Sîyahpoş,sîyahpoş

Sîyahpoş

A+ A-

Şairê kurd ê bi nav û deng Sîyahpoş tê gotin ku ji Rojhilatê Kurdistanê ye, lê helbestên wî bi kurmancî ne û helbestên wî yên bi soranî hene, an bi soranî zanîbûye, ez bi xwe wê nizanim. Lê dizanim ku demek li Tehranê, piştre jî li Bexdayê maye. Siyapoş pir geriya ye. Dawî hatiye herêma Silîva li ba Ferhoyê Inzêr Axa maye. Ferhoyê Inzêr Axa, serokê eşîra Silîva bûye ku ev di rastiyê de konfederasyoneke eşîran bûye. Lewra di nav eşîra Silîva de gelek êl û eşîrên din jî cî girtine. Her wiha sînorê herêma Silîva jî ji deşta Bismil bigire heya nêzî sînorên Sasonê berfireh e. Paşê tirkan di fermiyetê de navê herêmê li bajaroka kevnare Farqînê kirine.

Ji ber dîalogek ku di nav Ferhoyê Inzêr Axa û Siyahpoş de derbas dibe û ji devan heya îroj hatiye, tê zanîn ku Sîyahpoş demek li ba wî, li gundê Hilêliyê maye. Ferhoyê Inzêr Axa, piştre ji ber serî li ber Osmaniyan danayne, bi alîkariya eşîrên din û bi xap tê girtin û osmanî ew li qazoxê dixin û dikujin. Dîaloga navbera Sîyahpoş û Ferhoyê Inzêr Axa jî, li ser vê ye ji xwe. Tê gotin ku rojek Ferho ji Siyahpoş dipirse: ”Ka bêje Sîyahpoş, ez axayekî çewa me?” Siyahpoş: ”Axayê min ez bêjim tê min bikujî, newêrim.” Piştî Ferho bawerî didê ku çi jî bêje dê dest nedê, Siyahpoş weha dibêje: ”Axayê min xweş axa ye lê qûna wî qûna qazoxa ye”. Îcar tê gotin ku ji ber Ferho timî li dijî osmaniyan derdiket û osmanî sonda Ferho xwaribûn ku dê wî bigirin û li qazoxa bixin, Siyahpoş jî gihîştiye encameke weha.

Sîyahpoş, piştre li gundekî çiya yê Farqînê li Kurbeytê bi cî dibe. Ew herêma çiya bi giştî mîna Narik tê binavkirin. Pir gund lê hene û li gel ku her yek navê xwe heye jî, bi giştî dibêjin gundên Narikê, an jî ji gundiyan re dibêjin Narikî jî. Narikî bi diziya xwe navdar bûne. Heya dema ku ez li Farqînê bûm jî, rastiya vê yekê hebû, lê niha çewan e, nizanim. Tê gotin ku rojek gundî mirîşkên Sîyahpoş didizin. Siyahpoş bi serê xwe ye û nikare tu tiştek jî bike, an li dijî gundiyan derkeve. Ji xizanî û êşa xwe radibe helbestek li ser diziya mirîşkên xwe dinivîse: Ehlê Narik ehlê nar in/ bi dev dost in bi dil neyar in/ Sê mirîşkên Sîyahpoş hebûn ew jî xwarin.

Ji ber ku tê zanîn Ferhoyê Inzêr Axa di nîveka pêşîn a sedsala 1700î de jiya ye, loma jî tê zanîn ku Sîyahpoş jî di wan deman de, ango nêzî 300 sal berê jiya ye.

Di sala 1961î de, welatparêzê mezin, cangoriyê welatê xwe Mele Evdilkerîm Ceyhan û bavê min Şêx Mîsbahê Silîvî, diçin gundê Kurbeytê û gora Sîyahpoş ku êdî çend kevir jê mane, ji nû ve çê dikin û li ser kêlika wî bi tîpên erebî navê wî didine nivîsîn.

Siyahpoş di nav malbata me de xwedî ciyekî grîng e. Lewra helbestên Sîyahpoş ji bavê bavê min ve ango ji kalê min ve di nav malbata me de hatine gotin. Ji kalê min gihîştiye bavê min, ji bavê min jî pir hindik gihîşt me. Lê ne tenê helbestên wî, her wiha dîwana wî ya bi nav û deng ’Seyfulmilûk’ jî bi vî rengî hat û niha di destê min de ye. Mîna gencîneyeke pîroz wê radihêjime destê xwe û diparêzim. Hezar mixabin ku bi tîpên erebî nizanim û nikarim jê sûd wergirim. Lê ya rastî, ji xwe dizanim di nav de çi heye, lewra ji zarotiya xwe ve bi van helbestan mezin bûm.

Birayekî min 27 salî heye navê wî Sîyapoş e. Dema ew çêbû, dêmariyeke bavê min hebû 110 salî rehmet kir, li mala apê min dima. Rojek hat mala me. Em hemî rûnitştî bûn, got ka wî zarokî bidine min. Me Sîyapoş da milê wê û pê re jî zivirî ji bavê min re got: ”We hîn navek li vî zarokî nekiriye kurê min?” Bavê min got; ”Na dayê, em ê lêkin”, Wê îsrar kir: ”Gune ye lawo, zû nav lê bikin”. Pêre jî got: ”Mîsbahê min, dema bavê te li heyatê bû, digot ku nebiyek min çê bibe ez ê navê wî deynim Sîyapoş” Tê bîra min bavê min şok bû û got; ”Dayê ma xwedê jê razî, piştî ewqas sal, ewqas zarokên min çê bûn, yên xuşk û birayê min çêbûn, ma te çima nedigok ku daxwazeke weha bavê min heye?” Pîra Zeyno: ”Kurê min welleh min ji bîr kiribû û we timî di cî de nav li zarokê xwe dikir. A niha min dît ku ev zarok bê nav maye, hat bîra min.” Bavê min bi vê yekê pir şa bûbû û wê rojê nav li zarok hat kirin û bû Sîyapoş. ”h” ya navîn tune, lewra Sîyapoş jî tê gotin û Sîyahpoş, an Sîyahpûş jî tê gotin.

Dîwan, di serdaneke birêz Celîle Celî a Amedê de, li ser daxwaza wî, demek li balê ma û çû heya paytexta Avusturyayê Wîanayê. Tê zanîn ku Celîle Celîl li ser Sîyahpoş lêkolîneke hêja jî kiriye, her çendî derbarê jiyana Sîyahpoş de hin agahiyên kêm dabin jî, pirtûkek bi navê ”Seyfulmiluk / Siyahpûş” jî amade kiriye û pirtûk di sala 2000î de hatiye çapkirin.

Piştre min destûra bavê xwe girt û ji mamoste Celîle Celîl daxwaz kir, lewra destan ji bav û kalan mabû û mala wî ava wî jî ji min re bi rêya postê şand.

Me xwest em wergerînine tîpên latînî, min vê ji bavê xwe re got û wî jî got wê demê ez dikarim wergerîm tîpên latînî û niha em li bendê ne ku ev xebat ji aliyê Şêx Mîsbahê Silîvî ve bê kirin û dîwan bi tîpên latînî jî bê çapkirin ku gelek kes êdî bikaribin jê sûd wergirin.

Ya rastî ev dîwan, yê muzeyan e, divê di muzeyan de bê parastin, lê rewşa me kurdan tê zanîn. Axir îroj derfet bê guman ku gelek zêdetir in, lê heya ku ev pirtûk hat van rojan, bergê wê û çend rûpel ji pêş û çend jî ji dawî çûn. Çewa çûne, kesek nizane, lê bergek sade, ji rêzê û bi destan di sala 1970yî de jê re hatiye çêkirin û ji bo balê nekşîne jî, li ser bi tirkî ”Yevmiye Defteri” (Lênûska Yewmiyan) hatiye nivîsîn.

Orjînala dîwana şairê kurd ê navdar Sîyahpoş ku destnivîsa wî bi xwe ye, mîna berhema Mele Xelîlê Sêrtî ”Nehculenam” û Mewlûda Melayê Bateyî, bi 11 kiteyan hatiye nivîsîn. Dîwan bi dest hatiye nivîsîn û bi dest hatiye amadekirin ji bo bibe pirtûk. Rûpelên pirtûkê bi ta hatine honan, berga pirtûkê ne orjînal e, orjînalê pirtûkê çend rûpel bûne nayê zanîn, lê niha 132 rûpel e.

2009-01-11 Mahabad F. ARDA

Çavkanî: Şêx Mîsbahê Silîvî


Gotinên miftehî :