1. Tekst

  2. Ziman û Perwerde

  3. Zana Farqînî
  4. Spas û şabaş ma ne yek in?
Spas û şabaş ma ne yek in?,spas,û,şabaş,ma,ne,yek,in

Spas û şabaş ma ne yek in?

A+ A-

Ji zû de min dil kiribû ku ez nivîsekê li ser koka peyva "spas"ê binivîsim. Ji ber ku gelek caran der barê esehiya reseniya wê de pirs ji min dihatin kirin. Her wiha di hin sohbetan de jî ez rastî gotegotên têvel ên li ser koka wê dihatim. Jixwe, a rast, mirov dikare bibêje ku ev peyv bi vî awayî ji bo kurmancîaxêvan peyveke nû ye, nemaze di zimanê devkî de; loma jî hin nîqaş li serê tên kirin.Ji bo alaza (mexseda) min ronî û aşkera bê fehmkirin, min divê ez tiştekî jî zelal bikim.

Mebesta min ji kurdî dê kurmancî be. Ji ber ku ez çarçoveya nivîsa xwe ya der barê peyva spasê de tenê bi zaravayê kurmancî bi sînor dikim. Îcar beriya ku ez li ser kok û eslê "spasê" rawestim, hez dikim pêşî behsa van riwayetên der heqê wê de bikim. Angaştek (îdiayek) jê ev e ku şagirt û xwendekarên ku Mîr Bedirxan ew şandibûn Rûsyayê, di dema vegera xwe de wan peyva "spas"ê ji zimanê rûsî aniye kiriye nav zimanê kurdî. Angaşta diduyan jî ev e: Gava rûsan hin deverên herêma Serhedê vegirtine (dagir kirine), ji aliyê ziman ve jî wan bandora xwe li herêmê kiriye û ev peyva navborî bi vî awayî ketiye nav zimanê kurdî. Angaşta sisiyan jî, dîsan vê peyvê bi bandora zimanê rûsî re têkildar nîşan didin.

Tê gotin ku piştî nemir Mele Mistefa Berzanî di sala 1958’an de ji Ûrisatê (Rûsyayê) vegeriya welêt, ev pevya hanê bi xwe re aniye.

Ango "spas" bi riya rêzdar Berzanî ketiye nav zimanê kurdî.Bala we kişandibe, her sê angaşt û gotegot jî bi zimanê rûsî ve eleqedar in. Bi kurmanciya gewr, angaşt ev e ku "spas" bi rûsî ye û ji zimanê rûsî hatiye ketiye nav zimanê kurdî.Ji ber van angaştan min divê ez pêşî li ser bêjeya "spas"ê rawestim û bidim xuyakirin ku ev peyv di zimanê rûsî de wek "spasîbo" ye. Her wiha ev peyva hanê di zimanê farisî de wek "spas" û "spasguzar" e. Dîsan di zimanê pehlewî de (ku jê re farisiya navîn jî tê gotin) heman bêje ango "spas" heye. Wekî tê dîtin, ev peyv ne tenê di rûsî de heye û şêweya (forma) wê ya rûsî ne wek ya di kurdî û di zimanên din de ye.Di pey van daxuyaniyan re, îcar ez dixwazim ji zimanê nivîskî yê kurdî du nimûneyan derpêş bikim ku di wan de peyva "spas" dibihure. Çavkaniya ku em ê pêşî serî lê bidin, dîwana şêx Ebdurehmanê Axtepî (1850-1905) ya bi navê "Rewdetuneîm" e.

Ev dîwan, di sala 1991’ê de li Stockholmê hatiye çapkirin û tîpguhêziya wê ya ji bo alfabeya kurdî ya latînî jî, ji aliyê birêz Zeynelebidîn Zinar ve hatiye kirin. Malika ku em ê wek nimûne hildin nivîsa xwe, di beşa 3’yan de û beyta 47’an e. Hejmara rûpelê jî 24 e. Piştî van agahiyan niha em malikê pêşkêş bikin.Bi wan cimleşan mumîn in sed sipasJi bo zatê mewla bitin bêqiyas    

Nimûneya me ya din jî, nivîseke nemir Celadet Bedirxan e, ku di hejmara 10’an a Hawarê de derketiye û dema derçûna wê jî 23 Çiriya Berê 1932 (ango 23.10.1932) ye. Navê nivîsê "Li Ser Yekîtiya Zimanê Kurdî" ye ku bi navê "Xweyiyê Hawarê" derketiye. Eslê nivîsê bi herfên erebî û di rûpela 211’an a cîlda yekemîn a Hawarê de ye ku ew ji nav Weşanên Nûdemê derketiye.

Tîpguhêziya wê ya ji alfabeya erebî ya ji bo tîpên latînî ya kurdî jî, ji hêla Emîn Narozî ve hatiye kirin. Halê tîpguhêzîkirî ya nivîsa ku em jê behs dikin, di rûpela 510’an a heman cîldê de ye û peyva dabaşa mijara me, di pragrafa dawî ya nivîsarê de ye."Gelek sipasan li Pîrotê delal dikim ko ev hinceta ha xiste destê min."Ji van mînakan em têdigihîjin ku îhtimala rastiya van angaştên me ji wan behs kir, gelek qels e. Yek, li gorî belge û delîlên li ber dest hene, qet nebe sed sal e peyva "spas" di zimanê me yê nivîskî de heye. Didu, eger peyv ji zimanê rûsî bihata biketa nav zimanê kurdî, çima kîteya (heceya) dawî ya peyva rûsî spasîbo /-bo/ an jî her sê dengên dawî /-îbo/ jê ketineş Li aliyê din jixwe dengê "o"yê ji kurdî re ne biyan e û rêjeya bikaranîna wê ya li dawiya peyvan jî pir û pir e. Eger em îleh jê re li kokekê bigerin, angaşta ku dibe ew ji farisî ketibe kurdî hîn beraqil e.

Lê ez bi xwe, niha naxwazim tiştekî misoger û vebir der barê koka wê de bibêjim û biryarekê bidim. Ji ber ku hin sedemên min hene, ez ê paşê ji wan behs bikim.Li aliyê din, li gorî lêgeran û lêkolînên min ên zêde neberfireh, ez rast lê nehatim ku ev peyv, bi vê şêweyê di zaravayê kurmancî yê devkî de heye. A rast, ez dikarim daxuyînim ku qet nebe nifşa me, ev peyv bi riya kesên kurd ên siyasî, şoreşger, neteweperwer û welatparêz nas kir.

Di dema destpêka salên 70’yan de, ku niha jî wisan e, kesê ku peyva "spas"ê bi kar bianiya, pê dihat derxistin ku ew kesekî siyasî, şoreşger, welatparêz, neteweperwer û hwd. e. Ev peyv wek pênase û naskirina wan kesan e. Îro jî, ji vî aliyî ve zêde tiştek neguheriye. Ji bikaranîna peyv û şêwaza axaftinê mirov der barê nasname û helwesta kesan de dibe xwedî agahî û zanyarî. Digel van hemû tiştan, peyvek di kurmancî de heye ku mehneya wê ya rastî cih ji wateya wê ya mecazî re hiştî ye. Jixwe ev rewş ji ilmê ziman re ne tiştekî biyan û seyr e. Di ziman de rewşên wiha diqewimin. Carinan wateya peyvan berteng dibe, carinan fireh dibe, carinan mehneya rast bi temamî ji holê radibe û wateyek an jî wateyên din lê bar dibin. Her wiha guherîn ne tenê di wateyê de, di şêwe û şeklê wê de jî çêdibin. Ez zêde dirêjî bi gotinê nedim û peyva xwe bibêjim. Ev peyv "şabaş" e.  Min di ferhenga xwe ya Kurdî Tirkî de (ku çapa pêşîn di meha avrêla/nîsana 2004’an de hatiye kirin) wiha cih daye wate û berdewamiya peyva şabaşê:  

şabaş: m 1. teşekkür, şükran 2. bağış 3. mec armağan, hediye 4. düğünde çalgıcıların düğüne katılanlardan topladığı bahşiş 5. düğünde damat için toplanan para vs. bağışta bulunanların isimleri toplulukta söylenerek yapılan merasim 6. h aferin, bravo ~ ji Xwedê re Allaha (bin) şükür ~ kirin 1) teşekkür etmek 2) armağan etmek, hediye etmek

Ji min we ye ku peyva "spas" û "şabaş"ê heman tişt in. Ji aliyê wateyê ve hin guherîn tê de çêbûne. Ji bo ku bê zanîn ka kîjan form kevn e û kîjan ji eslê xwe dûr ketiye, hewce bi lêkolîneke berfireh heye. Tiştê ku ez niha dikarim bibêjim ku "şabaş"a di kurmancî de "spas" bi xwe ye. Min çend sal berê nivîseke birêz Siraç Bîlgîn a li ser zimanê Avestayê xwendibû, tiştê ku di hiş û bîra min de maye, ev pevy di Avestayê de hebû û ez ne şaş bim wek "şuatr" wisan bû. Lê ez tam ne bawer im û ji ber ku min xwe negihand wê çavkaniyê, ez niha nikarim tiştekî misoger bibêjim.Ji bo encama nivîsa xwe ez dişêm van bibêjim. Bi ya min peyva "spas" (ku wek sipas, supas jî) di zimanê me yê nivîskî de heye, ji rûsî nayê.

Jixwe îhtimala ku Mele Mistefa Berzanî yê rehmetî ew ji zimanê rûsî anîbe nav kurdî, pir dûrî aqil e. Ji ber ku beriya vegera wî ya ji mişextiyê ew di zimanê me yê nivîskî de heye. Her wiha, eger bi vegera şagirtên ku Bedirxan Begê Botî ew şandibûn Rûsyayê ji bo perwerdehiyê (ku ev yek di nîveka pêşîn a sedsala 19’an de ye), diviya ku di nav zimanê me yê devkî de jî hebûya. Angaşta din, ku dibêjin ev peyv di dema dagirkirina hin deverên Herêma Serhedê ketiye kurdî. ji rastiyê dûr xuya dike. Çimkî di nav zimanê devkî yê gelê herêmê de, bi qasî ku ez dizanim ev peyv tune ye.  Îcar eger em îleh jê re li kokekê bigerin, em dikarin bibêjin ku îhtimala hatina wê ya ji farisî yan jî ji pehlewî  beraqiltir e.

Ev jî dîsan gerek bi belge û palpiştan bê îspatkirin. Lê tiştek heye ku ev pevya dabaşa mijara nivîsa me, bi riya şoreşgerên kurd, bi saya kesên me yên siyasî di nav gel de belav bû û cihekî zexm hem di nav zimanê devkî de hem jî di nav zimanê nivîskî de ji xwe re çêkir. Ligel vê yekê çendî forma "spas"ê ji me re nû be jî, ew "şabaş" bi xwe ye.   Zana Farqînî[email protected]îşe: Ji bo amadekirina vê nivîsê min serî li çend camêrên hêja da, da ku ez zanyariyên xwe teyîd bikim. Ji bo berginda spasê ya bi zimanê rûsî birêz Têmûrê Xelîl, ji bo berginda wê ya farisî birêz Perwîz Cîhanî û ji bo dîwana şêx Ebdurehmanê Axtepî jî birêz Mamoste Qedrî alîkarî dan min. Mala wan av û şabaş ji wan re.


Gotinên miftehî :