1. Tekst

  2. Çîrok

  3. Rêzan Tovjîn
  4. Soro Zimanê Xwe Dernexe!
Soro Zimanê Xwe Dernexe!,soro,zimanê,xwe,dernexe

Soro Zimanê Xwe Dernexe!

A+ A-

Li hewşa dibistanê zimanê xwe ji keçikekê re derxistibû. Keçikê di hilmekê de xwe gihandibû hinda mamoste û ew gilî kiribû. Bi qasî bêhna ku mirov cigareyekê bipêçe mamoste û keçik derketibûn û hatibûn hewşa dibistanê.
Mamoste hat û li cem wî, li ser tûtikan rûnişt. Bêhnekê li çavên wî nihêrî û bi nermî got:
- Ma te zimanê xwe ji vê keçikê re derxist? Te henekê xwe pê kir an na?
- Na! Min wisa nekiriye.

Loqman jî xwe dabû paş mamoste û li wî dinihêrî. Ditirsiya ku mamoste lê xe û di jiyanê de herî pir jî kêfa wî ji xwarina lêxistinê re nediçû. Tew ku yekî wekî mamoste ku kes nikare pê, li hevalê wî bixe, ew jî nikare heyfa wî hilîne.
Mamoste bi fen:
- Te çawa zimanê xwe jê re derxist?
Soro hişka got:
- Na! Min zimanê xwe jê re dernexistiye.
Mamoste zimanê xwe derxist û got:
- Te wiha derxist? Hela ka dîsa derxe!?

Loqman li paş mamoste nîşan dikir ku Soro zimanê xwe dernexe. Lewre wî dizanibû ku Soro zimanê xwe derxe dê ceza bixwe.
Soro geh li mamoste dinihêrî, geh li Loqman. Lê Loqman nedihişt ku mamoste tiştekî fam bike û xwe di nav zarokan de dida şitexilandin. Ew û Soro di temenekî de bûn û herdu jî diçûn dibistana seretayî, pola yekem.
- Te çawa zimanê xwe derxist, wiha? Hela nîşan bide.
Loqman bi tirkî bizane jî, Soro nizane. Gelekî hindik, belkî bi tenê çend gotinan fam dike. Nîşanên ku Loqman jê re dike jî baş şîrove nake. Ew dibêje qey mamoste dixwaze pê re henekan bike, lê Loqman naxwaze ku ew bi mamoste re henekan bike.
- Hela hela te çawa zimanê xwe derxist, hela derxe, hela derxe.
Di nava çend saniyeyan de Soro geh li Mamoste geh jî di ser wî re li Loqmanê kurê apê xwe dinihêre. Gihîşt wê encamê ku tu pirsgirêk di derxistina ziman de nîn e.
Soro zimanê xwe çawa derdixe mamoste jî bi zimanê wî ve digire û dikişîne. Bi qasî deqiyekê di nav destê mamosteyê tirk de diperpite.
Li aliyekî li çavên Loqman dinihêre, wan çavên wî yên wekî wî lêxistin xwaribin li ber dikeve. Li aliyekî wî bi ya Loqman nekiriye û lêxistina xwe xwariye. Li aliyê din mamoste ew xapandiye û xistiye şûna bêaqilan, di nav hevalên xwe de kêm ketiye. Li aliyekî wê keçikê jî heyfa xwe jê hilaniye û pê keniyaye.
Soro serê xwe bera ber xwe dide û digirî. Dê ev yek di jiyana wî de çi bandorê li ser bikire ji niha ve ne belî ye.


Gotinên miftehî :