1. Tekst

  2. Pêkenî

  3. Amîda Kurd
  4. Simbêlên Pito Hene !
Simbêlên Pito Hene !,Simbêlên,Pito,Hene,!

Simbêlên Pito Hene !

A+ A-

Şervanên azadiyê diçin gundekî, li derê malekê dixin. Mêrê malê ji jina xwe re dibêje:
- Herê binêre bê kî ye.
Jinik tê ber derî û dibêje:
- Ew kî ye?
- Em heval in xaltîkê.
Jinik tê ji zilamê xwe re dibêje ku ew heval in. Zilam tafilê xwe dike nav dergûşê, betaniyê davêje ser xwe û dibêje jina xwe ku bibêje ew kurê wê ye di dergûşê de.
Jina malê derî li gerîllayan ve dike. Gerîlla hîn baş rûneniştine, ji jinikê pirsa mêrê wê dikin. Jinik dibêje wan ku mêrê wê çûye bajêr.
Di vê navê de gerîllayek lingek 45 nimro di nav dergûşê de dibîne ku ji binê betaniyê derketiye der.  Gerîlla radibe, ber bi dergûşê ve diçe û dibêje:
- Ev kî ye?
- Lawê min e, razaye.
Hîn gotina jinikê temam nebûye, gerîlla hêdîka betaniyê ji ser dergûşê hildide û dibêje:
- Maşşallah Maşallah, çi piyên wî mezin in, pêlava 45 nimro jî dixe piyên xwe. Tu lê binêre çi şîrîn e, simbêlên wî jî hene ha. Wey Xweda xwedî bike. Wî mezin bike û bila bibe gerîlla.

Ji berhevka Mahabad Arda


Gotinên miftehî :