SÎNORÊN TENG,sînorên,teng

SÎNORÊN TENG

A+ A-

Jîyanê ji min re ji bo demek kurt sînorên xwe teng dikir, yan jî ez bibêjim jiyanê du rê didan ber min. A yek ji bo demek kurt, jiyanek teng û tarî. Belkî jî ew pêvajoya teng û tarî wê bibûna sedama têkçûyîna min. Yanê ketina hundirê wê pêvajoyê diyar bû, lê jê derketina wê nediyar bû. A duyan jî jiyanek fereh û piştî wê ferehbûnê jî ji hezkiriyên xwe û ji dilê xwe dûr biketama. Ji xwe her du rê jî ez ji hezkiriyên xwe dûrdixistim. Rêya dudiyan pir tişt ji min re wenda dikir. Ji ber wê jî min rêya xeter, rêya yekem pejirand. Ew pêvajoya tengbûnê hêdî hêdî derûniya min jî serûbin dikir. Di destê min de li dij vê pêvajoyê derfet hebû, lê heger min ew derfete bikarbianîya wê encamên wê ji bo pêşerojê xiraptir bibûna. Ji ber wê min ew derfeta bikar nanî. Û ez ê biketama nava wê pêvajoya tarî. Min ji bo pêşerojek briqandî, min ji bo armanc û xeyalên xwe yê pêşerojê deriyên çavên xwe girt û ketim nava wê pêvajoya tarî.

Hîn nû ji cejna newrozê derketîbûm. Hîn nû daran muhok û kulîlk vedidan, hîn nû roj bi ser şevê ketîbû, hîn nû min tîna rojê hîs dikir. Êdî meha adarê nobedariya xwe radestê avrêlê dikir. Yekê avrêlê hat û çû. Dudiyê avrêlê berbangê rabûm, bi ava reş min ruyê xwe şûşt, bi nanê reş taştêya xwe kir, min kincên reş li xwe kir, min xatir ji dê û bav û ji evînê xest û ketim ser rê, rêya ku diçû ber deriyê jîngeha reş.
Dolmişa reş hat li ber min rawestiya, derî vekir û ez ketim hûndir, xeynî ajokar tu kes nîn bû, li ser qoltixa reş rûniştim.

-Xwarzê, tu diçî ku derê?
- Diçim dawiya vê rêyê.
- Xwedê tev karê te be.
- Yê te jî.
- Xwarzê, heger tu bixwazî ji wê hêlîna reş bi serfirazî xelas bibî, heta dawîya wê pêvajoyê çavên xwe veneke.

- Sax be. Ji xwe vaye ji nuha de çavên min hatine girtin jî.

Piştî saetekê dolmişa reş li ber jîngeha reş rawestiya. Derî vebû û ez jê peyebûm, dolmişa reş ber bi jîngeha spî ve, ez jî ber bi deriyê jîngeha reş ve meşiyam. Nobedarê derî ji min re derî vekir û bi kincên xwe yên reş ketim nava jîngeha reş. Di hewşa jîngeha reş de wekî min bi sedan hebûn. Hemî jî ketîbûn rêzê û serê hemîyan jî di ber wan re daliqî bû ne tenê daliqandî di heman demê de jî nedilxwazî û xemgînî jê dihêrikîn, di nav bircên amdê de xwe ber dida ser çemê dijleyê, çemê dijleyê yê destûr nedida ku ew xemgînîya li bin bircan ji xwe re hêlînê çêke, bi ava xwe re xemgînî ji sînorê amedê derdixist. Kom bi kom dibirin hundir û ji wê derê jî dibirin cihekî din, din û din…

Jiyan ji min qahirî bû, li hemberî min têdikoşî. Jiyanê destê xwe kir gewriya min û ez avêtim nava çerxa xwe ya felekê. Lê dîsa jî radeya hezkiriya min a ya jîyanê neguherî. Bi dil û can min jê hezdikir û hîn jî hezdikim. Di demên borîde wê jî ji min hezdikir; çi tiştên jiyanê yên xweş hêbûn hêmî bi dan jiyandin û bi min dan tahmkirin. Lê nuha ez xistî me nava çerxa xwe û wê ji vê çerxê jî min bavêje ber deriyê dojehê…

Min him bihuşt dîtî bû him jî dojeh dîtîbû, ne tenê dîtin di heman demê de min jîya jî. Der û hundirê Hêlîna bihuştê bi jînê, ronahîyê, ax, zozan, dar, darıstan, bax, bistan, gul, kulîlk, çîya, kêfxweşî, ken, şên, dîlan, dawet, bûk, zava, evîn, hezkirî, aramî, dilxweşî, xweş, rastî, azadî, aşitî, demokrasî, biratî, hevaltî, şêrîn, tahmxweşî, bêhnxweşî, çalakî, zîrekî, av û çem û bi tiştên yên dinên xweş hatîbû xemilandin û neqşandin. Li bihuştê tu di nav xeyalên xwe de dijî, bi te çi xweş e tu wê tiştê dikî/wê tiştê dijî. Hefsarê te nîne, tu bi derekê ve jî negirêdayî. Lê dojeh; hefsarê te heye û tu bi histûna reş ve jî girêdayî ye, tevgera sînorê jîyana te dîyar e û teng e. Hêlîna dojehê birîndarî, xwînherikandin, kuştin, mirin, lorîn, girî, zîndan, dîlî, xemgînî, nexweşî, kul, bêhntengî, fêsadî, derewî, bêvînî, dert, zilm, wendahî, teralî, birçîbûn, tîbûn, reş û tarîyê di xwe de dihewîne.

Û ez nuha li ber derîyê hêlîna dojehê bûm. Di navbera min û dojehêde nuha tenê gavek mabû; wê ez vexwendinê hundir dikirim, min nedixwest. Wê digot were xemgînî li ba te ye min digot na; şopa kêfxweşiyê li ser dilê min ma ye. Wê digot were tîbûn û birçîbûn li ba te ye, bêrîya te kirîye min digot na; şopa nanê genim û şopa ava çemê dijleyê di gewrî û zikê min de ma ye. Wê digot were reş û tarî li ba te ye, min digot na; şopa ronahiya jînê û şopa tîrêjên evînê li ser dil û çavên min ma ye. Wê digot were teralî û derewî li ba te ye, min digot na; şopa çalakbûnê û şopa rastîya jîyanê di dil û hişê min ma ye. Wê çi digot, min digot na û na…

Û bervê min hat, dojehê ez dorpêç kirim. Hefsarê xwe kir hustîyê min û bi histuna res ve girê da…
Şopa çi tiştên xweş li ser min hebûn, duxwest bi tenîya hêlîna xwe ji min  bibe. Çi kir û nekir hêza tenîya hêlîna wê bi hêza şopên ku li ser min mabûn nekir. Şopa ronahiyê li dij tenîyê bibiryar bû…

Şopa ronahîyê li dij tenîya hêlîna dojêhê û li dij hefsarê hustuna reş ya dojehê sêsed û şêst şev li ber xwe da. Hîn jî ji şopê tu tişt venda nebibû. Her ku diçû hefsarê hustuna reş ziravtir dikir.
Û şopa ronahîya ya ku dilê min de ma bû, di xwe de ronahî afirand. Hêza ronahiya afrîner hefsarê reş qetand. Min derîyê hêlîna dojêhê şikand û ez derketim…

Nobedarê derîyê hêlîna dojehê ji min re derî vekir û ez weke ba ji derî derketim, pênc şeş gav ji derî dûr ketim, zivirîm û min tû kir…

Dolmişa spî hat, min destê rakir, dolmiş li ba min rawestîya. Min derî vekir, siwarbûm. Dolmiş ber bi hêlîna bihuşta min ve bê rawest rê girt.

- Xwarzê derbazî be.
- Sax bî.
- Tu çiqas li vir mabû?
- Pênc meh û nîv.
- Te hindik kirî ye.
- Çi hindik! Sed û  şêst û  pênc şev ji min re weke şêst sal hat. Min digot qay ez li vir hatime dinê û wê ez ê li vir jî gewer bibim. Û tu jî hîn dibêjî te hindik kirî ye…

Min xwe avêt hêlîna bihuşta xwe.
Bijî bihuşta min!
Çi xweş e ku ez nuha di hembêza hêlîna bihuşta xwe de me.
Çi xweş e ku nuha jîyanê bi min re peyama aşîtîyê îmze kirîye.


Gotinên miftehî :