Tabûra Bazde,tabûra,bazde

Tabûra Bazde

A+ A-

Di şevek zivistané de ba û bahoz û baran, herî, çirrav, seqem û tariyê de gerîla cihê xwe diguherin, ji bo ku winda nebin her demekê diherin, koma xwe ji nû ve dihejmêrin. 

Fermendarê tabûrê ji wan re gotiye ku we tiştek dît hûnê xwe bavêjin talda tiştekî. Dîsa di demek hejmartina komê de hingî westiyane û cemidî ne, heya pazda dihejmêrin, lê yê şazdan  pazda bazde fam dike û xwe davêje erdê. Refê gerila giş xwe davêjin erdê û li hêviya bûyerê disekinin, demek di nav çiravê de derbas dibe, lê tu tişt naqewime, fermandar dipirse ka çi bûye, ji bo çi wan xwe avêtiye erdê. Kes bersivê nade ,yek bi yek dipirse, yê pazda dibêje Merwan xwe avêt erdê, min jî xwe avêt erdê. Ji Merwan dipirse, dibêje Xebat got bazde min jî xwe avêt erdê.

fam dikin ku Xebatê qamişloyî hejmara panzdeh wekî pazde bi lêv kiriye û Merwanê botî ev wekî bazde fam kiriye û xwe avêtiye erdê. Ji wê rojê û pê ve navê wê tabûrê li nav gerîlayên tabûrên din ma "Tabûra Bazde".

Nivîskar: Jan ÇIYA


Gotinên miftehî :