Tîpa Dubare,Tîpa,Dubare

Tîpa Dubare

A+ A-

Hîmdarê alfabeya latînî ya kurdî Celadet Bedirxan, alfabeya xwe li ser dengên serbixwe daniye. Ew bi xwe dibêje wî ji bo dengan lê belê ne ji bo rengedengan şekil danîne û lewma alfabeya kurdî ya latînî alfabeyeke denganî ango fonetîk e.

Celadet Bedirxan der barê vê yekê de wiha dibêje: "Her dengî bi herfeke cida nîşan kirin, yanî ji awayê nîşankirina çend dengan bi herfekê an dengekî bi çend herfan xwe dan alî.Ev awa ji fikra çêkirina elfabêkê bi hindik herfan an ji qesda qenc lisersekinandina denganiyê bizê.Lê pê her du jî nakevin dest û di zmanî de bila sebeb pirsinen di şiklî de ciyok peyda dibin û di nivîsandinê de tevlîhevîke mezin berpê dibe.Ji xwe di tu zmanî de denganî û nivîsandin ne lêvên yek in, û nivîsandin nikare bi tevayî li denganiya wî zmanî bê. Lewre ko kitkit û rengên denganiyê bi elfabêyê nayin nîşan kirin û li ser kaxezê sekinandin.

Welê bûwa diviya bû elfabêya her zimanî ji 50-60 herfan hevedudanî bibe."
1) Min destê xwe neda vekîta Celadet Bedirxan, tenê tîpên /k/ û /q/yê ku ne mîna îro di cihên hev de hatine bikaranîn, min cihên wan bi hev guhartin; wekî ku îro çawan tên bikaranîn.Ji van gotin û daxuyaniyên nemir Celadet Bedirxan xweş diyar dibe ku, wî alfabeyeke denganî saz kiriye û ji bo dengên serbixwe tîp tespît kirine. Xwe ji rengên dengan dûr daye û guh bi wan nekiriye. Bi rastî jî, dengin hene ku cihderka wan yek e, lê carinan ew deng hem nerm hem hişk in, hem zirav û hem jî stûr in. Di alfabeyê de ji bo her rengê dengekî eger mirov rabe tîpekê an jî bi çend tîpan dengekê nîşan bike, ev yek dibe sedemê tevlihevî û serêşiyê.

Ev jî, ji aliyê hînbûnê ve jî, dijwariyeke mezin bi xwe re tîne. Bi gotina kurt, wê çaxê ev alfabe ji pedagojîkbûnê dûr dikeve. Lewma jî Celadet Bedirxan "Her dengî bi herfeke cida nîşan kirin, yanî ji awayê nîşankirina çend dengan bi herfekê an dengekî bi çend herfan xwe dan alî", dibêje.Ev tercîha hanê, bi ya min tercîheke rast e, nemaze ji bo alfabeyên fonetîk. Tu çi binivîsî tu dê wî bixwînî. Rêzik ev e.Wek tê zanîn, di zimanê me de rengên dengan jî hene, ku Celadet Bedirxan ev rewşa hanê wisan bi nav kiriye û ji bo wan tîpên xweser nîşan nekirine. Rengedengên ku bi piranî tên zanîn jî ev in: ç, k, p, l, r, t.Ji nav van rengedengan, bi piranî kesin hene ku cot ‘l’ û cot ‘r’yan bi kar tînin.

Mîna gellek, millet, gerîlla, pirr, sirr, gurr û hwd. Baş tê zanîn ku, Celadet Bedirxan ev yek nepejirandiye û serî li cot dengan, mîna cot ‘r’ û cot ‘l’yê nedaye. Der barê vê yekê de em serî li Celadet Bedirxan bixin, bê ka çi dibêje:"Ji xwe di tu zmanî de denganî û nivîsandin ne lêvên yek in, û nivîsandin nikare bi tevayî li denganiya wî zmanî bê. Lewre ko kitkit û rengên denganiyê bi elfabêyê nayin nîşan kirin û li ser kaxezê sekinandin. Welê bûwa diviya bû elfabêya her zimanî ji 50-60 herfan hevedudanî bibe"

2) Bi ya min, mebest bi awayekî zelal hatiye xuyakirin. Hewce nake mirov zêde tiştên din li van gotinan zêde bike.

Lê tiştek heye ku, min divê ez bidim xuyakirin. Dengekî ku di devokekê de mîna rengedengekî ye, di devokeke din de ne wisan e. Mînak: Li Farqînê gava em dibêjin hêjîr, em ji bo dengdara ‘h’yê dengekî adetî derdixin, lê li herêma Torê, di devoka toriyan de ew mîna rengekedengekî an jî dengekî serbixwe ye ku berê di alfabeyê de, bi şeklê danîna du deqan (niqteyan) li ser tîpa ‘h’yê, hatiye bikaranîn. An jî hinek gava dibêjin pere, dengdara ‘p’yê stûr bi lêv dikin û hinek jî zirav û nerm bi lêv dikin. Mînakeke din, hin herêm çaxa dengdara ‘w’yê bi lêv dikin, bi şid li ser wê radiwestin û mîna ‘w’ya stûr wê bi lêv dikin.A ji ber van sedeman jî hin herêmên kurmancîaxêv ji hev cuda dikevin.

Ji ber mijara me ya esasî ne ev e, ez naxwazim zêde pê de herim û bi awayekî kûr li ser dabaşa denganiya zimanê kurdî rawestim. Lê min divê ez der barê vê mijarê de çend tiştan jî bibêjim. Çawan em ji bo rengedengan serî li pevdengan (dîftongan) naxin, nexwe divê em dengên cêwî jî bi kar neynin. Em ji bîr nekin ku, tu alfabe ji sedî sed hemû denganiya zimanekî nikare binimîne (ango temsîl bike). Rastî ev e, divê mirov alfabeyê li zimanê xwe bîne, ne ku zimanê xwe li alfabeyê. Ev yek, ya duyemîn, ji bo ku mirov hemû rengedengên zimanê xwe jî nîşan bide, nikare alfabeyeke denganî bîne pê. Nexwe êdî ew alfabe nabe alfabeyeke denganî.Ji bo ku mijara me li ser tîpa dubare ye, ez naxwazim gotinên xwe yên der barê alfabeyê de zêde bikim.

Ev agahî bi ya min têra xwe bes in. Ji ber ku Celadet Bedirxan dibêje di kurdî de tîpa dubare nîn e, hin kes li gorî vê rêzikê (qaydeyê) tevdigerin û tîpeke dubare jê digirin diavêjin, ango wê bi kar naynin. Ji bo ku mebesta me rast bê fehmkirin, em dîsan jêgiriyê ji destê yekemîn, ji Celadet Bedirxan bikin û berdewamî bidin dabaşa nivîsara xwe:"Di zimanê kurdmancî de tîpa dubare nîne. Ji lewre heke di bêjeyekê de tîpek dubare bû, yeke wan ji ber xwe de dikeve û tîpek bi tenê dimîne. Wekî niho, parkîta (tir) gava dikeve paşiya bêjeyên ko bi (t) yê temam dibin yek ji wan her du < t > yan dikeve. Ji lewre di nivîsandinê de jî (t) yek bi tenê tête nivîsandin. Ji ber ko di vekîta kurdmancî de tîpa ko nayê xwendin, nayê nivîsandin. Ev in çend mîsal:
xurt xurt-tir xurtirrast rast-tir rastirkurt kurt-tir kurtir

Çend mîsalên din.
Paş-şîv paşîv
Baş-şev başev
Yek-kîte yekîte
Tîpên têvel, lê ji yek cihderkê, an ji cihderkên nîzingî hev jî nadin pey hev:
Rind-tir rintir
Pişt-dawî pişdawî
Bilind-tir bilintir
Dewlemend-tir dewlementir"

3) Em bi dorê li ser van her sê nimûneyan rawestin. Ev peyvên ku parkîta /-tir/ bi wan ve bûne, ketine rewşa dereceya rengdêrê. Bi gotineke din, bi vê parkîtê dereceya hevrûkirinê ya rengdêrê tên çêkirin û êdî ew peyv ne peyvên xwerû ango sade ne.

Bêjeya "xurt" rengdêr e, lê gava parkîta /-tir/ lê zêde dibe, ew dibe xurttir û pileya hevrûkirinê nîşan dide. Her wiha rasttir û kurttir jî wisan in.Îcar jî em bên ser mînaka diduyan ku, ew peyvên hevedudanî ne, du bêje hatine cem hev û bi wan peyveke cuda ya hevedudanî hatiye pê. Bêjeyên paş-şîv (paşîv), baş-şev (başev) û yek-kîte (yekîte), bi rêbaza peyvên hevedudanî çêbûne. Mînaka dawîn jî ku ji peyvên hevedudanî ne û ji parkîta /-tir/ çêbûne, bala we kişandibe, cihderkên wan ên tîpan ne eynî ne, yên ku cihderka wan nêzî hev in, ew in.

Di zimanê devkî de, hêmanên peyvan carinan dikevin, guherînên dengan di wan de diqewimin. Ev yek êdî mijara bûyer û qewamên dengan in. Li aliyê din, di her devokê de jî mirov rastî heman guherînê nayê. Eger wisan bûya, ango guherînên dengan li hemû herêm û di hemû devokan de, bi awayekî tenê pêk bihatiya, karê me hêsan û rihet bû. Lê em dizanin, di zimanê devkî de, standardeke zimên nîn e. Taybetiyên herêman hene.

Lewma zimanê devkî ji mirov re, ji bo rênimayê, ji bo vekît û rastnivîsê nikare bibe rêber û rênîşander. Ji ber ku cudahî di navbera guherîn û pêkhatina denganiyê ya di zimanê devkî de heye.Ji lew re Celadet Bedirxan bi xwe jî, ji bo vekîtê wiha dibêje:"Qeydeyên vekîtê ji tevayiya gramêrê dertên. Di bihevebûna bêjeyan de qeyda gelemper ew e ko her bêje bi serê xwe tête nivîsandin û bi bêjeyên din ve nabin; ji hin awartan pê ve."

4) Eger em bibêjin ku "qeydeyên vekîtê ji tevayiya gramêrê dertên", nexwe divê em rêzikên rêzimanê ji xwe re hîm û bingeh bibînin, ne ku di zimanê devkî de ji aliyê denganiyê ve çi bi serê bêjeyan tê, ji xwe re esas bibînin. Eger em zimanê devkî, ji bo vekîtê ji xwe re bikin hîm û bingeh, wê çaxê em dê rastî gelek gelş û arîşeyan bên. Ji ber ku di zimanê devkî de hevgirtinek nîn e. Ji lew re gotina ku ‘rêzikên vekîtê xwe dispêrin gramerê’ rast û di cih de ye. Em jî divê ne zimanê devkî, lê belê rêzikên rêzimanê ji xwe re rast bibînin.

Di çarçoveya van gotinan de, em careke din li ser mînakên dayî, yên Celadet Bedirxan bisekinin: Rast, xurt û kurt; ev peyvên yekkîteyî ne û kirpandin û derbdan jî li ser dengê dawî yê peyvan e. Gava parkîta /-tir/ bi wan ve dibe, cihê kirpandinê diguhere û dengê ‘t’ya parkîta /-tir/ê, cih ji dengdara dawîn a peyvê (rast, xurt û kurt) distîne. Di zimanê devkî de wisan dibe ku li hin herêman û di hin devokan de hema bibêje mirov rastî wan êdî nayê. Gava di şeklê rasttir, xurttir û kurttirê de tên bikaranîn, îcar wekî ras-tir, xur-tir û kur-tir tên bilêvkirin. Jixwe di vî şeklî de cihê kirpandinê êdî guheriye. Sedema "ketina dengê ‘t’yê" ev e. Îcar hin herêm jî mîna ku ev deng hebe, lê bi awayekî sivik bi lêv dikin û dengê xwe li ser parkîta /-tir/ê dişidînin. Em biryar bidin ku divê em vî awayê zimanê devkî ji xwe re bipejirînin. De baş e, ez çend nimûneyan bidim û em tê bifikirin: Ew yekî ji min kurtir e (Ew yekî ji min kurttir e).

Ew yekî ji min kurtir e (Ew yekî ji min kurdtir e). Ez mirovekî giyanas dinasim (Ez mirovekî giyannas dinasim)Ez mirovekî giyanas dinasim (Ez mirovekî giyanas dinasim)Navê pirtûka wî evîname ye (Navê pirtûka wî evînname ye). Hişkirin (Hişkkirin).Hişkirin (Hişkirin).Eger hûn dêhna xwe bidin hevokên di nav kevanê de, hûn dê bibînin ku bi ketina tîpê çi tê serê peyv û hevokan û ji aliyê wateyê ve çi guherîn di wan de çêdibe. Çawan bi hindikkirina tîpan mebest zû hînbûn û têgihîştin be, divê ji aliyê rastnivîsê ve jî sivikbûn, hêsanbûn û zû serwextbûn ji bo me girîng û tiştekî jêneger be.

Em dikarin gelek nimûneyan derpêş bikin ku li gorî rêzika Celadet Bedirxan dest nîşan kiriye, bên nivîsandin, dê ji aliyê têgihîştinê ve sergêjiyan bi xwe re bîne. Em gotinê zêde dirêj nekin û em bala xwe bidin birêz Mistefa Reşîd jî, ku di nivîsa xwe ya bi navê "Rastnivîs û Standardkirina Kurmanciya Bakur" de, li ser heman pirsgirêkê ango li ser tîpa dubare sekiniye û wiha dibêje: "Wek tê zanîn, mîr Celadet Bedirxan dibêje ku di zimanê me de tîpa dubare yan jî "şedde" nîn e. Û ne bi tenê ev jî, ew dibêje, gava du tîpên ji yek cihderkê jî bidin pey hev, tîpa pêşîn tête avêtin. Ji lew re peyvên wek: xurttir, rasttir, yan jî bilindtir, rindtir, bi awayê xurtir, rastir, û bilintir, rintir, dinivîse.Rast e ku di zimanê devkî de wisa tê gotin, lê belê di zimanê nivîskî de avêtina van tîpan ne baş e. Tevî ku di zimanê devkî de li cihê dengkirin mirov denkirin dibihîze, lê dîsa jî divêt dengkirin bê nivîsandin û tîpa rayekî neyê avêtin."

5) Ez bi tevahî, li ser fikira Mistefa Reşîd im. Ev yek ne meseleya tîpa dubare ango şedeyê ye. Ev yek di peyvên hevedudanî û yên ne xwerû de çêdibe. Ji lew re divê ku hemû hêmanên peyvan bên nivîsandin. Heke na, dê ji aliyê hînbûn û perwerdehiyê de bibe sedemên tênegihîştin û tevliheviyan. Gava em van yek bi yek li gorî kîteyan ji hev bikin, dê peyv seqet bimîne û em nikarin bi awayekî hêsan bi serê xwendekar û şagirtan bixin, îcar şagirtên sawa û biçûk. Ji lew re divê em şêweya peyvê bihêvşînin û vê formê jî biparêzin. Çawan em awayê dirêj ên terkîba diparêzin. Rojnameya me, lê ne rojnama me, çayekê bîne lê belê ne çaykê/çaykî bîne, deriyê hewşê lê ne derê hewşê... Rast e, di zimanê me de tîpa dubare nîn e. Lê ev rêzik ji bo peyvên sade, ji bo bêjeyên xwerû ne ku, ji peyv û qertafan nehatine pê. Em dizanin ku ne tenê du dengdarên cêwî an jî heman dengdar nayêne cem hev, her wisan du dengdêr jî nayêne cem hev. Lê ev rêzik ji bo peyvên xwerû ne.

Gava em peyvên hevedudanî, peyvên dariştî çêkin û em lêkeran li gorî demê bikişînin û her wisan em rengdêran çêkin, ev rêzika hanê têk diçe. Mînak: Bêav, biav, diavêjim, bialêse, meîne (meyne), neafirîne, destteng, serreş, devvekirî, serokkomar, yekkîte, zimannas û hwd.Tenê di dema ravekan (terkîban) de, gava veqetandek bê paşiya peyva ku dawiya wê bi dengdêrekê diqede, tîpa kelijandinê (ku ew h, w û y ne û rêjeya bikaranînê ya tîpa ‘y’yê zêde ye) dikeve navbera wan. Nimûne: Tu çêya xwe dibêjî, masiyê perbelek, riya biniya malê, parsûwê stûr, çilowê ter...Wek encam; di zimanê me de tîpa dubare nîn e, tew jixwe li gorî azîneya alfabeya denganiyê qet tune ye. Çawan di zimanê me de, du dengdêr di peyva sade ango xwerû de nayêne cem hev, a wisan du dengên cêwî, du heman tîp, ango tîpa dubare jî nayê ba hev. Tenê ev rêzik, di dema çêkirina peyvên hevedudanî, yên dariştî (çêkirî) û kişandina lêkeran de têk diçe. Ji lew re em dikarin vê rêzikê wiha formûle bikin. Di peyvên xwerû û sade de tîpa dubare nîn e. Lê gava peyveke hevedudanî û bêjeyeke dariştî bê çêkirin, tîpa dubare pêk tê.Lewma awayên xurttir, kurttir, bilindtir, rindtir, Şerrawestandin, serreş, zimannas, derûnnas, serekkomar, yekkîte, devvekirî, bihevveyî rast in û divê wisan jî bên nnivîsandin. Tenê di vê rewşê de, cihê kirpandina wan diguhere. Em li gorî zimanê devkî tevgerin gerek em nebêjin mezintir, hewce ye em bibêjin meztir, an jî pêwîst e em ez jî têm nebêjin û bibêjin e jî têm.

Çavkanî:
1) Bedirxan; Celadet, "Elfabêya Kurdî", Hawar, hejmar 2, rûpel 6
2) Bedirxan; Celadet, "Elfabêya Kurdî", heman nivîs
3) Bedirxan; Celadet, "Bingehên Gramêra Kurdmancî", Hawar, hejmar 28, rûpel 10
4) Bedirxan; Celadet, "Bingehên Gramêra Kurdmancî", Hawar, hejmar 28, rûpel 11
5) Reşîd; Mistefa, "Rastnivîs û Standardkirina Kurmanciya Bakur", Vesta, hejmar 6, rûpel 218


Gotinên miftehî :