min e, Navê te yê ji beybûnan çarenûsa min e, Dînbûna demsalên xwîna te çarenûsa min e, Jiyana te ya bi mirinê dagirtî çarenûsa min e, Guhdarîkirina li kêrên dengê te çarenûsa min e, Çavê te yê di şevistanê de diçurise, çarenûsa min e, Destê te yê ku ber bi himbêzkirina min ve nayê, çarenûsa min e, kevoka ku xwe bi tîna dilê te de germ dike, çarenûsa min e, Çîroka te ya ji velerzîna xatirxwestinê, çarenûsa min e, Bêrîkirina ku ji lêvên te dibare çarenûsa min e, Vê sibehê, Helbesteke wisa birîndar çarenûsa min e...

Ehmedê Huseynî [email protected] London 06.01.2012


Gotinên miftehî :