1. Tekst

  2. Helbest

  3. Ehmed Huseynî
  4. Sibehên siwarên te
Sibehên siwarên te,sibehên,siwarên,te

Sibehên siwarên te

A+ A-

Vê sibehê, 

Bi rondikên çavên sibehê re, 

wek ku ez tembînameya xwişk û birayan bim, 

wek ku ez ne ez bim, 

bi ser hinarkên mirinê de diherikim.. 

Di nav destên wan ên jiyanhez de, 

wek ku nameyeke evîna kevnar bim, 

diqermiçim.. 

Min kedî bike ey mirin! 

Bila ez serwextê pêjnên te bim, 

Li min bibane ey mirin, 

bila ez xwîna şervanên bêrîkirin û velerzîna elfebaya dilê te bim.. 

Li dengê min guhdarî bike ey mirin! 

ku çawan keştiyên xwe 

Di nav pêlên te de bêarmanc dihêlim.. 

Li min guhdarî bike 

ku çawan darên sînga te di bagera bêdengiya min de dihejin? 

Ku çawan çavên qerimî li ser asîtankan li hêviya gurmîna dilên me ne? 

Ku çawan destmalên reş pencereyên xewna hevdîtinê dixemilînin? 


 Vê sibehê 

Siwarên te yên ji bendên êgir, 

Di qebqebqa kewên çîrokê de digevizin.. 

Di nav dûmana hawarên te de govenda reşebuharê digerînin, 

Li dawiya çiyayên te 

Û li destpêka berbanga te digerin, 

Kilîtên azadiya te radestî goristanên bênav dikin, 

Dilop bi dilop, 

Ji xwîna te ya germ re dibêjin: 

Cejna te pîroz be..! 


Vê sibehê, 

Pencereyên xewnê ji siwarên we re vedikim û dibêjim: 

Newroza we pîroz be..! 


 Vê sibehê, 

Tu ji tava rojê germtir î 

Tu ji tîrêjên azadiyê nêziktir î.. 

Hemî rûbarên welatê min xwe bi werîsên bêrîkirina te dikujin.. 

Dem û demsal, 

gulistan û buhar, 

ji çavkaniyên destên te dirijin.. 


Vê sibehê, 

Tu ji bîna beybûnan xweştir î.. 

Tu bindest î Lê ronahiya te dijwar e, 

Tu ji berbanga serdestan geştir î! 


Ehmedê Huseynî 

[email protected] 

2012-03-22


Gotinên miftehî :