1. Tekst

  2. Pêkenî

  3. Eliyê Xemxur
  4. Sohbeta Rêwîtiyê
Sohbeta Rêwîtiyê,sohbeta,rêwîtiyê

Sohbeta Rêwîtiyê

A+ A-

Rojekê li balefirgeha Qoserê ez li hêviyêbûm ku balefir rabe. Min ji xwe re pirtûkek çîrokên kurdî standibû. Ez bi heyecan im ku ez ê çi çîrokên xweş bixwînim. Min dît yek hat li kêleka min rûnişt û got:

- Tu dizanî, min rojekê di derekê de xwend, lê niha nayê bîra min bê di ku de bû. Digot dema mirov di rêwîtiyê de sohbet bike, rêwîtiyên dirêj bi mirov kin tên.

Min derê pirtûka xwe xwe girt û jê pirsî;

- Tu dixwazî em di kîjan mijarê de sohbet bikin?

- Wele hema çi be, mînak van rojan pir li ser nukleerê tê axaftin, tu dixwazî em li ser vê mijarê biaxivin?

- Dibe, ev mijareke balkêş e. Lê berî em têkevin mijara nukleerê, ez dixwazim pirsekê ji te bikim. Hesp, çêlek û bizin... Her sê jî gihayê dixwin. Gelo çima yek wekî xaran, yek wekî avê, yek jî pir zuha pîsiya xwe dike. Serkul, rêx û bişkul... Li gor te çima?

- Wele qet fikrek min tune, nizanim.

Min dîsa rahişt pirtûka xwe û got;

- Madem tu der barê tu gûhî de tiştekî nizanî, tu çima dixwazî der barê nukleerê de biaxivî.


Gotinên miftehî :